Ger rojekê
An bi kûraniya hêviyên demekê
An bi qasî ketina dilopek av
Ji ser *sîvleka xanî ta omiza keçekê
te nikarî xwe bikira dar
heya tu dikarê
şax be
û ger hewaya gerdûnê
bi kîn gote te
tu car nakim bi a te
û ne jî dibim parêzvanê xwastekên te
ya jî ji germa
an ji serma
te nikarî tevî hembêza hêviyan
li deştekê
an li zozanên kurdustanê zîl bida
ya jî piştî pûçbûnek dirêj
mîna *dimozî te ji nişkava nûjen bida
bi coşa ciwanekî te bi xortî şiqin bida
û ger di tariyê de te nikarî xwe bikira fener
an tu bibuya niçîrvanê xeternakiyê
di hemû gelî û newalên herêma xwe de
heya tu kanê di bapeşkên dijwar de
bi avsîn be
da ku bedena te ji fîdanek nazik ra
bi talde be
lê ger te dîsa nikanî
û li ser gozemînê hema qenciyeke te jî rû neda
bi kêmanî ne *kelem be.
Majêd A Mihemed-ÇANDNAME
14/10/2016
ــــــــــــــــــــــــــــــ
Dimozî: Xwediyeke di efsaneyên gelê Babiliyan de li navçeya Mozebotamiya, û wek dergevanê deriyê asîman dihat nasîn di çanda wê gelî de wê demê û him jî berpirsyarê gera demsalê bû, xudêya ku her şeş mehan bi ganvedihat piştî mirina xwe ya demkî an daketina wî ya jêr zemînê.
Sîvlek: Kenara banî ya li dora xaniya ji aliyê derva da tê danîn.
Kelem: Cûreyek ji giya ye ne dar e lê weke tûmekî gewre ye, kelem bi xwe di vê helbestê de wek astenk hatiye bikaranîn.