Bahol Ya Çiya Mazî

-1-

Nizanim ez ê hîn çend carên din “Di Morgê De” bimînim, hîn bi çend kesên din re Di Morgê De bimînim. Lawên min li ser serê min dimirin, keçikên min di bin lingên min da can didin. Axa welatê min bangî bedenê min dike. Xwezîyên min li ser zimanê min dibin bîzotek agir, dişewitim.

Gelo, agirê dojehê çito bû? Gelo, “Di Morgê De” hîn ez ê bibim bendeyê çend qiyametan? Gelo dayika min bi girî û qêrînên xwe gora umrê min nekolibe? Ji bo çi morg teng dibe yan jî reş dibe? Ji bo çi hêvîyên min kurt dibin? Ji boy çi dayika min ne li ba min e? Û Ecdad di rûye neviye xwe da winda dibe; neviyên bênav di çavên kal û pîrên xwe da kom dibin. Qet qîymeta nasnameye tune ye, kes kesî nas nake.

Kes derde Ecdad nek0şîne. Ecdad em bûn, em yanî hemû Kurd. “Dadgeh”, ezmûna Xwedê bû. Tim Qabîlek dihat û Habîlek di hundirê min da dikuşt. Qabîl, rûreş bû, bi xof bû, zordar bû; lê Habîl rûsipî bû, ronî bû, rehet û sekin bû.

-2-

Wê rojeke “Dadgeh”a Xwedê werê damezrandin. Hemû Habîlên li ser dinyayê wê “heqê xwîne xwe” bistînin ji Qabîlan. Ew roj ne dûr e. Ew roj ji rojê rewnaqtir e, ji şahtamaran nêzîktir e, ji axê rasttir e. Ew roj ji avê zelaltir e, ji demê zûtir e, ji bê bileztir e. Ew roj ji mûyan ziravtir, ji şûran tûjtir, ji pira sirate mezintir e.

Di Dadgehê da tenê xwînên hatibûn rijandin diaxifîn. Xwînên mazlûman, xwînên feqîran, xwînên xerîban, xwînên bindestan, xwînên êtiman, xwînên mihaciran, xwînên sirgûnan, xwînên çavên dayikan.

-3-

“Şervanê Tirsonek” ne aîdê vê dinyayê bû, ne aîdê vê zêmani bû, ne aîdê xwîne kuştinan bû. Şervanê Tirsonek aîdê hibra şeve bû. Zindîyan xwîne hev li ser axê da dirêjand lê Şervanê Tirsonek di bin axê da, bi hibra can û giyana xwe çîrok dinivîsand, lêpirsin dikir.

Çek û çûk. Çek aîdê wan bû, çûk aîdê Şervanê Tirsonek bû. Wan bi çekan hevdu dikuşt lê Şervanê Tirsonek bi çûkan re difirî, di ezmanên xwe da.

Yên ku di dilê min de kozikan dikolin kî ne? Ji kû derê hatine? Ji min çi dixwazin? Ez ne peyayê kozikan im, ez mêrivê şikeftan im. Daxwaze min î dawî: Di şikefta umra xwe da bi pûrgê çûkan, bi hibrekê şev û sivik, tari û rezberik, çîrokeke bêşer nivîsandin.

-4-

Lo Zewêdiyo! Tu nizani ku hemû çarşemên me reş dibin, zer dibin, sor dibin, qehweyî dibin, şîn dibin, kesk dibin lê tu caran sipî nabin. Tu caran çarşemekê me yî sipî boz nabe. Tu caran çarşemekê me yî weki berfa avî nabe. Tu caran çarşemekê me yî weke kulîlka qawanê nabe. Tu caran çarşemekê me yî mîne tavê germ nabe. Tu caran çarşemekê me yî zerîn nabe. Lo Zewêdiyo! Tu jî dizani “Lê ku Çarşem Neyê?”

-5-

Lo Mozo! Tu niha qutiye ku paçekî sor tê da diavêji behrê lê tu jî dizani ku nikani ji “Bahol”ê emrê xwe, ji Baholê hemû bîranîn û xatireyên xwe, ji Baholê hemû xewn û xeyalên xwe, ji Baholê hemû êş û janên xwe, ji Baholê hemû tirs û xofên xwe birêvi. Bahol, pevajoyê hebûn û tunebûne te bû. Tim di nav berê du hîçbûna da bûyî; hîçbûnekê hişk û hîçbûnekê şil. Tim di nav berê du rêwîtîyan da bûyî; rêwîtîyeke şênber û rêwîtîyeke rezber. Tim di nav berê du çîroka da bûyî; çîrokeke gundên berê, çîrokake metropolên nûjen.

Lo Mozo! Tu nikani ji dilê xwe birêvi. Yê ku di Baholê te de tenê dilê te bû; dilekî tim bi kul û keder, tim bi lîyan û leylan, tim bi elem û kelem. Ji boy vê te hîç renge sor hez nedikir, tu tim ji tişt û miştên sor dirêvi. Ji boy vê gangilokên sor li ser dilî te de vedikin. Lê jiyan sor bû, mirin reş bû di çavên te da. Tim jîyan têkdiçû û mirin serdiket. Te bi çavên xwe dîtî bû, dil siftê sor dibin, paşê reş dibin. Xwezî, te şûnê we paçê sor, dilê xweyî qulqulî biavêtiya.

-6-

Tim di “Leylan Cafe” da bendê Derdo me lê dizanim Derdo nê, li ber pirtûkan rawestime. Çavên min çivîkê Derdo digerin lê dizanim wê jî nê. Agirê dilê xwe bi pirtûk û çivîkan geş û gurr dikim, lê heta dawiye naşewite dilê min. Tim di bin xwelîye dilê min da bîzotek êgir dime. Derdo têye, bi girî û hêsirên bîzote êgir geş û gurr dike. Paşê nabe, radibe pirtûk û çivîke xwe diavêje li ser bîzote êgir. Ew jî pê nake, pitşre xwe diavêje nav êgir. Derdê dilê me hemûyan eynî bû: Pirtûk û çivîk. Her ku dem dibihûre, li jêr pirtûkên me, li jor çûkên me kêm dibin.

-7-

“Însizê Benderuh” çi qes dişibe rawestgehên emrê min. Kes li rûye kesi nenêre. Kes newêre çavên kesi binêre.  Yên ku di qehweye da li ser termên xwe qûmar dilîstibûn. Kî ewil têkdiçû, terme wî radestî axê dikirî bûn, piştre termên din radestî axê dikirî bûn. Di dawîye da tu term nedima. Yên Hargulî çîrokê welatê xwe bîr nekiribûn; yên ne Hargulî çîrokê welatê xwe bîr kiribûn. Ji sed mêriv da tenê deh û panz deh merivan çîroka welatê xwe bîr nekiribû, deh û panz deh mêrivan rûdiniştin û radibûn digotin “Hargulî, Haargulî…!”

-8-

Evîne gulleyê xwe yî reş di hêlê rastê da berê min da bû. Her kes û her tişt reş bû: Dil reş bûn, ewir reş bûn, pêşeroj reş bû. Tu jî nikani vê babelatê safî bikî Dozger Beg! Kes nikane wê babelatê safî bike. Kes nikane gulên di dilê min da abad bike. Kes nikane min ji vê tari û bêgaviye derxîne. Evîn hîç tune bû, evîndar têkçûbûn. “Ma Ez Çep im?” Dozger Beg. Lê bêdengiyekê xedar û pîs di hêlê rastê da gulleyekê reş berê min da bû.

-9-

Tenê bêhntengî hebû, di jiyana mirovên nûjen û moderîn da. Dawîbûne bi bêdawîbûne nedikir. Sînor li ser bêsînorbûne nediketin. Yanî di mêzîne mirovên niha da tim kefê sînor û dawîbûne giran dihat. Mirovên pêşverû di golan de behr xeyal dikirin lê dizanibûn ew behr gelek dûr bûn. Bi wan lingan rêye jiyanê nedihat meşandin. Gilî û gazincên “Ev Jî Nig In Qey?” beyhude bû. Nig ne, lê ewil mejû hevketibûn, paşê dil çelqîyabûn. Di dawîye da pergala derûniye û psîkolojîye, ahenga ruh û can, bane beden û giyanê qetiyabû.

-10-

Apê Xelef  “Di Serşokê de Miriye.” Apê Xelef rûyê civake ya xuyayî bû; lê Sîno rûyê civakê ya nexûyayî bû. Rûye Apê Xelef demkî bû; rûyê Sîno daîmî bû. Yên mîne Apê Xelef bi pistepistê dimiribûn; lê yên mîne Sîno bi qêrîn dimirî bûn. Apê Xelef tim di tarîye da yeki/yeke din dikuşt; lê Sîno tim di ronahîye da dihat bendeyê xwe, tenê zarar dida xwe.

-11-

Her kes bi hev re “Xeyidî” bû; ruhê her kesi darbeyekê xedar xwari bû, di derûniya her kesi da çewtîyek hebû, di psîkolojîya her kesi da xeletîyek hebû. Xeyîdandin bibû qederê her kesi. Lawik di dayika xwe da winda dibû; dê di keçika xwe de têkdiçû bû; kur di bavê xwe da com dibû; bav di kurê xwe da werdi bû; nevi nedigêhişt têgehên kal û pîrên xwe; kal û pîran neviyên xwe nas nedikir. Xeyidandin bibû nasnameya me. Li jê revandin tune bû.

-12-

“Erebê” min e, were em bi hev re Mêrdîneka nuh ava bikinî, bajarekî din damezirinî, bi evîne, bi hez kirine, bi aramiye, bi aşîtîye, bi dilsoziye. Li ser axa Xwedê hinek diherin û hinek tên; ma vê carê em bi hev re niştecîhe vê axe bibinî.

Erebê min e, hemû Partîyan di hêlekê da berda û were em bi hev re kilama kevoke û sitrana beytike bibêjinî.

Erebê min e, hîna bike ku we sibê ne dûr e.

-13-

“Serpêhatiya Min Î Ber Derî” hêj xilas nebû, di mejûya min da didome. Di şevekê Xwedê da bi emira Xwedê derîyek tê girtin lê hezar derî vedibin. Ez bi fikr û ramanên xwe, bi hizr û pirsên xwe hemû deriyên di hundirê xwe da vedikim, hiş û dilê xwe azad dikim.

-14-

Her kes di jiyana xwe da “Rêwî”ye yeki/yeke din e, yanî em her dem yeki/yeke din di xwe da terk dikinî, di yeki/yeke din da rêwîtîya xwe didominî.

Şev û roj, reş û sipî, jêr û jor, nêzîk û dûr, em tim rêwîyên xwe û yên din in. Yanî di jiyanê miravan da gehiştin û veqetandin, çûyîn û mayîn, gerbûn û rabûn tune ye, tenê rêwîtîyeke bêdawî heye.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply