WÊ ŞEVÊ – Burhan HESSO

Wek hespek e serî ji siwarê xwe bistîne,heyv li ezmanan dizîzikî
Bir ên stêran,dicefilîn
-Hahahaha…serxweş e ev heyv!.
Dibe go li stêr in wendabûyî digere
– Lê çima mîna devakî hêç, stêr tev ji ber direvin?
Wê şevê,li ber derê şevê, di hembêza bêdengiya min de
Tu mîna berû yek e qeşartî, şilfî tazî
Wê şevê, xelkê digot: ro li heyvê gerya ye, heyv serxweş e,
Li pey stêrên xeşîm dibeze,di tirse stêrên tiral di ezman werbin
Ez bi tîna laşê te bilyabûm
Geh maç ji şûşa qirikê
Geh sêv ji rezê sîngê
Geh tirî
Geh kenê ber girî
Kerwan bi rê ket
Qonxek hilanî yek danî, ji girik ên sîngê heta newala nafkê
Çêr e çêr e…
Geh ber bi sî
Geh ber bi roj
Newal nema,qeraçek nema
Çemek nema û têde sehên hêrsa min,gurên henasên te di erdê ranekirin
Ji newala nafkê min kerwan av da
Wê şevê her tişt hat guhertin
Ji destlanî ket
Ji hêrs ket
Ji gurdê ket
Kerwan, biro biro,hino hino
Ji kerwantî ket
Ji kavirtî ket
Ji canitî ket
Ji berxitî ket
Û heyv ,stêr,şev, ezman
Yeko yeko
Ji keçkanî!.

BURHAN HESSO

Ek alanı

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply