Aliyekî Me Şîn e, Aliyekî Me Şahî Ye – Abdurrahman Aydoğdu

Îro li gelek bajarên me agir dibere, li her derê:“zarok, ciwan, dê, bav, dapîr û bapîr têne kuştun.”Her roj em dilê xwe digirin, dest bi diayan dikin: “Înşala em ê îro nûçeyên kuştinê nebînin” Lê mixabin her roj em agahiyên mirinê distînin… Êdî mirin ne tenê ji bo kesên dijî heye,êdî mirin bû ye para her kesî, êdî pitikên di zikê diya xwe de jî tên kuştin…

 Mirin ji bo her kesî bû ye tiştekî asayî…

Lê mixabin tenê her roj em têne kuştinê, lewre tenê em difikirin: “Emê îro-îşev, vê rojê, vê şevê,em ê çawa li ser xwe re derbas bikin?” Em ê çawa ji mirinê xelas bibin? Em ê çawa zarokên xwe ji mirinê biparêzin?

Em di vê fikrê de ne, tenê em vê difikirin, her derê me şîn e, her derê me mirin e…

Lê mixabin aliyê me ê din jî şahî ye, her kes amadekariya sersalê dikin, her kes li dawetan e,

her kes digerin her kes li mala xwe ne, rûniştîne… Bi hêsanî hinek kesan rexne dikin…

Lê pêwîst e her ke vî tiştî pir baş bizanibe, bi; li mala xwe rûniştinê tu tişt nabe, îro ne roja rûniştinê ye, divê her kes îro dengê xwe bike yek, êdî pêwîst e, her kes li ba vî gelî mazlûman be, lewre îro mafê tu kesî tune ye îro bibêje ez li mala xwe me, jiyana min bihuşt e, kî/ê di dojehê de ye, kî/kê dimire ji min re ne gerek e… Kes nikare tiştekî wisa bibêje… Û pêwîst e her kes vî tiştî pir baş bizanibe:
“Eger îro dê dojehek bê jiyîn em ê her kes di vê dojehê de, em ê bi hevre bijîn û em ê her kes mafê xwe bikarbînîn…
Lê eger
dê dojehek bê bijîn, vê agirê vê dojehê hemû kesî bişewitîne… Bila kes nabêje kes ne xema min e. Ew rewş ji her kesî re wisa ye…”

Derbar Çand Name

Check Also

Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: 66 Saliya Hemza Begê Miksî

Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re …

Leave a Reply