Demek hebu du bira,
Herdu rabun li wira.
Herdu kolan erd û ax,
Ji bona qesr û qonax.
Bawerî bi hev anîn,
Bo xanî bingeh danîn.
Nerm kirin kils û herî,
Kevir anîn berderî.
Tev xebitîn jin û mèr
Ji bilè ewè bè xèr.
Mîna gayekè zexel
Wî çav berda bu mexel.
Bè dengî li bendè bu,
Xebat ne karè wî bu.
Tim rudinişt ew li per,
Kesekè neçu li ser.
Gotin neçun guhèn wî,
Xerab nebu cîhè wî.
Kesekî negot bira,
Carekî were vira.
Çima tu nayè civatè,
Nakevî nav xebatè.
Carek çîye ku bixwe,
Nexist xanî keda xwe.
Mirov mîna morîstan,
Xebitin bè rawestan.
Hînka bèr û hîn bivir,
Kişandin ax û kevir.
Bo ku zu lèkin xanî,
Hînan ji wan av anîn.
Dest pèkirin ji serî,
Bi kevirèn çèkirî.
Zarok û zèç tevayî ,
Bilind kirin avayî.
Pir xebitîn meh û sal,
Idî bibun xwedî mal.
Li wan neman dest û pî ,
Lè kirin qesra sipî.
Derî pace li ber xistin,
Cil û erdè raxistin.
Runişt birayè karker,
Yek hat raweste li ser.
Got ez birayè te me,
Şirîkè mala we me.
Xanî yè min û teye,
Jor yè min jèr è teye.
Bè destur çu ber xanî,
Navè xwe li ser danî.
Nivîsî li ser derî,
Yè mine navè ser
Ezim birayè mezin,
Ev avahî tev è min.
Birayè karker got çima,
Tu li xani bu tima.
Berî em lèkin xanî,
Min bawerî bi te anî.
Ez xebitîm pir bètir,
Min anî ax û kevir.
Xanî lè bu li vira,
Tu li kubu ey bira.
Xebat diçu zora te,
Ïro mal hat bîra te.
Xanî hemu keda min,
Te tu tiştek neda min.
Xanî hemu min çèkir,
Te hat navè xwe lè kir.
Qey nabîne çavèn min,
Ka li kuye navè min.
Wekî malè bavè xwe,
Te li ser danî navè xwe.
Ji bo çîye çi sedem,
Aw ha dikî tu her dem.
Ger dixwazî biratî,
Nexe dilan sewatî.
Tu bixwazî wek hevî,
Mal parîke bi nîvî.
Xanîyè min û te tev,
Herdu nav deyne ber hev.
Birayè bi fen û xayîn,
Dike bibe herdu din.
Got çavè xwe vek binhèr,
Tev yè mine jor û jèr.
Ezim xwedyè xanyè nu,
Tu derkeve here zu.
Bo çi li vir runiş tî,
Ezim xwed yè her tiştî.
Tu tiştekî din heye,
Bazara min û teye
Peyman deynim bi te re,
Guh bide min ji xwe re.
Tucar ji min negre rik,
Bi xebite bi nèzîk.
Ezè runèm li malè,
Tu bîne qutè salè.
Razèm li ser textè zèr,
Tu berjèr be qata jèr.
Ezè bixwim goştè kar,
Hestî ji te re gelek par.
Genim yè min ceh yè te,
Du par yè min yek yè te.
Ezè runèm li eywana ,
Tu xwedîke heywana.
Ezè sar bim li hespè,
Tu bi meşe tim bi pè.
Tèkevim kèfa dinè,
Tu jî çèke xwarinè
Tim bigerim hawir dor,
Tu paxişke jèr û jor.
Ezè bibim sermîyan ,
Tu bibe karè pîyan.
Nadime te avayî,
Ji te re bèjim kinayî.
Ez axa û tu xulam,
Bazar eve ey zilam.
Tiştè ku bèjim eve,
Tu naxwazî derkeve.
çend sal borî vè rengî,
Birayè karker kir dengî.
Rabu ser xwe jè re got,
Idî ez naçime cot.
Ne xulam û axatî,
Ez dixwazim biratî.
Ev çend sale kole me,
çewan birayè te me.
Ez dizanim çewane
Biratî ne wihane
Bira bira nakuje,
Ü xwîna wî namije.
Pir kişand ji vî destî,
Ez mame çerm û hestî.
Tu mirovek bè bextî,
Wek mirina bè wextî.
Bo ku dilè te reşe,
Ev biratî nameşe.
Birayè xayîn bersîv da
Zède lingè xwe rada.
Serî bilind kir got wî,
Xwedîyè xanî ne tuyî.
Mal dè û bavè min,
Wanè liser navè min.
Ku çi hebe yè mine,
Qet para te tè nîne
Her xulam û her xulam
Xwarin nîne bo te nan.
Mal û zevî rez û pez,
Lewre xwedî ezim ez.
Birayè karker got nexèr,
Ez ji te bome zivir.
Ez dibèjim wek hevî,
Tu ji vî yekî direvî.
Tim dibèjim biratî,
Bo vî nakî tebatî.
Li min diki çav sorî,
Naqede zilm û zorî.
Bo xwe mal milk dixwazî,
Bo min jî belengazî,
Tu dev nermî pişt hişkî,
Wekî mar û dupişkî.
Virda wirda xwe didî,
Bè dengî bi min vedidî.
Aw ha nabe li bal hev,
Jîyan buye tev li hev.
Li vir nema biratî,
Bese idî koletî.
Cihè dibim ez bixwe,
Bo jîyanek serbixwe.
Nîvekî xanî yè mine,
Cihè bun mafè mine.
Ezè ji te cihè bim,
Nabe cîhè ku lè bim.
Birayè xayin rawest,
Per û baskè wî şikest.
Bu zingîna dirana,
Gazî kire cîrana
Biqèrîn û bi hewar,
Rabu kire qare qar.
Got binhèrin li vira,
Şer dixwaze ev bira.
Wer bibînin ji xwe re,
Birayè min neyare.
Ev dibèje cihè bun ,
Safî bikin idî hun.
Wekî hun jî dibînin,
Ez û wî tev dimînin.
Ma qey em ne birane,
Va hun jî li virane.
Çi te da min buye lè,
Tev yè mine cîy ku lè.
Cîran hatin ji bo wan,
Ka bèjin me va dewan.
Em nizanin derdè we,
Safî bikin hun bi xwe.
Lè hinekî cînaran,
Baş axivîn ji bo wan.
Kirin qisè gelek xweş,
Derket holè ruyè reş.
Gotin em jî dizanin,
Ko hûn her du biranin.
Yè we yeke bav û dè,
Em dibèjin bo xwedè.
Ger bè gotin birastî,
Li vir heye zor destî.
Hûn yek axa yek xulam,
Pir nexweşe ev meqam.
Ger hûn dibèn biratî,
Bila rabe axatî.
Ev deng çu birayè xayîn,
Bi bu wekî har û dîn.
Got hûn hemu dijminin,
Alîkarè birayè dinin.
We şer xiste nava me,
Bo hûn werin şuna me.
Mal yeke nabe du par,
Yè minin ev cîh û war.
Hûn qet nakin hèvî,
Ez mal nakim nèvî.
Ez û wî birayè hevin,
Ji nava me derkevin.
Hûn cînar tev neyarin,
Pir xayîn û hevkarin.
Dinya li min bun dij min,
Kesek neman dostèn min.
Kes xwe nedin dora wî,
Ezè bînim qira wî.
Birayè karker got bira,
Guhè xwe bide vira.
Ger ku ez nebu ma,
Dè xanî tune buna.
Keda mine ev xanî,
Vè yekè baş dizanî.
Tim li şere berè te,
Gotin nakev serè te.
Dibèjim ez mirovim,
Ne gîhame ne hovim.
Va li vir zarokè min
Kur û keç û bukèn min,
Wargeha bavè meye,
Runiştin mafè meye.
Ez dibèjim vè gavè,
Min tucarî şer navè
Ey birayè kone van,
Carek veke van çevan.
Idî nabèm bindestî,
Va kèr gihîşte hestî.
Belè tu pir bext reşî,
Tu nayè rè bi xweşî.
Min bawere vè yekè,
Aşîtî nabe bè çekè.
Ger tu mèrî derkev der,
Ez dibèjim şer û şer.
Gava qala şer dike,
Birayè xayîn deng dike.
Dibè hewar ev kîye,
Ïjar şer j ibo çîye.
Bi gazin û bi awaz,
Got tu buyî cuda baz.
Pişt re bang kir gundîya,
Gote rabin ser pîya.
Ev birayè teşqela,
Serè min buye bela.
Gundî gotin neke deng,
Dinya li te buye teng.
Kesek nîne ker û gèj,
Te xwest vè serè qirèj.
Te dest da ser malè wî,
Milkè bav û kalè wî.
Karè teyè bè mafî,
Ev yek qet nabe safî.
Birayè xayîn nekir der,
Çu ser birayè kar ker.
Got qet neke dengè xwe,
Here runè li cîhè xwe.
Ez didim te av û nan,
Ez xwedî me tu nèvan.
Ka li dora xwe bimèz,
Her gav ezim yè bi hèz.
Tu him qels him lewazî,
Bi ser de cuda xwazî.
Pèş de diçî tu gelek,
Ez bikim çerx û felek.
Gelek baş tu dizanî,
Nadi me te ev xanî.
Birayè kaker xwe ker kir,
Malbata xwe hişyar kir.
Got rabin çara me nema ,
Tev de hildin şur riman.
Dest dane hev wan li wir,
Dè û bav û keç û kur.
Tev de bi hev re rastî,
Hilweşan din zor destî.
Xanî xistin destè xwe,
Mizgîn dane dostèn xwe.
Ji holè rabu ev xayîn,
Idî nema şer û şîn.
Karker li xanî runişt,
Jîyan jè re bu bihist.
Dawîya xayînan eve ,
Rastîyè her bi ser keve.
Feyzî Mîrhesen