Danasîn û Rexne -4-

Danasîn û rexne du tiştên cuda ne. Çerçeva nivîseke danasînê diyar e. Danasîna pirtûkê, analîza pirtûkê nîn e. Di nivîsên analîza pirtûkan de mirov dikare bi berfirehî pirtûkê binirxîne û rexne bike.

Ez zanim ku edebiyat/wêje bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Lêbelê rexne divê rexneyeke çêker be, nekû xirabker be. Rexneyên rexnekujan, pênûsşoran tu feydeyeke nade edebiyata kurdî. Rexneyên çêker, analîzên îlmî zanîstî edebîyata kurdî xurt dike.

Heft mixabin ku di nav enîya edebiyata kurdî de rexnegir hindik in. Ji bilî çend kesên dilpak kes li ser danasîna û nirxandina berhemên edebî nivîs nanivîse. Bi dehan pirtûkên çîrok, roman û helbestan hene ku li ser wan tenê yek nivîsek danasînê yan nirxandinê hatiye nivîsîn û li ser gelekan jî qet yek nivîseke danasînê, nirxandinê nehatiye nivîsîn, analîza wê nehatiye kirin.

NIRXANDINÊN YEKALÎ

Ne tenê di wêjeyê (edebiyatê) de, helwestgirtina li hemberê bûyeran, nirxandina rewşê û di hemû qadên jîyanê de nirxandina yekalî subjektîv e, ya dualî objektîf e. Dema mirov tiştekî binirxîne, analîza pirtûk yan bûyerekê bike, heta di şîrovekirina rewşeke sîyasî de jî, divê mirov objektîv be. Li meselê dualî binêre. Tiştekî tenê reş yan spî nîn e. Ew tişt dibe ku hem reş be, hem jî spî be. Du alîyên madalyonê hene. Dibe ku herdu alî cuda bin, alîyek reş alîyek spî be.

Digel şîrovekirina rewşên sîyasî, di nirxandina berhemên wêjeyî de jî divê mirov li berhemê dualî binêre. Di nirxandina berhemeke wêjeyî de, dema mirov objektîv nebe û yekalî be, dê bibêje ev berhem baş e, yan jî dê tenê bibêje ev berhem xirab e, ji tiştekî re nabe. Heger mirov bi şêweyekî objektîv berhemeke wêjeyî binirxîne, divê mirov hem şaşî û kêmaniyên berhemê bibêje, hem jî başî û hêla wê ya serketî.

Di nirxandina hinek nivîsên ku li ser berhemên wêjeyî yên kurdî hatine nivîsîn de mirov dibîne ku nirxandinên wan yekalî ne, lewre jî ne objektîv in. Ew tenê şaşî û kêmaniyên berhemê dinivîsînin û zimanê xwe dirêjî nivîskarî dikin; ji bo nivîskar biçûk bixînin, çi ji destê wan tê, pêk tînin. Nirxandinên ku bi mentalîteya hesûdî û çavnebarîyê bên pêkanîn, tu sûdê nadin wêjeyê (edebiyatê).

Dema rexnegirek berhemekê binirxîne, divê kesayetiya (şexsiyeta) nivîskarê berhemê bingeh negre. Divê ew berhemê bingeh bigre û li ser berhemê şîrove bike, ne ku li ser kesayetiya nivîskarî. Rexnegir dibe ku ji kesayetiya nivîskarî qet hez neke, dibe ku wek mirov li dij nivîskarî be, yan jî kesayetiya nivîskarî, dîtin û ramanên wî ên siyasî li gor rexnegir şaş bin. Heger rexnegir kesayetiya nivîskarî, helwesta xwe ya li dij kesê wî nede alîyekî û bi çavekî bêalî li berhema nivîskarî nenêre, dê hîsî hareket bike û heta ji destê wî bê dê berhemê xirab bide nîşandan. Lê heger rexnegir kesayetiya nivîskarî deyne alîyekî, bêalî bi şîroveyeke objektîv li berhema nivîskarî binêre û bi şêweyekî objektîv, li gor pîvanên edebî, berhemê binirxîne, dê nirxandineke baş û rast bike, şaşî, kêmanî û serketina berhemê bibîne.

Bi dehan nivîsên nirxandinê yên li ser berhemên edebî/kurdî hene ku tenê şaşî û kêmaniyên berhemê anîne zimên. Mirov, dema nivîsên weha dixwîne, di dilê xwe de dibêje: “Ma qet tiştekî baş di berhemê de tune? Rexnegir tenê rexne kiriye, şaşî û kêmanî nivîsîne”. Heger rexnegir berhem dualî binirxîne, hîn baştir û objektîv dibe

Helbet mafê rexnegir heye ku rexnan bigrin. Ew ji xwe re, li gor mentalîteya xwe, bi awa û şêwaza xwe rexnan dinivîsin. Dibe ku mirov rexneyên wan rast yan şaş bibîne, lê ev nayê wê wateyê ku mirov bi tundî li dij wan be û bibêje çima ew weha rexnan digrin?. Bi ya min, di jiyanê de û di nav civakê de tu tiştekî “tabu” ku neyê rexnekirin tuneye. Mirov dikare li hertiştî rexnê bigre. Lê divê rexne li gor şêwe û rêzikan be, li gor pîvanên rexneyî ên navnetewî be.

Divê di nirxandina berhemên wêjeyî de rexnegir dualî li berhemê binêre. Divê rexnegir digel şaşî û kêmaniyan başî û serketinê jî bibîne û binivisîne. Rexnegir divê di nirxandina xwe de metodeke zanîstî û objektîv bi kar bîne.

Nivîs a bidomê (4)

Derbar Lokman Polat

Check Also

Pirsgirêkên Têgîhên Kurmancî-1

Wekî li jêr jî xuya dike, di binavkirina têgihên rêzimanî da tevlihevî heye. Divê zimanzanên …

Leave a Reply