Jiyan weha ye…

Jiyan ew e ku tu bikaribe tê de bijî. Jiyan ji bona jiyandinê jiyaneke nû dide mirov. Di jiyanê de tu rastî gelek tiştan tê. Lewra jî divê tu bikaribe jiyanê binasî, wê bizanibe û nas bike da ku tu jî bikaribe bijî.

Lê yên jiyanê xweş dikin û reş dikin jî mirov in. Carna me re dibêje ku mirov jiyanê û yên tê de dijîn, dinasî lê gelek caran weha dernakeve. Ji ber ku mirovên li gor berjewendî, qaîde û şertên xwe dixwazin bijîn, piraniya wan ji bona jiiyana xwe, ya gelekên din têk dibin û piştî wê têkbirinê jî dijîn.

Jiyan li gor vê zagonê ango qanûnê her berdewam dike. Di vê jiyanê de hin weke dixwazin dijîn. Hin jî ji bona mirovahî bijî, kar û xebatê dikin û di şertên zor de dijîn.

Ji ber pêşiyên me gotine ”Hin dikin û hin dixwin”. Li gor min ev gotinek rast e ku tim jiyana mirovantiyê de jiyaye û dijî.

Carna hin zagonên ji xwe ber ango ne nivîskî ji ber pêdiviya civatê, wan bi xwe pêk anîne, hene ku tu, em û ew nikarin wê biguherin, loma mirov carna diweste û dibêje; ”Ez nikarim bi wî/ê ma nikarim bi xwe jî…”. Dest ji gelek kar û barên delal dikişîne.

Tu carna li ser mijareke girîng bi salan jiyana xwe, keda xwe, bala xwe, mejiyê xwe û temama xebata xwe didiyê, lê tu dibêje hinên din ku qet ked û zehmetî nadeyê ji te bêtir, dixwe, bi qîmet û rûmet dibe.

Ev yeka han carna li mirov weha dike ku mirov ji xwe ji jiyan û ji dinyayê aciz dibe, dixwazî di kûrahiya şevreşekê de wenda bibe, da ku kes te nebîne û êdî tu wan kesên li ser keda kesan rûdinên û zikê xwe mezin dikin, nebîne.

Lê jiyan îmkaneke weha nade mirov, jiyan li mirovan weha dike ku tu mecbûre li gel wan kedxwaran, li gel wan şelaf û derewînin bijî û tu dijî jî.

Tu dîsa dijî û li gel vê jiiyanê dîsa berxwe dide. Karê ji bona bûyerên qirêj ku hatine serê gelê te kar dike, xebatê dike, bi salan kedê dide, lê mixabin dîsa wan kedxwarana, wan derewîn û şelefana naxwazin û nahêlin ku wê keda te, di şevreşa welatê te de bibe findek da ku wê tariyê rohnî bike.

Tu dîsa sar dibe, destên xwe ji hemî karên ku te bi salan ked dayê dikşîne, demekê weha dimîne lê wîjdanê te, dilê te, mejî û ruhê te dest nade ku tu li hember wan qirêjana bê deng bimîne.

Lewra mirov dîsa dest davêje karê ku mirov pê ve rabû ye. Ji nû de ji bona jiyaneke xweş û aram tu pêşkêşî gelê xwe bikî di nava karan de tu dîsa xwe wenda dikî. Lê dema tu serê xwe radike dibîne ku ji bilî kedxwaran şelef û derewînan tu kesên din nabîne.

Ji ber ku jiyana niha di destê wan kesana de ye. Civatê jî reng guherî ye, li hemberê vê nikare dengê xwe derxe. Dîbîne lê nabêje, dibihîze lê xwe kerr dike. Sedem jî ji ber berjewendiyên sexsî ne.

Wan tu dorpêc kirine, naxwazin û nahêlin kesên dilsoz camêr û xebatkarên welatê xwe, van kar û zehmetên te bibînin. Ji ber ku ew baş dizanin dema ew kar û xebatên yên te ji bona gelê xwe kirine bê dîtin, wê demê dê derewçîn, şeleftî û kedxwarina wan jî diyar bibe. Aha ev ê ji bibe sedema dawî anîna wan..

Ev şer û berxwedan her berdewam dike heta ku rêyek bê agahdariya wan kedxwaran ji bona mirov vebe. Vekirina rêyeke weha jî ne hêsane, wext û demekê dikşîne. Divê pişta te xurt be û xalekî te ê qerase hebe.Ya na tê her vê zehmetiyê bijî…

Ji ber vê dema dirêj de ku hin nema tehamul dikin û dest ji kar bi temamî dikşînin ku ev ji xwe daxwaza wan kedxwar, şelef û derewînan e.

Divê mirov bikaribe, di vê jiyanê de bijî, berxwe bide ji bona çend kesên ji kar û zehgmetiyên te fêda wan hene venegere…

Divê mirov berxwe bide heta ku mirov bi ser ket, ji ber ku serketin tim dibe para mirovên xebatkar, durust, rast û dilsozê gelê xwe.

Wê wext bigire lê qanûna jiyanê jî ev e. Di jiyanê de hin kesên kedkar, xebatkar û zehmetkêşên gelê xwe nayên dîtin û nayên xelatkirin û pîrozkirin. Lê dema dimirin tiştê heq jî nekiribe jê re tê gotin û didinê…

Yanî ji bona ked û xebatên mirov bêne dîtin divê mirov bimre û ji xwe piştî mirinê jî me re tu tiştî nabîne. Heger di saxiya te de heqê keda te, xebatên te, cahd û berxweda te nayê dayîn, piştî mirinê bê dawîn wê bi çi be…

Bûbe Eser – basnews.com

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply