-1- Nizanim ez ê hîn çend carên din “Di Morgê De” bimînim, hîn bi çend kesên din re Di Morgê De bimînim. Lawên min li ser serê min dimirin, keçikên min di bin lingên min da can didin. Axa welatê min bangî bedenê min dike. Xwezîyên min li ser zimanê min dibin bîzotek agir, dişewitim. Gelo, agirê dojehê çito bû? …
Yearly Archives: 2019
Gulan, 2019
-
11 Gulan
Çima Em Roja Dayîkan Pîroz Dikin?
Li gelek welatên cîhanê , her sal hefteya duyem roja yekşemê ya meha gulanê wek roja dayikan tê pîrozkirin ; di wê rojê de li ser girîngiya dayikan a di nav civak û jiyana mirovahiyê de tê sekinandin . Bi vî awayî di malbata mirovahiyê de cejneke hevpar a dayikan derketiye holê. Avakara ewil a vê kevneşopiyê/ tradîsyonê li gorî …
-
8 Gulan
Li ser Rêbera Rastnivîsînê
Di serî de min nedixwest ez weku helbestvan dest dirêjî pênûsa rexnevanan bikim . Lê ji ber ku ev mijara giring bi paşeroja zarokên me ve girêdayî ye ez neçar bûm ku bi hêz li dergehê rexneyan bidim Mijara ziman û rêzimana Kurdî mijareke aloz û tevlihev e bi sedema bindestbûna bi sedên salan di nava çend dewletên têvel de …
-
6 Gulan
Jiyan weha ye…
Jiyan ew e ku tu bikaribe tê de bijî. Jiyan ji bona jiyandinê jiyaneke nû dide mirov. Di jiyanê de tu rastî gelek tiştan tê. Lewra jî divê tu bikaribe jiyanê binasî, wê bizanibe û nas bike da ku tu jî bikaribe bijî. Lê yên jiyanê xweş dikin û reş dikin jî mirov in. Carna me re dibêje ku mirov jiyanê û …
-
4 Gulan
Çanda qedîm: Erbane
Li ser axa Mezopotamyayê, yek ji amûra muzîkê ya herî qedîm erbane ye. Dengê vê enstrumanê, bi destê jinên Cizîra Botan, ji nû ve olan dide. Bi saya mamosteyê dildar, bı hezaran jın hînî erbaneyê bûn. Erbane, Edet û kevneşopîya hezar salan a Mezopotamyayê ye.. Li Cizîra Botan, bi xêra mamosteyê dildar, gelek kes hînî vê amûrê dibin. Mamoste dixwaze …
-
4 Gulan
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û Rojnameya Roja Nû
Îro (3)ê gulana 2019an, 76 salan de di ser weşan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin. Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan – …
-
2 Gulan
Rojiyên Kurdên Êzdî
Em kurd tim qala yekitiya neteweyî dikin û em hev sucdar dikin. Ew dibêje, tu destûr nadî ku em bibin yek û yê din dibêje, na tu destûr nadî. Yek dibêje, sedem dînê te wisa dibe yê din dibêje, sedem bê dîniya te… Bi min em tev jî di vî warî de sucdar in. Ji ber ku em her kesî …
-
1 Gulan
Aborîya Ku Nabore
Peyasa serbest, xistine serê te û te jî ji wan bawer kiriye. Gotine kaniyên li ser erdê sinordar in; lê hewceyên mirovan bêsînor in û te jî qebûl kiriye. Dibêjin ku tu pereyên xwe gelekî çap bike wê bêqîmet bibin. Ku tu bi ya min bikî tu bi werîsê xelkê nekeve bîrê. Tu ji derveyî welêt bi zêdekirin krediyan tînî …
-
1 Gulan
Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)
Beriya Mêrdînê; Romana Jînenîgariyê Rêzbendiya xelekên wê jînenîgariyê, li gorî dem û qonaxan hatiye, hinek caran jî, li gorî bûyer û bîranînan hatiye dariştin, herwiha bûye bi şêweyê nivîsandina dîroka wê herêma ku rûberê wê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û dike yek parçe, lê di navbera wan de, têlên sînor hatine danîn û ew rûber, li …
-
1 Gulan
Mertala Dinyayê: Qada Manyetîk
Bi sedsalan e mirov bi pusûlayê dikevin rêya û li gor wê berê/alîyê xwe dibînin. Bi taybetîkeştî/gemî dema di behrê de diçûn û li dora wan ji xeynîavê tiştek xuya nedikir pusûlayêrêya wan ronî dikir û li gor wê dizanînbi kîjan alî ve diçin. Di sedsala 17 an de hat fêhmkirin ku dinya weke meqnetîzê ye û pusûla herdem berê …