Cerrebeyeke Hewante

Di nava destşuştinê û bawerkirinê de çûm û hatim, hatim û çûm. Ji bo neyêm bîra xwe, înkara xwe bikim; min xwe bi tiştinê din ve şitexiland û şitexiland. Lê, li ser meseleyê televîzyon venebûn; e-maîlek, peyamek ji min re nehat ku ew ê bibûya xelaskara min a ji vê derê. Çavên min bi kitêbinan ketin, min çiraya ber serê xwe dîsa pêxist, a ku ji min we bû ku dê vemirandina wê xeweke min bianiya ku li hişyarbûna wê ez ê bibûma yekî din.

Û kitêbên di nav destên min de, ên ku min bi şehweteke nedîtî, beriya beringê ji bergên wan ve dest bi xwendina wan kiribû, ez nekişandim hundirê xwe; çimkî girêkên min li ser hev de bûbûn lod. Ji loma piştî xwendina çend rûpelan, min ew êşandin, min bi wan re pevçinî; mîna ku ew bibûn misebîbên vî halê min, min careke din ew li refikan bikês kirin –na, min repîniyeke tirsnak ji rebenan anî û ew li erdên sar gevizandin–.

Belê, min kir! Tembîha ca/dayika min bû jixwe, gotibû: “Ji bo ji dest û piya nekevî; dilikî bibe timî!” Min bi ya wê kir, yan jî min nekir. Lê ne ji bo ku ciwan bimînim û hest bi kalbûnê nekim, bes ji bo ku xwe qanih bikim ku çêdibe hişyar bibim li spêdeya xew, xewneke din wekî kesekî din; min bajar hebandin û di wan de zerî…

Serê pêşîn em bikelecan bûn û me timî heman derew kirin li hev: Xwedê giravî divê em wek xwe bimînin û divê xwe, û hevdu neguherînin ji bo hev, ji bo xwe. Lê hesabê du “ez”an, li “em”ekê nehat ti carî yan jî li “ew”ekê.

Û piştre aciz bûm ji vê klîşeya “Xwe”yê. Wek-xwe-mayîna min ev hatûçûn e ku bi qasî tevgera bîra min, fikr û peyvên min rewrewkên kesinan di ber çavên min re dibihirîne ku ji min we ye ku “ew” tevde ez im, –min hest jî ji bîr ve nekirin– lê bi qasî dixwazim nebe jî dikarim bala xwe bidim tiştekî û li peyvekê bifikirim ku beriya hingê li wê nefikirîbûm û dikarim wê peyvê biqîrim jî, ku min ev yek nekiriye tu carî. Lê ku rabim biqîrim –çêdibe beriya ku wê biqîrim peyv bi xwe tune be û cara sifre bi qîrîna min ve bê bihîstin jî– û çêdibe ku wan kesên li derdora xwe bitirsînim jî ku ew ê heta wê kêliyê bi ser vî tebî‘etê min venebûbin. Lê çawa çêdibe ku dibe mimkin û gengaz ku wan ji berê de, bi wêneyekî diyar kiribe “ez”ek û wek-xwe-mayîna min a hetanî wê kêliyê, ya ku me hevdu ji bo wê han dida? Û pirseke din: Tevî ku em bawer in ku em dikarin neşibihin wan kesên din, ewên ku berî kêlîkekê ji me ve wekî “me” xuya dibûn û mimkin e ew kes bibine kesinê din di kêliya bê de; em çawa û çilo dikarin li hev bibanin, li hev bawer bibin û bi hev re bijîn?..

Hasilî em tên ‘elimandin dibêm qey û heye ku ji hevdu bêhtir, em ji tebayin din ditirsin û vê yekê hiştibe ku em tehemilî ne-wek-xwe-mayîna hevdu jî bikin. Erê, ne-wek-xwe-mayîn! Heger şiyana me ya guherandinê hebe, mirov ê nikaribe xwe bi fikirandina wek-xwe-mayînê ve jî zêde biştexilîne.

Ên min jî pirsine derengmayînin û ji bo biservebûna bersivînan divê ji dêvla herkesî ez xwendinê ji bo xwe pêşniyar bikim. Gelo ew ê bi tenê têrê bikê, yan divê bijîm jî?..

Û bila bendeke hewantetir jî xwe zêde bike: Cih, Kurdistan seraqet welatekî guncaw e ku pirseke wilo bîne bîra kesên li ser dijîn, mimkin e ku ji dêvla wê ew rojekê li dereke din bijîn. Ez ji bo bîra kesên ku dixwazin ji dêvla me lê bijîn jî dikarim qala hebûna vê pirsê yan jî vê tirsê bikim. Ev pirsa min a axiriyê û şaxvedanên wê yên ji jiyana rojane, dihêle ku ez bibim ev kesê ku heta bi vê hevokê xwest qala xwe û çûnûhatinên xwe bikim.

Ferec Koyistanî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply