PEYVA ZEND

Peyva “zend”ê yek ji wan peyvên kevnar anku Pehlewanî-Avestayî ye ku xwedî roleke mezin û watedar e, mixabin di zimanê îro ya Kurdî de zêde nemaye, lê di çend cihekî de bêkes maye.
Zend di “şerḧ, î’rab, şîrove, teḧlîl, tefsîr, rave” hwd… şênber e. Çawa dînên Erebî û Cihûyî anku Tewrat, Încîl û Qûran çawa ji aliyê mela û zanayên wan dînan têne “tefsîr kirin, şerḧ kirin, rave kirin, şîrave kirin” bêgman di dînên Zagrosî û Kurdî anku mog û pîrên Mêrî-Mîtrayî, Yarsanî, Zerdeştî û Êzîdî de jî pertûkên dînî dihatin “tefsîr kirin, şerḧ kirin, rave kirin, şîrave kirin” ku wê demê jêre digotin “ZEND” û ji raveya raveyê yan jî tefsîra tefsîrê re digotin: “PAZEND” Parzend, yanî zend û rave û tefsîra ZENDê, helbet bo zêdetir hêsan fêm kirina xelkên asayî. Avesta ji 21 neskan, 6 nesk mane. Dema arteşa îslamê gihişte Kurdistan û welatê me, hemû neskên Avestayê sojandin û îmha kirin, tenê ew 6 nesk yan jî beş man, ew jî mog û pîrên zerdeştiyê ji bo ku ew jî îmha nebin, li ser laşên xwe nivîsandin û nexşandin û jêre gotin “Nexşbend”î, lewma heta niha jî rêbazeke şêxî heye li Kurdistanê bi navê terîqeta “Neqşbendî”yê ku her heman mog û pîrên zerdeştiyê bûn, lê di berga îslamê de.
Ewên ku neskên Avestayê rave û şîrave kirin anku zend û parzend kirin, ji wan re digotin “ZENDÎK”, lewma heta niha jî di edebiyata îslamî û kesên îslamî de ji kesên (bi mantiq û fikir û gotina wan) ji rê derketî re dibêjin: Zendîq! Ango heman ew “Zendîk”ên Zerdeştiyê ku Zend û Pazanda Avestayê kirin.
Bêguman mijar û dîroka dînên Kurdî û herêmê yên berê gelek jî dûr û kûr e, em ê li vir st bin(bisekinin) û werin ser mijara xwe ku peyva “Zend”ê ye. Çend peyv ku ji heman “Zend”ê ne, di zimanê Kurdî de heta niha mane, weku:
NAMZEND: ango navê diyarkirî û rave kirî, tehlîl kirî. Mixabin niha ew jî şaş tê kêz kirin û weku “namzed”ê tê gotin ku şaş e û gerek “namzend” be yan jî “navzend”.
FERZEND: rewan bûyin û çêbûn.
ZENDEK, ZENDEQ: nivîs û raveyên deq kirî yên li ser laşê.
ZENDÎK: nivîsyar û zanyar anku mog û pîrên dînî ku pertûka Avestayê rave û tefsîr û şerḧ kirin.
hwd…
têbînî: ji endamê di navbera enîşk û destê re jî “zend” tê gotin, bi taybet di zarê Kurmancî de.
Weku em dibînin “tefsîr kirin, şerḧ kirin, î’rab kirin” erebî ne û ew ne mijara me ye, lê “rave kirin, şîrave kirin” du peyvên Kurdî ne û di niha de jî tên kêzkirin.
ra-ve=rave: di wateya tefsîrê de cihê xwe girtiye
lê peyva “şirove”yê sê caran şaş e ji ber ku:
1- peyv “şirove” nîne û “şîrave” ye ku ji du pajan pêk tê “şî+rave”, di zimanê Kurdî de “şî” tê wateya ji hev vekirin û ji hev deranîn ku ew jî tenê nemaye û tenê di nava çend peyvan de maye weku:
TEŞÎ, ŞÎKAR, ŞÎTEL, ŞÎRAZ,ŞÎWE, hew.. “rave” jî tê wateya tefsîrê weku me li jor jî amade da.
2-peyvek ji du wateya saz bûbe, bo derxistina wateya sêyemîn! Ev ne rast e û ne hêja ye jî.
3-Peyva “Şîrave”yê jî di wateya “comment”a înglîzî de çênabe ku di torên civakî de li hemberî “comment”a Înglîzî, “şirove” yan jî rastiya wê “şîrave”yê kêz dikin, ne rast e.
Karekî baş dibe weku çawa “rave kirin bo tefsîr kirin” û “şî kirin bo î’rab û şerḧ kirin” û “şîrave û şîkar kirin bo teḧlîl kirin”ê ye.
Li hemberî “comment”a înglîzî jî “zend” bê kêz kirin neku “şirove” ku sê car nerast e weku me li jor amaje da.
.
Lêkolîn:
Qendîl Şeyxbizînî
15.1.2021 – Hewlêr (pertûka “Sed û Yek mijar)

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply