Duşem , Tebax 21 2017
Malper / Perwerde / Dema min kurê xwe ji bo spartekan neda zorê, çi guherî?

Dema min kurê xwe ji bo spartekan neda zorê, çi guherî?

Min hemû gotegotên dijî zordana zarokan ya bo çêkirina spartekên xwe bihîstiye, serê ewilî digel lêkolînên bo îspata çawaniya bêkêriya spartekan, nexasim di dibistana seretayî de. (A rast,dêûbavek çito dikare di vî karî de biser bikeve? Ez ji matematîka bingehîn ya pola yekem fêm nakim!)

 Min nivîsên rexneyî yên derbarê dêûbavên ku spartek û projeyên zarokên xwe çêdikin xwend, lêbelê dikarim bibêjim ku ez hîç neketim vê kategoriyê

Û hê jî, yekcar ez di teredutê de me. Didim azarê. Çend salên dibistana seretayî, di navbera 3 heta 6ê êvarê ji kurê xwe lawa û rica dikir ku dawiya dawî rûnê şûna xwe û sparteka xwe ya kambax çêbike.
Şîv û şîrînahiyê nadidayê heta ku sparteka xwe çêkir. TV jî dîsa wisa. Me herdem piştî dibistanê wextek didayê ku derbarê dibistan û çêkirina spartekan de nefikire, lê di wextek şûn de, wî peyayê jêrê dikim û bî xwe re dibim kar.

Wî dawiya dawî, herdem spartekên xwe çêkirin, û bi gelemperî tenê nêzî 15 deqîqên wî digirt.

Lê saetên ku min bi pirskirin û azardan û lawakirinê xerc kir eşkere bû ku bi  wext û cehda wî ya bo çêkirina spartekên xwe nelihevkirî bû.

Û bi ser de gava pêşîn baweriya min bi feydeya spartekan nedihat!

Ji ber vê, bi destpêka dibistanan ya îsal, sala ku wî dest bi pola çarem kir, min biryara nêzikbêneke hîn cudatir da.

Ne wiha bû dema ku spartek an jî pêşniyareke wî hebû min jê pirs nekir bê ka pirsên te hene, lê min ew tenê dihîşt ku spartekên xwe xilas bike.

Mizgîniya min, encam nûwazeyeke dehşetdar  bû.

Serê pêşîn, xweş nebû, hîç xweş nebû. Her çiqas ku di nav nivînan de xwe dirêj dikir û xew re diçû, çêkirina spartekan dihate bîrê, û paşê ji nav nivînan qil dikir û spartek çêdikirin, vê jî dema wî ya razanê bi temamî serobino dikir (û ev dê hewceyê yek an du saet bêdengiyê ye!). An ev an jî sibe radibû û dihat bîrê ku sparteka xwe çênekiriye, û paşê gazindan dike ku ez bînim bîra wî.

Min gotibû “Ev ne berpirsiyariya min e, keko”, dianî bîra wî ku çiqas riyê xwe tirş dikir dema ku min her û her ew azar dida bo spartekan.

Lê niha , di nav çend hefteyên dibistanê de, hin tiştên ecêb qewimîn. Wî bi vîna xwe spartekê xwe çêdikir, him jî bêyî pirsiyarên min – qe nebe pirrî caran. Erê, min hin caran bi bîra wî dixist, û hin caran têk diçû. Lê wî bi gelemperî bala xwe dida ser.

 Û ev bi dest xist: Bi giştî min ferq kir ku ji carên berê hîn zêdetir li ser xebatên dibistanê motîve bû. Dixwest spartek û projeyên xwe baş çêbike. Bo hin tiştên derbarê dersê de, alîkarî ji min dixwest. Hema vê dawiya hefteyê ya derbasbûyî, me bi wî re ji bo amadehiya pêşbaziya kîtekirinê ya li dibistanê çar saet xerc kir!

Niha, kurê min piçekî bi xeteke reqabetdar dest bi vejîna xwe kir, û bi giştî bû zarokekî ku ji dibistana xwe hez dike, ji ber vê ez nikarim bibêjim ev plana ji bo hemû zarokan dê bi heman şêweyî bi ser bikeve. Lê eger tu bala xwe bidê, demekî bisekine û hinekî bifikire û bo ku tu zarokê xwe ji bo çêkirina spartekên xwe berpirsiyar bikî yegane rê ev e ku divê ew bi xebateke demdirêj hînê dîsiplîneke akademîk bin.

Li ser vê bifikire: Hûn nikarin di hemû gavên kariyera akademîk – an jî bûyerên girîng de li cem wan bin.

Û teqez li vir derseke jiyanî ya hîn dirêjtir heye ku divê hînbin heye ya ku zarokên me di nav de ne û li vir her tevger dikare pirr lawazker be, ev hîç kesekî nabe tu derê. Ez hewesa midaxeleyê fêm dikim, nexasim di qada akademîk de, çimkî em dixwazin zarokên xwe çak bikin (û em hevrû bibin, serkeftinên wan me pirr qurre dike).

Lê baştirîn rêya mezinbûn û azadbûna zarokan ji bo me avêtina çend gavên ber ve paş e. Bihêlin bila xeletiyan bikin. Bihêlin bila hincaran jî bi ser nekevin. Şêwaza hînbûna wan ya çûyîna ber bi sekeftinê divê ji hindirê wan bê, û tu kesî kêfxweş nekin.

Ji ber vê dev ji notirvantiya spartekan berdin, bi temamî. Wî bi
gotegot û aweretiya wî re bihêlin. Dibe ku serê pêşîn ev yek we bitirsîne – û bawer bike, zarokê te dê bilewitîne – lê di xebata berdevam de, dayîna berpirsiyariyekî bo wî dê herkesî ji hemû pirsgirêkan xilas bike û wek encam dawiya dawî zarokê te dê bi serkeve.

Çavkanî: http://www.scarymommy.com/what-happened-when-i-stopped-forcing-my-son-do-his-homework/

Nivîskar: Wendy Wisher

Werger: Harun Delikaya

perwerdia.wordpress.com

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Bi Xelatan Roja Xwe Reş Nekin

Bêguman zarok  pêşeroj, hêvî û bingeha netewa ne , neteweyên ku qedir qîmet didin zarokên …

Leave a Reply

%d bloggers like this: