Merivekî dît ku teyrê tawûs pûrtikên xwe yên xweşik û rengareng diweşîne, xwe negirt û jê pirsî:
- Ey çîvika xweşik, ew pûrtikên xweşik ne heyfin ku tu diavêjî? Lewra her kes lava dike ji bo bibe xwediyê wan
- Gotina te di cî de ye. Mêrik gava ku got:
- Hemin gotina min rast e, divê sedemek ji vî tiştê ku dikî re hebe. Li ser vê daxwazê Teyrê Tawûs wiha bersiv dayê:
- Lê bele ez jî neheq im. Mêrik got:
- Yanê çawan? Teyrê Tawûs got:
- Ka qey pûrtik ji canê min bi qêmetir in. Û pêde çû: “Ji bo pûrtikan dixwazin ku canê min bistînin. Ji ber vê yeke pêwist e ez ji van pûrtikan xilas bibim.” Mêrik got:
- Ka bibêjim çi, tu jî ne neheq î.
Salnemeya Nûbiharê-2016