Yearly Archives: 2019

Hezîran, 2019

  • 17 Hezîran

    Li Kobanê yekem pêşangeha pirtûkan hate vekirin

    Li bajarê Kobanê yekemîn pêşengeha pirtûkan ji aliyê Desteya Çand û Hunerê yê Herêma Feratê hat vekirin. Di pêşangehê de zêdetir ji 4 hezar pirtûkan tên pêşandin. Pêşengeha pirtûkan ku cara yekemîn li bajarê Kobanî tê vekirin, gelek weşanxane û pirtûkxane ji deverên Rojavayê Kurdistanê tê de beşdar in. Di pêşangehê de, hejmarek ji rewşenbîrê Efrînê yên koçberî Kobanê bûne, …

  • 17 Hezîran

    Googleê ji dezgehên çapemeniyê 4,7 milyar dolar qezenc kir

    Hûtê teknolojiyê yê Amerîkan Googleê, ji berhemên dezgehên çapemeniyê yên ku online xizmetê pêşkêş dikin, par 4,7 milyar dolar dahat bi dest xist Hûtê teknolojiyê yê Amerîkan Googleê, ji berhemên dezgehên çapemeniyê yên ku online xizmetê pêşkêş dikin, par 4,7 milyar dolar dahat qezenc kir. Li gorî lêkolîna yekîtiya pîşeyî ya çapemeniyê ya Amerîkan News Media Allianceê, Google ji bo …

  • 16 Hezîran

    Di 27 Saliya Oxirkirina Mîrzade Rewşen Bedirxan De

    Di roja 01.06.2019’an de, (27) sal di ser koçkirina Mîrzade Rewşen xanim Bedirxan derbas dibe. Rewşen Bedirxan eva ku ji berî 78 salan ve di kovara Hawarê de wiha ji jinên kurd re gotiye: (Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko nifşê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran …

  • 16 Hezîran

    Xem – Helbest

    Xema dilê jar tu yî sebra ber bêhna min tu yî qêrîna bêdengîyê tu yî hezkirîya dilê min tu yî jarim li ber evîna te naghêjim ber sîya te hêvîdikim ji hezkirina te dil soj û bêrîya min tu yî Agirê dojeha evîna min sewt û qêrînîya helbesta min dengbêj û xweş bêja min sebr û sikûneta dilê min tu …

  • 16 Hezîran

    Nasê Min – Çîrok

    Ji nişka ve dengê lêxistina derî hat gum gum gum. Çaya ku min nû demkirî bû û bi awayekî mestbûyînî vedixwar. Di gavê de çaya xwe danî wê derê û çûm ber derî; – Kî ye? Bêhnekê sekinîm ji bo ku navê xwe bibêje paşê derî vekim. -Kî ye??? Tirseke sar laşê min wekî ku gurê birçî diçe nêçîra xwe …

  • 16 Hezîran

    EDEBIYAT Û GUHERTIN

    Edebiyat/wêje bi taybetî jî roman her diçe digehure, xwe nû dike. Teknîk û stîla nivîsîna romanê nûjen dibe. Metoda nivîsîna romannivîseran, mijar û naveroka berheman, tevn û lihevanîna bûyeran bi şêweyeke modern pêk tên û mirov ferqa vizyona berhemên klasîk û yên modern dibîne. Romannivîserên cîhanê bi afrandina berhemên xwe yên edebî ku her yek bi şêweyeke hatiye afirandin, edebiyata …

  • 11 Hezîran

    Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt li benda berheman e

    Egîtîm Sena Amedê ku her sal Pêşbaziya Şerzan Kurt a Çîrokan dide dest pê kirin, ji bo ya 9’emîn derî vekir. Yên bixwazin heta 15’yê rezbera 2019’an divê berhemên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbaziyê. Pêşbaziya çîrokan bi kurdî û tirkî ye. Di nav endamên juriyê yên beşa kurdî de  Şener Ozmen, Îrfan Amîda, Gulgeş Deryaspî, Bahoz Baran, Weysel Tirpan, …

  • 6 Hezîran

    Bêhna Dara Sincê Ya Dilawer Zeraq

    1-Hûn nikarin min li ser çokan bixînin; çimkî ez li ser lingan hatim dinyayê, dixwazim li sere lingan dinê biterîkinim. Min ji kal û pîrên xwe da wiha dît, dixwazim ji zar û zêçên xwe re –li ser lingan jîyan û mirin- bihêlim. Hûn avên di çokên min da diherîkin nabînin. Hûn çiyayên di çokên min da bilind dibin nabînin. …

  • 3 Hezîran

    DI EDEBIYATA KURDÎ DE ROMANTÎZM Û SEMBOLÎZM

    Kurd romantîk in. Jiyana Kurdan romantîk e. Jiyana her Kurdekî dikare bibe romanek romantîk. Di berhemên edebiyata Kurdî yên klasîk û modern de romantîzm cihekî girîng digire. Di edebiyata Kurdî de sembolîzm jî cihekî taybetî digire. Gelek berhemên edebiyata Kurdî bi romantîzm û sembolîzmê hatine nexşandin. Her çiqas sembolîzm û romantîzm piştê salên 1800ê li Ewropayê wek herikandinên -ekolên- edebî …

  • 3 Hezîran

    Gelê canik û camêran ma qe pozê we naşewite?

    Di malpera wikipedia.org de ji boy hemû zimanan gotar tên weşandin. Wîkîpediyakurdî ji aliyê hejmara nivîs û gotaran de gellek li paş maye. Wîkîpediyaya îngîlîzî: 5,870,165 gotarên bi îngîlîzî hatine nivîsandin. Wîkîpediyaya romî : 328.793 gotarên bi romî hatine nivîsandin Wîkîpediyaya kurdî: 25.861 gotarên bi kurdî hatine nivîsandin Divê em ji boy siberojê, wîkîpediyaya kurdî dewlementir bikin. Eger her Kurdek …