Çima NORSÎ kirin NURSÎ?

Ji ber ku NORS navê gundê Mele Seîdê Kurdî ye. Peyvika NUR jî, bi erebî navê reuhniyê ye.
Îcar di salên 1940 û 50 de gava Mele Seîdê Kurdî li sirgûnê ye, Kemalîzma Tirkiyê wî li Anatoliyayê bi cih dikin. Seyda Mele Seîd jî dest pê dike û bi tîpên erebî ”Risaleyên Nûr” dinivîse, navê xwe jî bi tirkiya nû Seîd Norsî destnîşan dike. Ev hawe di nêv zanayên Kurd de toreyeke kevnare ye, weke Ehmedê Xanî, Melê Cizîrî, Şêx Evdirehman Axtepî, Hecî Fetan Hezroyî, Şêx Qudbedîn Korikî û bi hezaran weke wan ên din…
Îcar hin şagirdên Mele ”Seîd Norsî” yên ku peyayên Kemalîzmê bûn, ji navê Rîsaleyên Nûr troş hildane û paşnawê Mele Seîdê Kurdî ku navê gundê wî (NORS) bû, kirin NURSÎ.
Hinek rewşenbîrên Kurd ên di wan salan de jî, hatin leyztina wan ”şagird”ên Mele Seîd Norî û peyvika NURSa nûderketî şirove kirin û bi ”siha nûrê” dane nasandin ango Mele Seîdê paşnavê xwe bi peyveke kurdî nivîsiye. Ev çu têkiliya xwe bi nûrê re tune û tenê heşifandin û jiholêrakirina nav û nasnavên Kurdan e.
Zeynelabidin Zinar

Etîket: bedîuzzeman, Kurd, mela seîdê kurdî, nors, nûr, nursî, Polylang KMR, rîsaleyên Nûr, seîdê kurdî, seîdê norsê, seîdê nursî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Zarokên We Divê Çi Bixwin/Vexwin

Li hember serma standinê divê em kijan tedbîran bistînin?

Rêza Fêkîyên Bi Herî Sûd

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle