Romanên tarîxî çi qas nêzîkê rastî û heqîqetê bibin, ewqas bala mirov (xwîner) dikêşînin. Romanên tarîxî li ser sê hîman ava dibin: Rewş, karekter û peyam (mesaj). Yanî pêwîste, romannûsên romanên tarîxî romanên xwe bi rewşa tê de, bi xurtbûna karekteran ve, bi peyamekê vekirî, bi hev re girê bidin, bihonînin. Birêz Mehmet Oncu di romana xwe de (Raperîna Baba …
Nîsan, 2021
-
22 Nîsan
Gazinek Ji Meha Nîsanê!
Nîsanê! Ev çi ewrê reş e, Xwe di ser bajarê min re Dibe û tîne?! Çima tu dêmê xwe ji xelkên min Diguherîne..?! Nakokî, dubendî û berberiyê Di nav xelkên min de Gur, bilind û sor dike..?! Nîsanê! Tu gula biharê û bûka salê ye.. Heyva gul, kulîlk û çîçeka ye.. Hêlîna şalûla û bilbila ye.. Heyva evîn û aramiyê …
-
22 Nîsan
Gotinek di 123 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de
Ho bajarê min.. xelkên min.. bihara welatê min..! Va 22ê Nîsanê, cejna rojnamegeriya Kurdî hat.. 123 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN) e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye.. Werin em di vê rojê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin; ew ên ku bingeh danîn û ev azadiya vê roja pîroz nedîtin.. Werin em silavê li canê Mîr Miqdad Medhet, …
-
21 Nîsan
Çîroka “Di Şikeftê De Sê Kes”
Ji Ebû “Ebdûrrehman ‘Ebdullah kurê ‘Umer kurê Xettab (r.), gotîye: Min bihîst ku Pêxemberê Xwedê (s.) digot: “Sê kes ji wan yên berîya we de çûne seferê. Li wan bû şev û ji bona ku şeva xwe bibihurînin ketine şikeftekê. Vêca latek gindir bû, hat derê şikeftê li wan girt. Li ser vê yekê gotin: “Ne ku hûn bi karên …
-
20 Nîsan
Dîroka çanda kurd û çavkaniyên wê yên civakî
Baş tê zanîn ku cografyaya Kurdistanê, sê mehên zivistanî wekî kebîs e û derfetên derketina mirovan a kar nade. Lewma mirovên Kurdistanê, li gorî şevên dirêj ên zivistanî, lîstikên wekî pandomîm, wekî skêç, wekî pol-firandinê, wekî lîstika hingulîskê û hwd. derxistin holê û hê jî hinek ji van lîstikan hene. Mebesta min ji van gotinan ew e ku mirov bi cografyaya …
-
19 Nîsan
Meha Nîsanê û Sala Nû; Çarşemba Sor
Ji mêj ve, gelê kurd di meha Nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû dikirin û wiha ta roja îro ku, ew pêşwazî bi tenê di nav kurdên Êzidî de maye.. Belê hê jî, ew kurdên ku bi ola xwe Êzidî mane pêşwaziyê vê rojê bi aheng dikin. Ji ber ku piraniya kurdan roja îro bûne misilman, …
-
18 Nîsan
Firat Cewerî: Ez ê ji ser vê riyê qet danegerim!
Nivîskar û weşangerê Kurd ê dîyasporayê Firat Cewerî yek ji wan kesên kedeke mezin bo ziman û edebîyata kurdî daye ye. Cewerî bi xebata salan kovara Nûdemê weşandiye û hemû cîldên Hawar a Mîr Celadet Bedirxan jî çap kirine û gihandine me. Di van demên dawî de ku zimanê Kurdî dîsa ketiye rojeva kurdan û gelek sazî û dezgehên Kurdan ji bo …
-
15 Nîsan
Çîroka Welatekî!
Ji berî hezar salî ve bav û kalên me, di nav xaka gelî, deşt û daristanan de dijiyan.. Çiyayê Toros, Zagros û Ararat li dor wan, ber bi asman ve bilind dibûn.. Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat, Zab û Xabûr distandin.. Di nav wê xakê de xan û man ava kirin genim çandin hesip kedî kirin û mezin.. …
-
13 Nîsan
QUMARBAZ
Di gundekî de zilamek dewlemend xwedî maşîne hebû. Her roj rêwiyên gund dibir bajêr û dianîn gund. Wext û salan da pey hev û êdî hînê leyîstokên çayxaneyan bibû. Çayxaneya ku li xeracê valahiya nava rojan de cara ewil li ser çayê, dûre li ser biskivît û gufreta û heta fisteqa dilîstin. Heta nanê nîvro jî dilîst lê êdî li …
-
12 Nîsan
Omer Dilsoz: Reqabeta di navbera romannivîskarên kurd de xurtir dibe
Nivîskar Omer Dilsoz romana xwe ya dawî derxist. Romana wî bi navê “4 Kotra 4 çela” ji Weşanxaneya Lîs derket. Wekî pirtûkên din di vê pirtûkê de jî vegotina Dilsoz mirov mest dike. Piştî xwendina romanê ku min bin gelek rêzikan xêz kirin, min sohbetek ligel Omer Dilsoz kir. Kerem bikin… Dema mirov behsa romana kurdî bike nikare sedan sal …