Pêncşem , 22 Cotmeh 2020

Dengbêjekî Ciwan: Hemê Hecî

Dengbêj û dengbêjî di çanda Kurdî de cihekî pirr girîng û ji aliyê ziman ve jî cihekî heyatî digirin. Çand, dîrok, ziman û ji aliyekî ve mejiyê kurdewar bi sedansalan saya serê dengbêjan hatiye parastin û di nava gel de belav bûye. Di wê bêîmkaniya dijwar de dema bûyerek li derekî/di nava Kurdan de yan jî di navbera wan û gelên din de qewimiye, dengbêjan vê bûyerê gihandine Kurdên din jî. Bi vî awayî çanda Kurdan di nava Kurdên din de jî belav bûye û bi xêra serê dengbêjan dengê kurdên ji hev dûr gihîştiye hev. Kurdên ku sedem erdnigariyê û sedem gelek astengiyên din ji hev dûr ketine û di gelek waran de ji hev kêm mane bi xêra dengbêjan ji aliyê çand, ziman û dîrokê ve hay ji hev mane û cudatiyên di navbera wan de kêmtir bûne.
Dengbêjî ji genê kurdayetiyê ye. Ji vî aliyê ve jî dengbêjî pirr girîng e. Dema mirov li tevahiya cureyên muzîkê û alavên wê binêre, mirov dê bibîne ku bi piranî dişibin hev. Di navbera cureyên amûrên muzîka wan de pirr cudatî tune. Tembûr be tembûr e, kemançe be kemançe û wd cur bi cur amûrên mizûkê hene û ji aliyê her neteweyî ve têne bikaranîn lê belê dengbêjî ne wisa ye. Ji ber ku dengbêjî ji genê kurdayetiyê ye, em di nava gelên din de rastî cureyeke wisa nayên. Ne şêweya gotinên dengbêjan, ne amûrên ku dengbêj bi kar tînin û ne jî mijarên wan di nava çanda neteweyên din de tune. Qet nebe bi vî awayî tune. Dengbêjî, bi tenê di nava gelê Kurd de hebûye û heya niha jî hatiye parastin.
Kurd û Kurmancî dengbêjî, “ji genê kurdayetiyê ye”. Ji bo çand, ziman, dîrok û wêjeya kurdî pêwîst e ku dengbêjî pêşvetir biçe û bikeve nava gel. Divê dengbêj bi hunera xwe bikevin nava mala her kurdî. Divê dengbêj rê û rêbazên teknolojîk yên nûjen bi kar bînin dengbêjiyê dîsa, wekî demên berê di nava gel de belav bikin.
Di vî karî de divê em jî alîkariya dengbêjên ciwan bikin. Wan bi gel, bi ciwanên ku haya wan ji bayê felekê tune û bi zarokan bidin naskirin ku ew jî ji dengbêjan gelek tiştan hîn bibin. Li ser vê fikre jî ez dixwazim behsa dengbêjekî hêja û kedkar ji we re bikim ku haya ciwanên mîna min jê hebe. Bi vê xebatê kêmek be jî dê wî û xebatên wî nas bikin. Dê haya wan ji dengbêjan hebe û wê bi qelîteya wan û deng û awazên wan bihisin.

 Hemê Hecî Kî Ye?

Hemê Hecî di sala 1967an de li bajarê Wanê ji dayîk bûye. Heya dibistana amadeyiyê li navçeya Wanê, li Bêgirê maye. Di wan salan de Ses Dergisi (Kovara Deng) pêşbaziyekê li dar xistiye û Hemê Hacî di wê pêşbaziyê de bi ser ketiye û bûye yekemîn kes. Ev serkeftina wî jî ji aliyê profesyoneliya muzîkê de bûye karê wî yê ewil.
Ew bi xwe mamosteyê polê bûye û ji ber ku bi xwendekarên xwe re bi kurdî xeber daye, wî gilî kirine û wî ji kar qewirandine. Ew jî wisa dibêje; zarok tev Kurd bûn û bi Tirkî nizanibûn. Ji bo fêrî Tirkî bibin jî min bi wan re bi kurdî xeber dida û piştî vê yekê jî gilî kirin û min ji kar qewirandin. Dîsa dibêje, xizmeta ziman û gel li ku derê be ez ê li gorî derfetên xwe li wir bim. Mirin be jî û man be jî bila li welatê min be.
Hemê Hecî di temenekê piçûk de û bê mamoste/hosta hînê tembûrê bûye. Di temenê xwe yê biçûk de, xwe bi xwe hînê amûreke ku hoste bi zorê didin fêrkirin bûye. Ev jî dide nîşan ku hunera Hemê Hecî hunereke xwedayî ye. Huner û qabiliyeta wî xwezayî ye û ne ji perwerdeyekê ye. Ji vî alî ve jî hunermedekî pir hêja ye û ji aliyê hunerê ve jî pir girîng e.
Teqez ku kesekî ku wisa xwediyê hunereke zêde ji aliyê kesayet û seknê ve jî wê pir hêja be. Mamoste Hemê Hecî ji aliyê sekn û kesayetê ve jî zêde hêja ye. Mirovekî zêde dilgerm, baş û dilnizm e. Tu caran dilê kesî nahêle. Heyranên wî jê çi dixwazin yekcar û bi devekî ken qebûl dike. Dema jê wêne dixwazin jî tu caran xwe pozbilind nake û dilê kesî nahêle. Bi devekî ken qebûl dike û bişkokên çakêtê xwe ji ber rêzê digire û wisa wêne dikşîne. Ewqas dilnerm e ku nabêje, ez Hemê Heciyê xwediyê milyon heyranan im û ew jî heyranek ji wan e. Rêzê ji her kesî re digire û guh dide her kesî.
Malperên xwe yên tora civakî jî ew bi xwe birêve dibe û bersiva her peyamê dide. Ger ku tiştek bikeve li ser milên wî dike. Bi hunera xwe tim di nava kar û xebatên ji bo ziman de ye. Ku karek ji bo çanda kurdî û zimanê kurdî girîng be yekcar qebûl dike. Ewqas dilgerm û dilnerm e.

Bandên Wî û Stranên Ku Me Bi Dengê Wî Bihîstine

Hemê Hacî heya niha heft bandan derxistiye û pêşkêşî gelê xwe kiriye. Min bandên Hemê Hacî û sala ku band derketine li jêr rêz kirine.

1-Hekîmê Serhedê: Di sala 1997an de
2-Bargirî: Di sala 1998an de
3-Ay dil: Di sala 1999an de
4-Meşa Azadiyê:Di sala 2001an de
5-Huner: Di sala 2004an de
6-Dewrê: Di sala 2009an de
7-Azadî: Di sala 2016yan de

Ez ê li jêr jî behsa çend stranên ku Hemê Hecî gotiye bikim. Ev stran bi salan di nava gel de hatine gotin.

1- Keremê Elî
2- Ez berf im
3- Kekê min
4- Bêrîvanê
5- Gula min
6- Nemînim
7- Leyla yar
8- Berxê Çavreş
9- Dîlbera min
10- Kewê
11- Hewar leyla
12- Cembeliyê min
13- Were delal
14- Kekê min
15- Yar felek
16- Erebo
17- Ji ewarda
18- Çiyayê bagokê
19- Mirim
20- Kanilke
21- Bargirî
22- Bavê Fexriya
23- Miho
24- Hemo lo lawo
25- Bejnê
26- De lêxin
27- Sila
28- Azadî

Girîngiya ziman ji bo me zêde ye. Girîngî/Pêdiwiyeke jînî ye. Ger zimanê me winda bibe, em ê jî pê re biqelin. Bi heman awayî jî pêdiwiya dengbêj û deng û awazên wan jî ji bo parastina ziman heye. Ji ber vê yekê jî keda dengbêjan roleke neteweyî dihewîne. Keda Hemê Hacî û ya tevahiya dengbêjên ciwan jî ji bo me pirr girîng e. Ji ber ku ew dengbêjên ciwan temsîl dikin û ji bo zimanê kurdî li ber xwe didin.

Ez jî wekî ciwaneke kurd spasiya xwe pêşkêşî tevahiya kedkarên ziman dikim û bejna xwe li ber tevan ditewînim.

Silav û hezkirin.

Şêx Zelala ji Fînê

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gelo Me 5 Salan Çi Xizmet Kirin?

Merheba xwînerên ezîz û delal! Me pênc sal berê roja îro (01.10.2015) dest bi weşanê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.