Bi Mîrza Metînî Re Li Ser Şanoyê Çend Gotin

Kurd qîymetê didin şanoya kurdî?
Pêşî divê şanoger qîymetê bidin xwe û karên xwe ango karên hevdû. Dû re helbet zemanekê were û xelk jî dê qîmetê bidin şanoyê. Di kurda de hertişt girêdayî sîyasetyê ye. Herkes, heta piranîya hunermendan jî qîmetê didin îdeolojîyan. Sîyaset û îdeolojîya ku ew diafirîne bi hêvîyekê destpê dike, hêvîyeke xurt saz dike û dû re wek hûtekî hertiştî dixwe. Ez wekî Rancîere difikirim. Mealen wiha dibêje. “Huner çiqas bikaribe ji mûdexaleya sîyasetê dûr bikeve jixwe ewqas sîyasî ye”. Helbet huner bêyî îdeolojî nabe. Lê ne bi îdeolojîya partîyan, divê îdeolojîya xwe biafirîne. Ez qîymetê didim temaşevanan û ji ber wê jî qîymetê didim karê xwe. Sîyaseta rojane gel dejenere dike. Sîyasîyên ku ji hunermendan re rê û rêbazan nîşan didin û nahêlin ku hunermendên serbixwe nêzikî gel bibin ne kêmî dewletekê asîmîlator û dîktator e. Lêbelê dîsa jî gel tiştên baş û serkeftî dibîne û qîymet jî dide. Helbet rêya me hê dûr dirêj e. Pêdivîya me bi Kurdistanek azad heye. Dewletek û civakek tenê bi sîyasetê û bi sîlehê ava nabe. Feylesofek gotibû: “Exlaqê herî baş afirandin e”. Bi min azadîya Kurdistanê zêdetir girêdayî afirandina estetîkekê ye. Çî ye estetîk? Kurdistan estetîk e. Lê estetîkeka çawa ye? Ev pirs bi sedan salan e li ber me ye. Herkes dikare cûda binirxîne û hemû jî li gorî xwe dibe ku rast bin. Lê di dawîyê de xebateka estetîkî di heman demî de harmonî û aheng e; festîval e, karnaval e, lîstik e. Wekî Johan Huîzînga negotî: “Lîstik çalakîyeka azad e”. Li gorî Huîzînga lîstik kiryariyeka bingehîn ya mirovan e. Kurd dilîzin jî. Bêyî reqasan rojek jî derbas nakin. Mirin jî be şahî jî be protesto jî be dilîzin û direqisin. Bi jîyanê re, bi mirinê re, bi dewletan re tim dilîzin. Kurd reqaswan û lîstikvanên agirê ne. Ev dîyar dike ku kurd bi awayekî prîmîtîf qîymetê didin lîstin û reqasê. Şano tiştekê modern e, nû ye; tişteke rojavayî ye û di kurdan de piştî qedexekirina çand û ziman û festîvalan destpê kirîye, li gorî lêkolîner Hewramî. Wext lazim e ku gel hîn bibe û qîymetê bide. Ji ber wê jî, wekî min got, pêşî divê şanoger qîymetê bidin karê xwe. Rêya me dirêj e.

Şanoya kurdî li gorî şanoya cîhanê di çi rewş û di çi astê de ye?
Şanoya cîhanê 2500 salî ye. Şanoya Kurdî ku li Tirkîye û li Kurdistana Bakur tê çêkirin 28 salî ye. Ku em dîroka şanoya kurdî ya nivîskî binêrin bi temamî em dikarin bêjin sed û bîst salî ye lê bi dehan caran ji ber sedemên sîyasî sekinîye û navber daye. De were bifikire. Tu xwedî Kurdistanek azad an jî xwedî piştgirên saxlem nebî şanoya te jî bi hêsanî nikare bigihêje asta şanoya cîhanê.

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply