Bo Rojava Kampanyaya Xwendinê

Ciwanên Kurd Li Awrûpayê Kampanyaya Xwendina Pirtûkên Kurdî Dan Destpêkirin

Li Awrûpayê xwendekarên kurd yên ku di beşên cûda de dixwînin, bi serkirdetîya komeleya Kurd’Înalco ku li Parîsê ye û SOAS Kurdish Society ku li Londonê ye kampanyayek dane dest pê kirin. Armanca kampanyayê ew e ku xwînerên zimanê kurdî ji hemû dinyayê ji ser pirtukakurdi.comê pirtûkên kurdî bikirin ku bazar û xwendina kurdî geş bibe.

Herwiha,  armanceke din a vê kampanyayê jî alîkarîya amûrên xêzkirinê bide zarokên Rojavayê. Komeleyên organîzator dibêjin ; Ji her kirîna pirtûkan ji %10 bexşê projeye bikin. Di bihara 2021an de em ê dîsa kampanyayekê din çêbikin û dahatîyên wê û kampanyaya pirtûkên kurdî bibin Rojavayê Kurdistanê û li wir amûrên xêzkirinê (boyaxkirinê) dîyarî zarokan bikin.

Agahîyên di derbarê kampanyayê û kûponan de dê li ser torên medyaya civakî bên belavkirin. Daxwaza organîzatoran ew e ku her kes vê kampanyayê parve bike, da ku her kurd û eleqedarê kurdîyê hay ji vê projeyê hebe.

Li gor agahiyên ji organîzatoran hatin standin ev proje wê bi pirtukakurdi.com dest pê bike û bo kampanyayên pêşerojê fîrmayên din yên ku bixwazin û pergala wan piştgiriyê bidê kampanyayê wê karibin beşdarî bibin.

Organîzator dibêjin, her kesî ku pirtûkan bikire, divê li ser sêlika pirtûkan koda kûponê (ROJAVA) bi kar bînin.

ROJAVA

 

Hesabên komeleyên organîzator

 

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply