Aborîya Ku Nabore

Peyasa serbest, xistine serê te û te jî ji wan bawer kiriye. Gotine kaniyên li ser erdê sinordar in; lê hewceyên mirovan bêsînor in û te jî qebûl kiriye. Dibêjin ku tu pereyên xwe gelekî çap bike wê bêqîmet bibin. Ku tu bi ya min bikî tu bi werîsê xelkê nekeve bîrê.

Tu ji derveyî welêt bi zêdekirin krediyan tînî û bi zêdekirineke kêmtir, didî yên derdora xwe. Ew deynên ku te ji derve anîne bi xerantiya xezîna dewletê ne û dawî jî wê ji bêrîka me derkevin. Tu li ser navê me bi Xwedê û pêxemberê wî re dest bi şer dikî. Ti xêr di vî şerî de nîne, encama wê eşkere ye. Ti bereket di têheva xebat, mal û milkê me de nîne. Tu çiqasî xwe biqeherînî, kirasê xwe biqetînî û bibêjî, hêzên mezin bi me dilîzin, jî bêfê de ye. Bi çirên çavan û dilopên pozan mal nacive.

Ev neboriya me li ser kirîna ji derve ava bûye. Hemû tiştên me ji derve tên. Ew dexl û berên ku em ji derve dikirin biha ne. Tu çiqasî bikşînî jî têra me nake. Bi pariyê xelkê, zikê mirov têr nabe.

Tu dikî ku em bibin heyranê şarîstaniyên biriqandî. Ew tenê difroşin me, nahêlin ku em çêbikin. Divê mirov bi meqesê xwe bibire û bi derziya xwe bidirû. Bi alastinê zik têr nabe.

Her ku peyase disekine, tu teşwîkên projeyan diyar dike; lê bi ava hindik aş nagere. Her çendakî ku di benqeya navendî de dolar û avro namînin  diçe bi zêdekirin  dovîzan tîne; lê tenûr bi fis û tiran germ nabe. Ne ku tu bixebite û li ser lingê xwe bimîne, tu nagihê aboriya rast.

Em pesnê xwe bi faîz û qrediyên kêm didin û bi vê heramiyê cotkaran destek dikin; lê bereket di dahatên cotkaran de nemaye.  Em ji derveyî welêt goşt dikirin, kayê dikirin, genim dikirin. Lewra hilberî, gelekî biha tê ser cotkaran. Ka ji derve tê, bahayê hilberiyê radibe. Ku goşt ji derve tê cotkar karê nake. Aborî weke cotekî ye, bi geyekî cot nabe.

Tu bi devê xwe dibêjî ez faîzê naxwazim û emê pê re şer bikin; lê tu bi Xwedê û Pêxemberê wî re şer dikî; lewra hê jî benqeyê dewletê bi xwe di nav faîzê de ne. Bi vir û derewan mal ava nabe. Dema ku tu dipeyive ji xelkê werê ku hineke din reqamên faîzê bilind dikin. Tu ji gel re xweş dikî; lê çi fêde bi stranekê mirov nabe dengbêj.

Em ne xwediyê pereyên xwe ne. Hê em nikarin pereyên xwe çap bikin. Navê ku li ser pereyan hatine nivîsandin peyv bi peyv ne yê dewleta me ye. Li hemberî dovîz û zêran pereyan çap dikin. Ew dovîz jî deyndariyeke kambaxî ye. Tu çiqasî ji derve bînî jî tu di ber me re naçî. Bi fis û tiran hemam germ nabe.

Ku qrîz derdikeve, xwediyê peyasê şîretan li te dikin. Dibêjin ku dolar rabû faîzê zêde bike wê dolar dakeve. Tu bi ya wan dikî dolar dadikeve; lê çendekî din dîsa radibe. Tu di nav destê van canbazan de bûye qirdik. Ew li fêda xwe digerin. Dixwazin keda me bêked ji xwe re bibin. Bi tajiyê xelkê neçe nêçirê.

Te gelek mirov bi meaşekî kêm an jî bi xêreke seravde kirine hewcedarê xwe. Mirov bi nanekî navdar nabî, bi darekî mêrxas nabî. Ev aboriya ku nabore wê kengî derbas bibe?

Deyn bi dayînê, rê bi meşê diqede. Te herkes ‘elimand rehetiyê. Herkes dixwaze bêked bibe xwedî pere. Ev rehetî ne ji qenciya me re ye. Lewra ji xwe ‘emrê me nagihê dayîna wan deynan îcar ew bar di stûyê neviyên me de ye jî. Deyn bi deynan naqede.  Divê em bi nikilê xwe biçêrin û bi lingê xwe bigerin.

Pere ne mal e. Yên ku weke mal lê dinerin, bi aboriya faîzê tevdigerin. Divê pere her dem di peyasê de bigere. Lê ew bi qastîka pereyan di cihekî de disekinînin da ku ji pereyan, pereyan bikesibînin. Pere weke xwîna di bedena mirov de ye. Divê herdem di laşê me de bigere yana nexweşî di civakê de peyde dibin. Divê em bi deyn bidin hev; lê ne bi zêdekirin. Divê benqeyên dewletê bê faîz qrediyê bidin hemwelatiyan. Divê em bi destê xwe, pişta xwe bixwirînin.

Aborî divê bibore, ku nebore ne ji me re…

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply