Xewnek Dîrokî

Di zaroketîya xwe de gelek şeva min û çend hevalên xwe di demsalên payîza paşîn û zivistanê, li mala cîranê me apê Hemûd li çîrokên wî yên navdar guhdarî dikir. Di hizrên wî de cihê xwe girtibûn û weke rêze filîmekî yeko yeko digel serborîyan, bi nav û herem heta derengîya şevê gotûbêja apê Hemûd berdewam dikir. Me jî jî dil û can li apê Hemûd godarî dikir. Wê dema şevên dirêj bi çîrokên apê me Hemûd gelekî bi coş derbasdibûn.
Salên 1960- 65 wê demê gundê me ku bı navê Golîya Fileha, xwecihîyên wê ji filehên kevnarê vî gundî û mirovên bisilman ku jî derûdorê hatibûn, têkel bûn. Bavê min Rehmetîyê Mele Bihehemedê buherkî û hinek merivên me jî, jî gundê binîya Mêrdîn Buherkê hatibûn Golîya Fileha û ez piştî hatina Golîyê li vî gundê dîrokî jî dayik hatibûm dinê.
Her derek gund navê wê hebû û ev navana jî ji demên berê, nav li wan hatibû kirin. Ew erdên li derûdora gund bi van nava dihatin nasîn. ” Rîya hilêlata” Rîya Tîmarê” Cûmilqews” çend jî wan navane. Filehên gundê me di mijara olî de bi rahibê Dêra zaferanê girêdayî bûn û têkilîyên wan bê navbêr berdewam bûn.Ez bı xwe jî gelek caran bûme şahid ku Rahibê Dêra Zaferanê dihat gundême û li malên Fileha civîn pêk tanî û godarîya pirsgirêk ên wan dikir.
Filehên wê demê hosteyên kevirê şehkirî û avahîyên neqişkirî bûn. Dem û dewran zîvirî, hosteyên avahîyên bedew yên kevirên Midyadê, ji warên xwe yê hezar salan Koç bûn lê qesr xan û eywanê bi destên wan yê sinetkarî û hostetî hatinê çêkirin , hetawheta mayînde man. Heta ku ev avahîyên bedew û neqiskirî hebin nayên jibîrkirin.
Pişti demek ne dûr û dirêj xwedîyên erdê berhemdar jî ber çava wenda bûn, nema pêjna wan hat û mixabin dîrokê dubare kir ew jî jî bajarê xwe yê kevnar bê dilê xwe li dinê belav bûn.Bûn xelekek di nav refên ku koçbûne cihê xwe stendin. Dema ku çûn xatir nexwestin. Hêsir barandin û bûn serborîyên dîrokî. Navê avahîyên wan Bi hosteyên wan di dîroka Mêrdîn de ma. Bi hestên xwe, bi xatiratên xwe, bı xwestekên pêserojê ku pêk nehatin çûn û çûn. Perçeyek hestên me yê zarokatîyê jî bi xêrê birin û çûn.
Min vê şevê ev xewn dît.
Mamoste Baqî

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply