Bi pirsan xwe vebêje (20 Pirs? – 20 Bersiv √ )
- Peyva ku herî jê hezdikî?
Îlhamî Sîdar: “Pinpinik”
- Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî
Îlhamî Sîdar: “Hewlêr, ji Hozan Serhad”
- Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye
Îlhamî Sîdar: “Azadî”
- Tu ji bo çi dijî?
Îlhamî Sîdar: “Ji bo pêkanîna heyîna xwe û mebesta jiyana xwe.”
- Li gor te kesê rewşenbîr kî ye?
Îlhamî Sîdar: “Ew kesê ku li hember neheqiyan dengê xwe ji herkesî berztir derdixe û şewqên mêjî û dilê xwe belavî hemi mirovahiyê dike.
6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Îlhamî Sîdar: “Tenha, kûr û tevihev”
- Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike
Îlhamî Sîdar: “Ez dilopekim, dixwazim hemî deryayan daqurtînim”
- Egîdê te kî ye?
Îlhamî Sîdar: “Melayê Cizîrî”
- Tu dixwazî li kuderê bijî?
Îlhamî Sîdar: “Li İrlandayê.”
- Kîjan pirtûkê dixwînî?
Îlhamî Sîdar: Dino Buzzati,Tatar Çölü, (Beyabana Teter)
- Tu dixwazî kîjan karî/pîşeyî nekî
Îlhamî Sîdar: “Qesabî”
- Çi te kelecan dike?
Îlhamî Sîdar: “Hertiştên ji derveyî rêzê”
- Çi kelecana te dişikestîne?
Îlhamî Sîdar: “Korîtî”
14.Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Îlhamî Sîdar: “Bêtifaqî”
15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Îlhamî Sîdar: “Kurdî”
- Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çê kir?
Îlhamî Sîdar: Filmên Bergman, Kubrick, Tarkovsky, Fellini, Bertolucci, Visconti, Kieslowski, Nuri Bilge Ceylan, Tarantino, Passolini nikarim yekî ji van bibijêrim, heri dawî “Youth” bandorek li min kir.
- Xewna bextewariya te çi ye?
Îlhamî Sîdar: “Di siruşteke bê abadîn de xerikîn.”
- Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Îlhamî Sîdar: “Çand, hûner, felsefe”
19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Îlhamî Sîdar: “Dema ku tê bê zeftkirin”
- Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Îlhamî Sîdar: “Xwedi guhekî mîna Bethooven.
Îlhamî Sîdar Kî ye?
Di sala 1965’an de li Misirca Sêrtê hate dinyayê. Li Zanîngeha Enqerê beşa Edebîyatê qedand. Berhemên wî: Sözlerin Yalazında/Pêta Peyvan (Helbest, 1999), Bir Cudi Söylencesi/Efsaneyeke Cûdi (Roman, 2003), Alışkın Hüzünler/Kedernas (Helbest, 2004), Melekler de Ölür/Melayiket jî Dimirin (Roman, 2005), Dağlı/Çiyayî (Roman, 2007), Başka Gökyüzü/Esmanekî Din (Roman, 2009), Tehma Xweliyê (Roman, 2011), Jan (Roman, 2012/ adaptasyon ji romana Melayiket jî Dimirin), Sadakat/Dilsozî (Roman, 2013), “Xewneke Payîzê” (Roman, 2015)