Wêjegeh

April, 2017

  • 20 April

    Ku Aqilê Mirov Ji Kîsê Xelkê Be…(Pêkenok)

    Rojekê zilamek û kurê xwe bi rêyeke dûr ve diçin. Kerekî wanî bozî zîrek bi wana re ye. Ker vala ye û li pêşiya wana dimeşe. Piştî demekê dimeşin, bi rê de liqayî mirovekî dibin. Mirov dibîne ku ker vala ye û her du kes peya ne! Gelekî şaş dimîne …

  • 14 April

    Rêzeçîrokên perwerdekirina kurmanciyê – Çîroka Delalê

    Rêzeçîrokên Perwedekirina Kurmancîyê, wek ji navê wê jî dîyar e hewl dide bi çîrokan rêbazên kurmancîyê liberçav bike. Ev çîrok li gor pîvanên meteryalên pewerdekirinê li gor asta 3/5 e, tê de dema niho, dema borî(awayê lêkergerguhêz û lêkernegerguhêz) û dema bê, danên xwarinê, demsal, reng, li ser li bin, …

  • 12 April

    ‘Mîrzeyê Piçûk’ bi 300 zimanî hatiye wergerandin

    “Mîrzeyê Piçûk” a Antoine Saint-Exupery a di nav edebiyata zarokan de klasîk e, heta niha li 300 zimanî hatiye wergerandin.”Mîrzeyê Piçûk” bi zaravayên kurdî kurmancî, soranî û zazakî jî hatiye weşandin. Li gor daxuyaniya Weqfa Saint-Exuperyê berhem herî dawîn li zaravayê hassanyaya erebî hat wergerandin. Zaravayê hassanya li herêma Sehraya …

  • 10 April

    Kurtenasandina Seydayê Mela Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî

    Welidîn û Tehsîla Seîdê Nûrsî Seîdê Nûrsî, di nav mutefekkîrên alema Îslamê de, yekî xuyanî yê sedsala me ye. Sala 1878an, li gundê Nûrsa/Norsa nehiyeya Îsparît a qezaya Hîzan ku li ser bajarê Bedlîsê ye, hatiye dunyayê. Hîna di dema zarokatiyê de, alimên wê dewrê, pê dihesin ku Xwedê Teala, …

  • 10 April

    Nivîsek li ser Hesenê Metê

    Bi trênê ji nêva bajarî heta mala wî nêzîkî nîvseatê rê digire, dema mirov jê re dibêje “mala te dûr e” bi ken bersivê dide û dibêje: ”Li Sîbîriyayê ye” ango li sergumê ye. Ev mala biçûk ya ji Stockholmê dûr Hesenê Metê ji qerebalixa nêva bajarî û carinan ji …

  • 9 April

    Barê Êzingan (Pêkenok)

    Rojeke zivistanê zilamekî gundî barek êzing (darên hişk ên şewatê) hazir dike, li ser pişta kera xwe bar dike û dikeve ser rê ku bibe bajêr bifroşe û li şûna wê ji bo malê pêdiviyên xwe bikire. Behnekê diçe, qederekê ji gund dûr dikeve, digîhêje pîremêrekî. Dinêre ku pîremêr jî …

  • 6 April

    Kurte Nivîsa Siyabend û Xecê

        SIYAMEND(SIYA EHMED) Û XECÊ  Hey hebû hey tune bû, ji malbeteke koçeran keçeke wan hebû navê wê Xecê bû. Xecê di mala babê xwe de kemilî hate çaxê mêran, ciwanekî  Farqînî hebû navê wî jî Siya Ehmed bû. Demek hat Siya Ehmed û Xecê yekûdu dîtin, dema ku …

  • 3 April

    Dil Jimin Bir / Melayê Cizîrî

    Şox û şengê zuhre-rengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybet-pilingê Dil ji min bir, dil ji min. Wê şepalê misk î xalê, Dêm-durê gerden şemalê, Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min. Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min bir dil …

March, 2017

  • 29 March

    Reşê Şevê-(Çîrok)

    Hebû tunebû, mêrikek hebû. Mêrik yekî pir xemsar û tiral bûye di mala wan de tu tişt tune bûye ku bixwin, jina wî xwe bi xwe fikiriye gelo mêrê xwe çawa ji mal derxîne. pîştre fikrek hatiye hişê wê  ziviriye gotiye : “Mêrik hela rabe. Mal xirabo! derva kade dibare …

  • 27 March

    Çîroka Xapandinê

    Zeman dîroke bû, dem demê berê bû, meselokek wiha qewimî bû. Wextekê di nava miletê Kurd cotyarî û çandinî kêm bûbû. Ziwahî ketibû zevî û genimê. Hewcedarên miletê navçeya Qubîn’a (Beşîrî) Êlih’ê ketin rê û çûn Sîlwana Amedê ku ji bo xwe genim bikirin. Gundekê Sîlwanê ciwanek li rexê rê …