Bi Mîrza Metînî Re Li Ser Şanoyê Çend Gotin

Di nava lîstikên te de ya bêhtir bala min kişandî lîstika “Cerb” bû û Cerb lîstikek bêpeyvîn bû. Sedema bêpeyvîna vê lîstikê çi bû gelo? Bi te şanoya bipeyv an jî şanoya bêpeyv bêhtir xwedî bandor e?

Çend tişt hene ku min difikirînin û ji bo ku ez lîstikên bêpeyvîn çêbikim îlham didin min. Ji van tiştan yek ev bû: 2010 bû min lîstika Cerb çêkir. Min dixwest tesîra mamoste Erdal ji ser xwe bavêjim. Momoste Erdal ji bo min wek bavek bû û êdî min dixwest bibim kurê xwe. Wekî Antonîn Artoud negotî “Ez, Antonîn Artoud, kurê xwe me, bavê xwe, dîya xwe û xwe yê bi xwe me”.
A din; berîya peyvê hereket hebû. Mesela kesekê ji te bixeyîde peyv ne hewce ye ku tu wê fam bikî. Tu wê fam dikî. Tevgereka wê heye li hemberî te. Zimanê bedenê pir bala min dikşîne. Zimanê ku însan dipeyîvin tiştekî îcad kirî ye û hin caran têrî însanan, têrî îfadeya hin kiryarîyan nake. Heger tu zimanê xwe bi kar neyînî tê ji bîr bikî. Lê beden ne wiha ye. Beden xwedî hafizayek xurt e, xwedî dîrok e, kiryarîyên bav û kalan di nav can û bedena me de ne. Tinginîya dengê jîyana wan di nav hestîyên me de digere, di xwîna me de dikele.
Tiştê din; bi salan e ez li ser şanoya fîzîkî dixebitim. Helbet bi peyvan jî dikare şanoya fîzîkî çêbike. Ji xwe şano tiştekî fîzîkî ye. Tiştê ku ez dixazim bibêjim ev e: Ez hewl didim ku xeteke organîk di navbera lîstikvan û temaşevanan de saz bikim. Wexta ku lîstikvan hereketek bike ango peyvek bibêje divê ev ne tenê hereketek an jî peyvek be. Divê lîstikvan bayê hereketên xwe ango tinginîya peyvan bavêje alîyê temaşevanan û divê temaşevan wê ba û tinginîyê di laşe xwe de hîs bike. Heger lîstikvanek û derhênerek bi hevkarîyeka xurt bikaribin di nav hafizaya bedena temaşevanan de cihek bigirin ev ji bo min asteka serkeftinê ye.

Ji ber sedemên wiha ez li ser şanoya bêpeyv jî dixebitîm. Di 2017an de min dîsa bi navê Panoptîcon lîstikekê wiha bêpeyv çêkiribû. Ev jî promîyera wê li Festîvala Şanoyê ya Stenbolê pêk hatibû. Di Cerbê de lîstikvan alaylî bûn, di Panoptîconê de lîstikvan mektebî bûn. Her du xebat jî ceribandinên balkêş û cûda bûn ji bo min.

Hem di damezrandina Şermola Performansê de û hem jî di lîstika Reşê Şevê de keda Berfîn Zenderlîoglu zêde ye.

 

Tu dikarî ji me re behsa van xebatên we yên hevpar bikî?
Ez û Berfîn ji destpêka Şermola Performansê vir ve şirîk in. Helbet şirîkatî tenê navek e. Em bi hev re xeyal dikin, bi hev re serkeftî dibin, bi hev re sernekeftî dibin, bi hev re dikenin an jî digirîn, bi hev re hêrs dibin bi hev re şer dikin; em dostê hev yê baş in. Bi salan e di zehmetî û nebaşîyan de jî di rihetî û başîyan de jî em hevdu digirin. Di navbera me de tekîlîyeke xurt ya hunerî heye, tekilîya me him rexnedar e him berhemdar e.
Em du rêvebirên Şermola Performansê ne. Em bi hev re hemû biryaran didin. Niha ev li Stenbolê karê Şermola Performansê dimeşîne, ez jî li Almanya karê Şermola Perfornasê dimeşînim.

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply