Tag Archives: Ceribandin

Nîsan, 2022

  • 10 Nîsan

    Çil Hedîs

    Bêgûman jiyana pêxember şîret e. Kirînên wî û gotinên wî ji bo hemû misilmanan rêber in. Bawerîanîna bi Xwedê bawerî bi pexember anînê jî bixwe re tînê. Çimkî Xwedê xwe bi pexemberan dide nasîn. Kirin û gotinên pexemberê dînê îslamê hazretê Mihemed di lîteratura îslamê de wek sinetê tên binavkirin. Ji bo gotinên wî jî nemaze hedîs tê gotin. Li …

Adar, 2022

  • 10 Adar

    Keskesor

    Ez xwediyê heft pênûsan im. Pênûsên min di navbera mor û sor de diçin û tên. Ger nivîsa wan şîn dibe ger zer ger caran kesk dibe lê tu carî reş û sipiyê ji bîr nakin. Ez bi van pênûsan reng didim jiyana xwe. Dema ez tî dibim ava min a vexwarinê ne, dema ez birçî dibim xwarina min a …

Rêbendan, 2022

  • 27 Rêbendan

    Cerrebeyeke Hewante

    Di nava destşuştinê û bawerkirinê de çûm û hatim, hatim û çûm. Ji bo neyêm bîra xwe, înkara xwe bikim; min xwe bi tiştinê din ve şitexiland û şitexiland. Lê, li ser meseleyê televîzyon venebûn; e-maîlek, peyamek ji min re nehat ku ew ê bibûya xelaskara min a ji vê derê. Çavên min bi kitêbinan ketin, min çiraya ber serê …

  • 13 Rêbendan

    Nûbûnek / Guhertinek Pêdivî ye Lê Çi?

    Ez pênûsê digirim destê xwe û bi destê din jî rûpela defterê digirim da ku neyê girtin. Ez nikarim tiştekî bifikirim, vê carê ez dest bi tiliyên xwe di ser klavyeyê re dikim. Dûv re agahiyek ji hêla rastê ya jorîn a ekranê ve diheje dest pê dike. Di heman demê de, telefon lê dikeve. Û dîsa, berî ku ez …

Îlon, 2021

  • 5 Îlon

    Aliyekî Me Şîn e, Aliyekî Me Şahî Ye – Abdurrahman Aydoğdu

    Îro li gelek bajarên me agir dibere, li her derê:“zarok, ciwan, dê, bav, dapîr û bapîr têne kuştun.”Her roj em dilê xwe digirin, dest bi diayan dikin: “Înşala em ê îro nûçeyên kuştinê nebînin” Lê mixabin her roj em agahiyên mirinê distînin… Êdî mirin ne tenê ji bo kesên dijî heye,êdî mirin bû ye para her kesî, êdî pitikên di …

  • 3 Îlon

    Sê Meselok – Cüneyt Yazıcı

    SEBRA APÊ KAL Kalekî hildaye tevr û bêrekî çiya dikole. Xortek lê rast tê û piştî silavdayînê,jê dipirse : “Apo te xêr e,tu bi tevr û bêrê pê ketiyî vî çiyayê bilind dikolî ? ” Apê Kal got:”Birazî,li biniya vî çiyayê mezin zeviyeke min heye. Ji ber ku çiya bilind e,nahêle tav bi zeviya min bixe,çandiniyeke baş çêna be. Min …

  • 1 Îlon

    Ew Roj

    Bihar bû, bihareke zû. Li çiyayên welatê me befir hatibû. Serê çiyayên welêt ji berfê sipî    bibûn. Li çiyan reşbelekî hebûn. Li gundan, li hinek bajaran sahî hebû. Lê pêşiya      hingê… Pêşiya hingê şeva reşa qetran ketibû ser welatê me. Rojê ronahiya xwe nedida. Tavê germiya xwe nedida perasî/parsuyên ji sirê seqem girtî. Deşt û zozan, newal …

Tebax, 2021

  • 29 Tebax

    Bi Çend Hevoka “ÎNSAN” – Mîr MILANÎ

    Êş, keder, xemginî, nexweşî û destêşî tenê ne wesfa/hesleta însên e, lewra ajal jî êşê dikişine, xemgîn dibe û bi êşa laşê xwe dikeve cenceretek mezin.. Gelo tenê wesf û hesletên însaniyetê çi ne û li ser jîyana însên bi çi şêweyê/şeklî diyar dibe? Ev pirs hem hêsane/asan e hem jî zor e. Rastiya vê gotinên me de heqîqetek ê …

  • 27 Tebax

    Min Got Pênûs Girîya – Diyar SOZDAR

    Cergê wê tije bibû, ji axîn û janên sedsalî. Hesret û hizora xwe ji nava xwîna keliyayî a bedena westiyay çirçirand. Here kîjan birîna bedena vê axê derman bike , kîjan rupela dîrokê bigoherîne, kîjan sinorên mirinê pak bike ji çîrokên veşartî, kîjan helbest u romanê ji dilê welatê rojê binvîse û bixwîne. Yekîtî û zanîn u jîr pêwîstin ji …

  • 25 Tebax

    Seyda û Feqî

    “Piştî xwendina van ayet û hedîsan, Feqî ‘Evdilla pê hesiya ku heyat û jiyana wî, ya Seyda û Milletê wî ne li gor wê heyat û jiyana ku ayet û hedîs dixwazin e. Wî qasî Feqî Evdilla pir xemgîn û melûl bû. Feqî: Ax ax… Seyda: Xwedê xêr bike Feqiyê min ev çi axîn bû te ji kezebê kişand? Feqî: …