Şiroveyek li ser Helbesta Seydayê Cegerxwîn a bi navê ”Diçim diçim nema têm”

-1-
Diçim diçim nema têm
Ez heyirîm çi bibêm
Êdî tişkî nema kêm

Di vî çarîna jorê de tê xuyan ku kesê evîndar jiber dilsarîya yara xwe a ku ewqas jê hezkiribû lome yên xwe dîyar dike. Her wisa gelek bi xemgînî dilşewatî û stûxwarî bang li yara xwe a ku ewqas liser pijîya bû û bibû evîndarê wê dike wekî xatirxwestinek ji poşmanîya gav paşda avîtina yarê di çarîna yekem a helbesta xwe da dide dîyarkirinê.(Êdî tişkî nema kêm)  êdî ez nikarim zêde gal gal û lava ya bikim va ez diçim.Lê evîndarê yarê çiqas wisa bêje jî bi dilek şewat banga xwe hertim nû dike .

-2-
Ez aşiqê çavê te
Memnûn im ji bavê te
Lê awirên diya te

livir carek din tê dubarekirin ku destê evîndar ji yarê nabe.Hertim di xeyalê wî de yara wî ya ku ewqas liser kelîya bû hertim dubare dibe.Daxwaza jibo xwestina evînara xwe dubare dike her wekî ku ji yara xwe ra dibêje: (Memnûnim ji bavê te) yanî bavê te kesek başe  jibo xwestina te  tu hinceta dernaxe.(Lê awirên dîya te) Dîya te naxwaze ku ez û tu bigehîjin hev ev jî dide nîşan ku dinavbera negehîştina evîndaran de nexwestinek ji belengazîyê xwe dide nîşan ev jî rewşa civakê derdixe holê.

-3-
Diçim li vir namînim
Bes e derda hilînim
Pel ji te ra bişînim

Êdî ezê jivir herim mayîna min bê feydeye ku ez bimînim .her çiqas ez livir bimînim ezê derd û kul û xeman bêhtir bikşînim û êdî ez nameyan jibo te naşînim .

-4-
Tu carek wer mala min
Tu şa bike dilê min
Ewê çi be halê min

xwezîyek ji dilê evîndar difûre banga xwe bi axîna gehîştina yara xwe bilind dike wekî ku di hundurê xwe de diqêre daxwazî û xewna wî hatina yarê ye .Ew di malika helbesta xweda dide dîyarkirinê.Wiha didome  ma.. tu carek bihata mala min wê çi bûya te carek be jî dilê min şa bikira û halê min kêfxweş bikira .

-5-
Ax û of bê feyde ye
Dem dema min û te ye
Erê xelkê çi ji me ye

wextê min rûyê te nedît axîn û ofînên min bê feyde ye.Binhêr dem dema min û te ye Divîya bû em bigehîtina hev û me dilê xwe bihev şa bikira. (Erê Xelkê çi ji me ye)  ma çi karê xelkê bi me heye çima bi fitne û fesadîya xwe nahêlin em bigehîjin hev.

Mirov di vir de fêm dike ku Seyda yê Cegerxwîn bal kişandîye ser xizanî û perîşanîyê. Ger ku ez kesekî dewlemend bûma wê dayîka te bi xebera xelkê nekira û wê jibo gihîştina me astengî dernexista.

Gundîyên ku naxwazin Evîndar bigehîje yara xwe tişta yekem hesûdî a duyem bedewî û nazîkîya keçika ku Seydayê Cegerxwîn di helbesta xwe da dest nîşan dike her tim dixwaze bigehîje armanca xwe.Lê hesûdî wekî beko bûnê li hember  jarî û dilxwazî dil pakî ya evîndara ku seyda’yê cegerxwîn qal dike hertim dibin kelem strî û naxwazin ku evîndar bigehîjin hev .

Seyda di seranserê helbesta xwe da qala jarî perîşanîya civakekî ku xwedî li erkên xwe derneketîye dike.Tenê dilnexwazî û gengeşîyan çêdikin .Kesekî ku jibo xwedê rastî û pakî yê bipeyîve tune ye .

Kesên ku naxwazin xweşî başî aştî çê bibe destê xwe heta nav malê dirêj dikin û naxwazin birînên ku birîndar bûne kew bigrin.Loma jî Seyda di helbesta xwe da ji sê kesan dipeyîve : ji Evîndara xwe dayîka wê û ji bavê wê dipeyîve.Livir bav gelek şîyare xwe gîhandîye zanyarî û hişmendîya Evîndarê keça xwe û pê bawere.

Mixabînîyek heye ew jî destên qirêj dinav mala wî de heye û ew bixwe jî jê bê xebere bê agahî ye .Keça evîndar li hember hemû hewldanê evîndara xwe bê deng dibîne û nikare dengê xwe bike. Ev jî astengîya kesên dereke  ye, ku ji dîya wê ra dibêjin heyfa keçika te ye nede vî kesê feqîr, kesîb lawaz .

Bawer Yekta

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Şiroveyek

  1. destê te saxbî mamoste

Leave a Reply