Hebû tunebû, pîreka cadûkar û dîkekî wê hebû. Rojekê pîrê gava mala xwe dimalişt serîyekî çortan li erdê dît, danî ser kulekê. Dîko çû nikul li seriyê çortanî da. Gava pîrê ev yek bihîst çû, şûnikek li qorrika Dîko da. Dîko jî nikul li çavê pîrê da. Pîra cadûkar berra Dîko da. Dîko ji tirsa canê xwe bazda derva. Çû …
Sermawêz, 2016
-
7 Sermawêz
Pirsname – İlhami Sidar
Bi pirsan xwe vebêje (20 Pirs? – 20 Bersiv √ ) Peyva ku herî jê hezdikî? Îlhamî Sîdar: “Pinpinik” Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî Îlhamî Sîdar: “Hewlêr, ji Hozan Serhad” Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye Îlhamî Sîdar: “Azadî” Tu ji bo çi dijî? Îlhamî Sîdar: “Ji bo pêkanîna heyîna xwe û mebesta jiyana xwe.” …
-
7 Sermawêz
Cudatîya Navbera “Gelek” û “Gelekî”
Peyvên “gelek” û “gelekî” bi sê awayan tên bikaranîn: 1) Berî navdêrekê (noun). Di vê rewşê de peyva “gelek” tê bikaranîn û ew yekser navdêra li pêş xwe pênase (tarîf) dike, taybetîyeke wê, pirrbûn/gelekbûna wê dibêje. Li van mînakên jêrîn binêrin: Gelek kes weha bawer dikin. Gelek xebat dihatin kirin. Li gelek bajaran kursên Kurdî vebûn. Gelek xwendekaran pirtûkên xwe nehanîbûn. …
-
6 Sermawêz
Çûk, dar û ava zêr (Çîrok)
Bişev, Şehrezadê dest pê kir û çîroka, çûk, darê û ava zêr ji Şah re got. Demekê şahekî îranî, bi navê Xusrewşah hebû ye. Şah di zarokatiya xwe de, bihîstiye ku Harûnê Reşît wek mirovê xizan kincan li xwe dike û li nava gel digere. Xusrewşah ji wî aweyê wî gelekî hez kiriye. Ji xwe re gotiye ku: “Dema bavê min biçe ser …
Cotmeh, 2016
-
31 Cotmeh
SALIHÊ KEVIRBIRÎ: DIXWAZIM SERDANA HEMÛ WELAT Û PARZEMÎNAN BIKIM
Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî? Dema tiştek, nivîsarek, xebatek li ber destê min hebe û ez diqedînim. Hingê şûr simbêlê min nabire û kêfa gurê pîr dikim! Li aliyeke din gelek nasên min hene ku têkiliya min bi wan re di çarçoveya medenî û însanî de ye. Lê hinek kes hene -gelekî kêm in- …
-
31 Cotmeh
Pirsname – Fîkrî Amedî
20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Fîkrî Amedî 1.Peyva ku herî jê hezdikî? Fîkrî Amedî: Azadî û aşîtî ye. Azadî ji bo milletek bindest ji nan şêrîntir, ji tavê xweşiktir e. Aşîtî jî, ji dayîkên ku bi hesreta zarokên xwe helaq bune re ji hêwayê elzemtir e. 2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Fîkrî Amedî: Memoyê Silo/ Emê Gozê, …
-
31 Cotmeh
Pûrtikên Teyrê Tawûs
Merivekî dît ku teyrê tawûs pûrtikên xwe yên xweşik û rengareng diweşîne, xwe negirt û jê pirsî: Ey çîvika xweşik, ew pûrtikên xweşik ne heyfin ku tu diavêjî? Lewra her kes lava dike ji bo bibe xwediyê wan Gotina te di cî de ye. Mêrik gava ku got: Hemin gotina min rast e, divê sedemek ji vî tiştê ku dikî …
-
29 Cotmeh
Çend roj Remezan mane?!..
Bahlûl alimek mezin ji yên Kurd ê Hewreman e. Ji ber ku wî dixwest di bin sîbera Şîatîyê de ola Zerdûştîyê ji nû ve vejîne, Harûn Reşît ê xelîfê Ereban yê Ebasî ew tişt bihîst û fermana girtina wî da ku wî bikujin. Ji ber hindê, Bahlûl xwe li dînîtî danî û carnan wek dînan û carnan jî wek aliman …
-
27 Cotmeh
Teknîka herikîna hiş di vegotina postmodern de
Tevî ku navnîşana mijarê nîşan dide ku teknîka herikîna hiş (stream of conciseness) diyardeyeke taybet bi çîroka postmodern e, lê bi rastî ev teknîka wêjeyî di çîroka modern de jî pir tê bikaranîn. Di çîrokeke klasîk de hûn bi çarçoveyeke wiha re rûbirû dimînin: Hîwa bi otomobîlê li bavê Şêrînê dide. Bavê Şêrînê dikeve nexweşxaneyê. Şêrîn û Hîwa dil dikevin …
-
24 Cotmeh
Kelem (Helbest)
Ger rojekê An bi kûraniya hêviyên demekê An bi qasî ketina dilopek av Ji ser *sîvleka xanî ta omiza keçekê te nikarî xwe bikira dar heya tu dikarê şax be û ger hewaya gerdûnê bi kîn gote te tu car nakim bi a te û ne jî dibim parêzvanê xwastekên te ya jî ji germa an ji serma te nikarî …