Bi Mîrza Metînî Re Li Ser Şanoyê Çend Gotin

Di nava lîstikên herî baş yên 2011an de lîstika te ya bi navê “Dîsko 5 No’lu” (Dîsko No 5) hebû. Ev lîstika te li gelek cihan bû xwedî xelat. Ev yek ji bo şanoya kurdî gavek xurt bû. Tu dikarî ji me re qala çîroka vê xebatê bikî?

Destpêka 2011ê bû gava min dest bi nivîsîna Dîsko 5 No´lu kir. Nav bi Tirkî ye lê naverok bi Kurdî ye. Min bi zanistî nav bi tirkî danî. Maneya esil ya Dîsko, Qawişa Dîsîplînê ye. Yanê odeya îşkenceyê. Dîsko termekî leşkerî ye. Kesên ku leşkerî kiribin tev vê dizanin. Lê kesên ku vê tiştê nizanibin wisa fam dikin ku Dîsko cihê reqsê ye. Min xwest ku vê îroniyê bikarbînim. Piştî gelek lêkolîn û xwendin û xebatan min tekst qedand. Berfîn derhênerî kir. Min jî lîstikvanî dikir. Jixwe ji bo ku ez bilîzim min ev nivîsandibû. Lê di rê de problemek derket. Berî vê bi çar salan ez hîç derneketibûm ser sehnê. Min tenê nivîskarî û derhênerî kiribû û min perwerdehîya lîstikvanîyê dida. Gava min dest bi xebata rolê kir ez û Berfîn em şaş man. Min nedikarî bilîsta. Hemû qabilîyetên min ji min revîya bûn. Me bi Berfîn re gelek şer jî kir. Min dev ji lîstikê jî berdida filan bêvan. Axirî, di ber me de festîvalek hebû û dîrokek hebû. Piştî du-sê heftîyan li Festîvala Navnetewî ya Enqerê promîyera me hebû. Piştî şer û pevçûn û zehmetîyan û tevî sebra Berfîn û hevalan ez dîsa germ bûm û em çûn festîvalê û me promîyerek xweş derbas kir. Dû re jî ji xwe gelek kes dizane çîroka lîstikê. Lîstik hê jî berdewam dike. Bû heşt sal.

Di şanoya me de lîstikvanî girîng e. Dû re jî rejî û tekst. Lîstikvanî xurt be hewcedarîya zêde bi kostum û dekor û alavên din tune ye. Lîstikvanî xurt be tu dikarî bi pereyên pir piçûk produksîyonan çêbikî. Rejî ango derhênerî xurt be dikare ji bo ku lîstikvan xurt bilîze rê û rêbazan bibîne. Û heger çîrok/tekst xurt be dikare deng, hilm, hest, beden û mêjîyê lîstikvanê bimeyîne. Alavên din di sahneya me de alîkar in. Her tişt ji bo serkeftin û xurtîya lîstikvanê heye. Ev hunerek zehmet e. Ji ber ku divê derhêner û afirînerên din hunereka zirav biafirînin ku zêde xuya nebin û nekevin pêşîya lîstikvanan.
Ev rêbaz di lîstika me ya Reşê Şevê de derketibû holê. Li gorî vê rêbazê lîstikvan û çîrok derbasî nav hev dibin. Lîstikvan dibe neqildarek û vebêjek. Ji pencereya karekterê neqil dike û ji pencereya xwe jî vedibêje. Pencere, pêncerê ye, yanî di nav çar dîwaran de cihê gihîştina vebêj û temaşevanan e. Û ev pêncerê divê bi awayekî organîk were saz kirin. Me xwest em karê xwe li ser vê rêbazê kûr bikin. Dû re me di Dîsko 5 No´lu û lîstika Di Tuwaletê De ku Rênas Jîyan nivîsî bû de jî heman rêbazî dabû pêşîya xwe. Her sê lîstik jî bi rastî elaqeyeka mezin dît. Lê heger lîstikvan serkeftina xwe par neke ev nîşan dide ku hêca nebûye lîstikvan. Mesele ne tenê xurtbûna lîstikvanîyê ye, di heman demî de edaba şanoyê jî pêwîst e. Serkeftina esil hevkarî û edab û prensîp e. Piştî ku Di Tuwaletê De “serkeftî” bû û lîstikvan sê heb xelat girtin tevgera wî bi me re guherî. Heger îro hevpeyvîn û danasîn û biyografîya wê lîstikvanê binêrî tu nikaribî fam bikî nivîskar û derhêner û çêkerên lîstikê kî ne. Nikaribî fam bikî li ku derê perwerdehî dîtîye. Tu dibê qey qet nebûye şagirt û lîstikvanê me û bi tena serê xwe solo performansek bi navê Di Tuwaletê De çêkirîye û li ser şanoya fîzîkî hûr bûye û xelatan stendîye. Helbet herkes şaşîyan dike. Şaşî nebe rastî xuya nabe.

Axirî, êdî di destê me de rê û rêbazeka neqilkirinê û vegotinê ango lîstik çêkirinê heye û em dibînin ku temaşevan pir bala xwe dide ji vê rêbazê re. Dîsko 5 No´lu ji bo me bû laboratuvarek. Gelek tişt hînî me kir. Me mezin kir. Reşê Şevê rêya Dîsko 5 No´lu vekir, Dîsko 5 No´lu rêya Di Tuwaletê De vekir, Di Tuwaletê jî rêya Antî-Klama Têlîyê vekir. Hêvîdar im Antî-Klama Têlîyê jî serkeftî bibe. Hemû girêdayî hev in. Me Dîsko 5 No´lu tevî jorenivîsa Tirkî û Ingîlîzî dilîst. Ji kurdan zêdetir bîyanî dihatin. Ji alî mijarê ve, tarza lîstikvanîyê û derhênerîyê ve pir bal kişand. Heşt sal in berdewam dike û dora 225 caran derket pêş temaşevanan. Hêca jî temaşevanên lîstikê hene. Niha li Almanya tevî jorenivîsa Almanî berdewam dike. A rast, motîvasyon û kelecanîya min î ser lîstikvanîyê êdî nema, lê ez dîsa jî bi zorê xwe motîve dikim û dilîzim. Qeweta min jî ne wek berê ye ya soxî. Kesên ku temaşekirine dizanin, ji ber ku lîstik efor û kondîsyoneka pir bilind dixwaze. 31 salî bûm dema min destpêkir. Her sal dibêjim ezê bi dawî bikim lê lîstik min bernade. Ka em binerin çawa dibe.

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

ŞAHÊ ECEMAN, SILTANÊ OSMANIYAN Û MÎRÊ KURDAN

Min romana romannivîserê tirkê îslamîst Îskender Pala ya bi navê Şah/Sultan xwend. Di romanê de …

Leave a Reply