Wêjegeh

Hezîran, 2016

  • 1 Hezîran

    Qurtek Çay

    Qurtek çaya ser lêvan Nadim bi hezar sêvan Qurtek ji çaya delal Nadim bi sed porteqal   Çaya nazik û nazenîn Nadim bi sed mandelîn Wê çaya rind û keleş Nadim bi zalên zebeş   Ewê çaya mîranî Nadim bi sed şîranî Wê çaya rind û rengsor Wê bi min re herê gor   Nakim terka şêrînê Heta mewt û …

Sermawêz, 2016

  • 29 Sermawêz

    Mamikên Botan

    1.) Biharan bûk e, Havînan sûk e; Pehîzan pepûk e 2.) Keçika heft kezî Kaşika ve bezî Kir hewar û gazî 3.) Ser qulîpancî zirçone ‘Eyar heye mû tine 4.) Ser gelgele bin gelgele Çev zîq e, simbél bel e 5.) Mamikê miné mamanî Me bénderek hilanî Genim j’kayê pi(r)tir anî   Emîn Banehî-Kurdigeh     Bersiv: 1.Dara fêkî 2.Sûsik …

  • 29 Sermawêz

    Çîroka dîroka Kurdan-Çîrok

    Hêj dinya nebû Roj nebû şev nebû Erd û ezman nebû Hemî unsûrên kaînatê di nêv hevde bûn Navê wê “Kaos” bû Ti tiştî nasnameyek nebû Tevlihevî bû Lê tovê gerdûnê di nêv wê de bû Piştî demekê Di nêva van unsûran de şer derket Erd ji ezmanî, Ax ji avê, Sar ji germê cuda bû Û xwedayê mezin* Mezeûsî …

  • 28 Sermawêz

    Donald Trump Ji Nisêbînê Ye (Henekbêjî)

    Hemşariyê me Trump eşkere û vekirî dibêje ku kêfa wî ji kurda re tê. Ew heyrana çavên me ye û em Nisêbînî bi hesreta dîtina wî ne. Peyvek ku kurda heq kiriye, ji dil û bi zimanekî xweş dihêne zimên. Merdî, lehengî û fedekariya kurda tê zanîn, lê bi derengî be jî, dema ji hêla rêvebirekî nasdar û bihêz bê …

  • 28 Sermawêz

    Pirsname – Fırat Cewerî

    Pirsname 20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Fırat Cewerî  – Bi alikarîya M.Samî Çinar  1-Peyva ku herî jê hez dikî? Fırat Cewerî : Jin û jiyan   2-Van rojan  kîjan stranî guhdarî dikî? Fırat Cewherî : Hekîmo, ji dengê Şeroyê Biro   3- Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye? Fırat Cewerî : Azadiya mirov û rûmeta mirovî.   4-Tu …

  • 28 Sermawêz

    Thomas Alva Edison

    Thomas Alva Edison (* 11’ê Reşemî 1847 li Milan, Ohio;  18’ê Cotkar 1931 li West Orange, New Jersey) afirendêrê elektrîkê û yek ji kaşîfên navdar ên DYA ye. Edison tenê bi qasî çend mangî çûye disbistanê. Zaroktiya wî bi xebatê, firotina hêsanxwarinan li metro û trênan derbasbûye. Li cem J.U. MacKenzie li Mount Clemens, Michigan perwerdeya telegrafê dibîne. Pênc salî, ji 1863 heya 1868 ew wekî telegrafker li Stratford (Ontario), Indianapolis, Cincinnati, Memphis, Louisville û Bostondixebite. Di sala 1868‘an de yekemîn car patenta alavekê ku deng bi hêza elektrîkê …

  • 27 Sermawêz

    Yê Bêaqil Kî Ye?

    Rojekî rojan, di gundekî de kalek hebûye. Ev kal xweyê du zarên kurîn bûye. Wextê kalik nexweş dikeve tê li ber mirinê, gazî her kurên xwe dike û ji wan re wesiyeta xwe dike.  Dibêje: “Lawên min ên delal, Ez êdî nêzîkê mirinê me, ji ber vê daxwaziya min ew e ku hûn ev kîsika tijî zêr bidine wî merivê …

  • 26 Sermawêz

    Aşê Resê Xecê-Çîrok

    Osê derket ser bana xênî, li ber pixêriyê rûnişt, pişta xwe da dîwarê pixêriyê, her du lingên xwe dan ber hev û kişand ber singê xwe, herdu destên xwe jî li jinûyên xwe pêçan, dûvre li der û dora xwe nêrî. Ezman çîksayî bû. Ba nedihat. Telpek ewrê spî li nava ezmên ber bi başûr ve hêdî hêdî xij dibû, …

  • 24 Sermawêz

    Sira Jiyanê Qijikê

    Dayika bazê ciwan wisa temî li wî kirin (shîret dan wî): “Lawê minê delal, jiyana me bazan pir dijwar û bi xeter e. Pêwîst e tu xwe herdem biparêzî. Jibo me nêçir karekî pir bi zahmet e. Bi piranî em nêçirê xwe ji dûr ve, yan jî ji jorde dibînin. Dema ku em xwe berdidin ser nêçirê, em pir bilez …

  • 21 Sermawêz

    Sernivîskarê rojnama Dîplomat:Tahir Suleyman

    Xwe ji xwendevanên Rojevakurd re bide nas kirin, gelo Tahir Suleyman kî ye? Tahir Silêman Sernivîskarê rojnama “Diplomat”ê, sala 1954’ê li Komara Ermenistanê, nehîya Vêdiyê, gundê Xalîsê ji dayîk bûye. Piştî xitimkirina Dibistana Navîn li Serbajarê Azerbaycanê Bakûyê, li Unîvêrsîtêta Pêdagojîyê da wekî xwendevan bi zimanê Azerî tê pejirandinê, zanîngehê di sala 1980-an kuta dike. Piştî xitimkirina zanîngehê vedigere Ermenistanê, …