Du Bîraniyên Min

Demsal payîz bû. Derdor ber bi jiyaneke nû ve hêdî hêdî diguherî. Rengên pelên daran diguherî. Çûkên demsalî baskên xwe li hev dixistin û xwe vediguhestin cihên germ . Cîhan zîzokek bû û her tişt pê re diguherî . Bi van tiştan jiyana min jî dest bi guherîn û veguhrîneke nû kiribû .  Ji ber ku ji mehan rêzber bû. Dibistan vedibûn. Dibistan vedibûn lê bi zimanekî biyanî ku ez jê fêm nakim . Çawa ku hewa sar dibe giyana min jî bi vî rengî di laşê min de dicemîdî û sar dibû. Birînek di derûniya min de peyde dibû .

Ez ketim riyeke ku diçe Dibistana Seratayî ya 19ê Gulanê . Ev dibistan li bajarê Batmanê ye. Wek moriyên barkirî li ser pişt û di destên her zarokek de çenteyek hebû. Rêz bi rêz, belawela , bi girîn , bi ken ew dibirin .Ez jî diçûm. Lê bi tirs, lerz, tenê. Di vê navberê de me da, xanî û kuçe li pey xwe dihiştin û  em gihiştin hewşa dibistanê. Mamosteyên dibistinê em kirin rêzê ,nav û paşnavên me xwendin û em  dabeş kirin li polan .
Ez xwendekarekî biqelafet bûm . Ji bo ku di polê de zêdegavî çênebe. Serokê polê ez hatibûm hilbijartin. Peywira polê bi gihiştî ketibû ser milên min. Mamosteyê ez dişandim her derê dibistanê ji bo hewcedariyan. Carek momosteyê ez şandim bêrikê. Min bêrik anî. Piştî paqijiya polê wê got : “Bêrikê bibe” .  Lê peyvên “anîn” û “birin” di zimanê tirkî de ewqas nêzî hev bûn ji aliyên bilêvkirinê ve.  Demek dirêj tevliheviya  peyvên “anîn” û ” birin”ê çebûn . Wê digot “bibe” . Min jî digot : ” min aniye. ” Paşê bi destnîşankirina destê wê min mebesta wê têgîşht û bêrik bir cih .

Carek din wê ez şandim odeya alîkarê midur ji bo anîna kilsîpiyê . Dema ku ketim hûndir . Wî  got : “Tu çi dixwazî ?” Ji devê min tenê peyva “kilsîp”iyê derket û hew . Di vê navberê de wî digot: ” Kîjan reng? Sipî, zer, sor, şîn kîjan reng ? ” Lê min jê fêm nedikir . Ji şerma min destê xwe yê rastê xist berîka(cêba) xwe û dendikên gulên rojê jê derxistin û min dest bi xwarina wan kir .

Di vê navberê de alîkarê midur diqîriya : “Ha ji te re kilsîpî. Bila rengê wê jî sipî be. Dema ku tu hatî, dendikên xwe bi xwe re neynî baş e! Di destê min de kilsîpî û wî ez şandim polê .

Alîkarê midûr ji hêrsa xwe winda kir; min jî baweriya zarokatiya xwe! Niha ez mamoste me. Lê dîmenek ji zarokatiya min ji berika gemarê û kilsîpiya ne bi zimanê dayika min di bîraweriya min de heye!

Dilovan Altuboga

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply