Gotinek û Helbestek Zarokan

Di rojek wek îro de 20.11.2020an de, berî 31 salê, Netewên Yekbûyî peymana parastina mafê zarokan mor kiriye.. Bi vê helkeftê û Cejna zarokên cîhanê, min ev helbest nivîsandiye.. Ev helbest min di vê dîwana min a ku di sala 2013an de li Amedê hatiye çapkirin, belavbûye:

Em zarokên Kurda ne
Ji bê pirsî winda ne
Kesî haj me qet nîne
Va em jî reben ma ne

Cejna zarokên cîhan
Ji mafê me ye dîlan
Em jî bi kêf û şadî
Bi raqisin bi lîlan

Lê mixabin sed carî
Jiyana me reştarî
Ya heval û hogiran
Buhar li wan dibarî

Zimanê dê qaçaxe
Bav bi nalîn û waxe
Wa Netewên Yekbûyî!
Ji vê rewşê me daxe

Kurd ne hov û bela ne
Em jî zarokên wa ne
Daxwaza me aştî ye
Çima bi we giran e?!

Gelî zarokên ciwan
Bîst û pêncê Cehzeran
Cejna mendalên cîhan
Ji bil zarokên Kurdan

Çima em ne li bîrin
wisa reben û dîlin
Wa Netewên Yekbûyî!
Em zarok in hêsîrin

Armanca me aşîtî
Hezkirin û biratî
Gunehê me çi heye
Kîn û pevçûn hilatî

Ji mafê me jî azadî
Bi cejin û kêf û şadî
Bi yarî û nûcil bin
Bilind bangkin azadî..

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply