Cudatîya Navbera “Gelek” û “Gelekî”

Peyvên “gelek” û “gelekî” bi sê awayan tên bikaranîn:

1)     Berî navdêrekê (noun). Di vê rewşê de peyva “gelek” tê bikaranîn û ew yekser navdêra li pêş xwe  pênase (tarîf) dike, taybetîyeke wê,  pirrbûn/gelekbûna wê dibêje. Li van mînakên  jêrîn binêrin:

Gelek kes weha bawer dikin.

Gelek xebat dihatin kirin.

Li gelek bajaran kursên Kurdî vebûn.

Gelek xwendekaran pirtûkên xwe nehanîbûn.

Ez ê hîn ji gelek mamosteyan bipirsim.

Hun ê hîn gelek sosretên weha bibînin.

Di vê rewşa tarîfkirina navdêrekê de peyva “gelek” wek rengdêrekê kar dike.

 2)   Peyva “gelek” wek “gelekî” ditewe û erka hoker/rengpîşe (adverb, zerf) bi cîh tîne. Di vê rewşê de
“gelekî” navdêrekê tarîf nake, lê belê:

  1. a) rengdêrekê tarîf dike. Ji bo xurtkirina/derblêdana rengdêrekê tê bikaranîn:

Gelekî baş e.

Ev pirtûk  gelekî  hêja ye.

Hun  gelekî  qelew bûne.

Bavê te  gelekî  zana ye.

Mamosteyê me  gelekî  xulqteng e.

Di vê rewşê de wek hoker/rengpîşeya Îngilîzî “very” kar dike:

Hewa  gelekî  germ e (It is very hot.)

Gelekî  baş e (Very well.)

Birîna wî  gelekî  giran e (His wound is very serious.)

Ew  gelekî dirêj e (He is very tall.)

  1. b) Yekser wek hoker/rengpîşe lêkerekê tarîf dike, taybetîya lêkerekê dîyar dike. Dîsa wek
    “gelekî” ditewe:

Em ji wan  gelekî hez dikin.

Birîna wî  gelekî diêşîya.

Bavê wî  gelekî hêrs bûbû.

Navûdengê wî  gelekî belav bûye.

Ew  gelekî xebitîne.

Wî  gelekî li ber xwe da.

Em  gelekî li benda wan man.

Ew ê gelekî bimînin.

Ez ê gelekî razêm/rakevim.

 

Wek gotina dawî û ji bo ku mijar zelaltir bibe, li jêr hevokên her sê sitûnan ên bi heman lêkerê, lê carekê bi  gelek carekê jî bi “ gelekî” bidin ber hev.

 

Gelek xebat kirine. Gelekî xebitîne. Xebatên  gelekî baş kirine.

Gelek mirov raketine.  Gelekî raketine. Mirov  gelekî  bêxew mabûn.

Gelek kes li benda wan man. Gelekî  li benda wan man. Gelek kes gelekî li benda wan man.

Gelek kesan li ber xwe da. Me gelekî li ber xwe da. Me  gelekî bi mêranî li ber xwe da.

 

Şanek: Wek ku dengdêrên din (i,î,a…) di tewangê de dikevin (ji bo bêtir agahîyê li vir binêrin) gelekî jî kane di

tewangê de ‘e’yeke xwe biweşîne û wek gelkî bi sivikayî were bilêvkirin; wek ku paşîya me dibe

paşya me, derîyê me dibe deryê me, kalikê me dibe kalkê me, şûşeyê dibe şûşê  û hwd.

 

Baran Rizgar

Baranrizgar.co.co

 

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply