LO ŞEKIRO

Li gor salixdana Apê Husên, salê wî sed û deh in. Lê hîn li ser xwe ye. Gepalê di destê xwe de wek aksesuwarekî bikar tîne. Bê gepal jî wek xortekî dimeşe. Hele ku min dît ew bêrawest merdîwenê tîk hilkişiya û xwe gihande ser banî, ez ketime şikê. Min got, “Apê Husên salê min ne pênce ne ez zor hildikişim, tu çawa…” keniya. Piştî kenê xwe bona sed û dehsaliya xwe îspat bike çend bûyerên dîrokî vegotin. Min bi wî û salên wî bawer kir. Çima nekim? Her xwarineke organîk ya berê, hewa xweş û paqiş, jiyaneke bê stres û dûrî hezar qisawetên başaran… Mirî sax dibin ne ku sax bimirin.

Apê Husên Demîrtaş li gundê Bahwar yê Mîdyadê dijî. Gundekî mezin û kevn e. Li herêma Tor Abdînê ye. Ku ji Mîdyadê ber bi Hezexê ve diçî, piştî bîst kîlometre gundê Bahwar dertê pêşberî te.

Kalemêrê xweşsuhbet têra xwe geriyaye jî. Di tûrikê wî de gellek mesel û meselên, dîrok û çîrokên, serborî û serpêhatiyên ro nedîtî hene. Ji wan yek; Lo şekiro.

Min ji Apê Husênî sed û deh salî guhdarî kir. Ev bûyera rast qewimî ye. Ka em guhê xwe bidine Apê Husên:

“Berê li vê mintiqê, şekir tunebû. Şekirê ku îro em davine çaya xwe. Feqet li binxetê yanê li Sûriyê hebû. Kesên ku bi rêya qaçaxiyê diçûn û dihatin, carna şekir dihanîn. Îjar pirr jî biha bû, ma bi destê kê diket…

Li gundekî cîran şeş mêr têne cem hev. Derdê wan ji binxetê şekir anîne. Lê çawa? Camêrek fikreka ku nayê hişê şeytên davêje ortê. Devê hemûyan li hember ew plana şeytanî vekirî dimîne.

Şeş gundî radibin ji Serxetê berê xwe didine Binxetê. Ne bi qaçaxî, ji deriyê sînor derbasa Sûriyê dibin. Diçin li cem necarekî darbesteke (tabût) xwe çêdikin. Li sûkê qasî ku ji darbestê hiltê şekirê xwe jî dikirin. Tên nêzîka sînor, şekirê xwe dikine darbestê. Ku saxlem bizmarê xwe di textê ser darbestê de kutan şunda, bi paçekî kesk yê ser ayet hene darbesta xwe xweşik dipêçin. Çar camêr dikevine bin darbestê. Yek li pêş û yek jî li paş, darbesta li ser çar milên camêra têne ber deriyê sînor. Helbet ku dengê wan dikeve menzîla guhên peywirdarên li ber sînor, her şeş bi hev re şîna xwe dikin.

‘Lo şekiro te em tenê hîştin. Rebeno dûra mala xwe mir. Lo şekiro…’

Peywirdar pêşiyê fatîha xwe dixwûnin û dûra dipirsin; ‘mirî kî ye, çi ye, li ku miriye?’ Yek dibêje pismamê min e, yê din dibêje kurxalê min e… her yek tiştekî dibêje bi kelegrî. Peywirdar xemgîniya xwe nîşanî wan didin û oxir dikin.

Bi vî awayî şekirê xwe sax û selamet ji sînor derbas dikin.

Pişti çend hefta careke din ew şeş gundî diçin Sûriyê, şekirê xwe dikirin, dixin nav darbestê, tên ber sînor û dest bi şîna xwe dikin; ‘Lo şekirê, bextreşo şekiro, rebeno şekiro…’

Vê carê jî bi selametî şekirê xwe ji Binxetê derbasa Serxetê dikin.

Ji ser sefera duyem re du hefte derbas dibe an nabe şeş camêrên dev tehmijî bi heman awayî diçin, darbesta xwe tije şekir dikin û li ser milê wan tên deriyê sînor. Dest bi ‘Lo şekiro lo şekiro’ dikin. Ev şîna wan bala peywirdarekî dikişîne. Dibêje, ‘Serê we sax be. Navê rehmetî çi bû?’ Ji wan yek dibêje, ‘Kurapê min bû, navê wî Şakir bû, me jê ra digot Şekir. Pirr mirovekî şêrîn bû. Loma me…’

Peywirdar gotina wî dibire; ‘Xwedê lê were rehmê. Çend hefta berê jî Şekirekî we mir ne wisa?’

Ji şeş camêran yek dibêje; ‘Erê wele, ew jî Şekir bû.’

Peywirdar: ‘Heyran, navê miriyên we hemû Şekir in. Hele textê ser tabûta xwe rakin em rûyê rehmetî bibînin.’

Her şeş çiqas xwe virda wêda ba didin jî fayde nake. Mecbûr dimînin devikê darbestê vedikin.

Peywirdar ku di darbestê de şekir dibîne dibêje: ‘Heyran, we Şakirê xwe kiriye şekir. Em ê niha li taziya wî çaya bi şekir vexwun.”

Abdurrahman BENEK

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply