Ji Weşanên NA Pirtûkeke Nû: Sûr û Toledo

Pirtûka helbestan a helbestvan Zerdeşt Cemal derçû. Pirtûka bi navê “Sûr û Toledo” ji aliye Gula Almastê ji Tirkî hatiye wergerandin. Pirtûka ku bi ebata piçûk (11×15,5) hatiye çapkirin ji 48 rûpelan pêk tê. “Sûr û Toledo”nehemîn pirtûka Zerdeşt Cemal e. Biranîn(êş)ên Şaêr di gere wi ya Toledoya de jî dev jê bernadin û dibin sedem ku ev helbest derbikeve. Em dikarin bivêjin ku qesasên jiyana emrê me Di kuncikên Destana Sûr û Toledo de Veşartîne…Ne tenê qesas herwiha lehengên weka Serbazê mirinê Ahmo jî  wek hêmayake berxwedanê derdikevin pêşberî me. Şaêr bi berhevkirina Tajo û Dijleyê  hem ji aliye dîrokî ve hem ji ji aliye rewşa heyî dide berhev.

 

…Toledo

Te xwe spartîye milên fetlokî ên Tajo

Bi xwe ewle

Destbirakê Dîjle, Tajo!

Tu diherikî bi lez

Weke tu dixwazî xwe bigihîne destbirakê xwe

Û dest bide destbirakê xwe

Dîjle…

Tajo

Li qiraxên te pornixî ne

Di cemeda dîrokê de

Şowalyên te

Tevî xelatê Madalyonên qehremanîyê

Bûne sîmbol di nava pêlên te de…

 

Sûr û Toldeya Zerdeşt Cemal hem gazinc e hem jî hawar e ku dinuqutîne bi ser çemê Tajo de; bo biherike xwe bigîhîne hawara Dijleyê.

 

 

…Îro

Hestiyên zarokên destbirakê te Dîjle…

Di qedera qonteynirên gemarê de rêwî ne

Di bêkesîya xwe de dixurrimin

Di bihara ‘emrê xwe’y ciwan de…

 

 

Nav û dengê te bilind dibe li kolanên Sûrê

Xendek li ‘emre min tên kolan

Li kuçekorên kevirî

Xweşikîya te weke ronahîya rojê

Misebiba qetla min e

Zarokên min dimirin

Siberojên sêwî ava dibin bi navê te

Toledo

Ev şi’êr rexnekirina şer e, hesab pirsîna ji qederê û vexwendnameya aştiyê;

 

…Wêrekîya min zarokên min e

Di cengê de bêserûber

Nihirîna min hilnayê di tu zimanî de

Bêmecal dimînin zarokên min

Gava bi Dîwarê Kîmyasalê’v radipelikin…

 

Zerdeşt Cemal bê hêvî nîne û dîvêje:

 

 

…Demsal, jinûve ji xwe diwelide

Careke din xwe diwelidîne

Li Sen û Benê

Li Derîyê Mêrdînê

Ji nû ve diwelidin

Ji bin axa kumSor

Zarokên min…

Sirûşa zarokên min

Şoreşgerên qehreman in, di dîroka romantîk de

Mirî careke din sax dibin

Di ‘emrê min de…

 

Elbet ev helbest di bi bandora Şerê Xendeqan de hatiye afirand, ewqas bandor li şaêr kiriye k u di geştekî de ciwantiya xwe hinda dike.

 

Geştgehek e tu, Toledo

Lê digerim

Di dîroka çîrokan de

Te di miradê xwe’y şabûyî

Ciwanî pîr kir..

 

Em bi gazinc in ji rijandina xwîna xwe; qelema şaêr me nivîsandiye.

 

…Mirina min misteheq e di bêkesîyê de

Li Toledoyê, Qetil

Li Sûrê, kiryarek ji rêzê ye

Rijandina xwîna min….

Mirov dikare; Sûr û Toledo’yê weke belgeyeke Dîrokî binerxîne. Gava bala me dikeve ser vê sedsala qambax Rewşa mirovatiyê radixe li  ber çavan Dîmenê di qelşê zemên de ava bûne Îro bûne Gûernîka li rûpelê sûretê Cîhanê…Ew birînek xedar û nekewîya’ye Lorîkên Dayikan êdî li ser dergûşên Sûr’ê dinalin bê gûman… Dîrok Behra bûyerên şaristaniyê’ye. Îro Sûr’e do Gûernîka bû Qesasên jiyana emrê me Di kuncikên Destana Sûr û Toledo de Veşartîne…

 

Zerdeşt Cemal, di sala1966’an de li Heramya/Dêrika Çiyayê Mazî/Mêrdînê ji dayika xwe bûye. Niha li Îzmîrê dijî.

 

Pirtûkên wî yên çapbûyî

1= Rimbaud’a / Şiir/1.Baskı /2012/ Weşanên Na/ İzmir

2= Yalnızken Mırıldandıklarım/Şiir/1.Baskı /2016  Weşanên Na /İzmir

3= Yaraların İmbiğinden Damıtılmış Mısralar / 2017/ Weşanên Na/ İzmir

4=Çıplak Giyinik Şiirler/1.Baskı/Şiir/2018/ Weşanên Na/ İzmir

Çıplak Giyinik Şiirler/2.Baskı/Şiir/2018/ Weşanên Na / İzmir

5= Sê Koçrewan/Şi’êr/Çapa /2018/ Weşanên Na/ İzmir

6= Mevsimleri Geç Kalbim 1.Baskı./2019/ Weşanên J&J/ Amed

7= Mevsimleri Geç Kalbim 2.Baskı 2020/ Weşanên Na/ İzmir

8=Toledo ve Sur’un düşündürdükleri /2020/ Weşanên  Na/ İzmir

İzmir

  1. Sûr û Toledo /2021/ Weşanên Na/ İzmir

 

 

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply