Bi Mîrza Metînî Re Li Ser Şanoyê Çend Gotin

Ji bo şanoya kurdî pêş bikeve çi pêwîst e?
A rast ez nizanim şanoya Kurdî çawa pêş bikeve. Naxwazim gotinên mezin jî bikim. Tiştê ku ez dizanim ev e: Divê ez di heftekê de herî kêm sê-çar pirtûkan bixwînim, roje herî kêm 6 saetan li ser karê xwe bixebitim û divê ji xwe re rêyeka estetîkî biafirînim ku bi rêya şanoyê çîrokan vebêjim. Ez nivîskarek im. Ji bo ku estetîka xwe pêşve bixim ev tişt pêwîst in. Ji alî din jî divê ez derfetan bibînim ku lîstikên xwe raxim ser dikê. Li tu deverî derfet tune ye. Divê ez zorê bidim xwe û derfetekê bibînim an jî biafirînim. Heger tu derfet nebînim, dibêm derfet ez im. Ji alî din jî hevkarîyên navnetewî çêdikim. Di vê astê de pêdivîya min bi Kurdistaneka azad çêdibe, lê Kurdistaneka wiha qet xuya nabe. Wê çaxê dibêm nexwe Kurdistan ez im, şanoya min Kurdistan e, bajo. Axirî, gotina Antonîn Artoud zêde dikim. Ez Mîrza Metîn, kurê xwe me, bavê xwe, dîya xwe, yê xwe yê bi xwe, derfetê xwe û Kurdistana xwe me.

 

Di navbera şanogerên başûr, bakur, rojava û rojhilat de têkilîyek heye? Şanogerên me bi hev dişêwirin û bi hev re xebatan dikin?
Mixabin tekilîya me bi tu şanogerên Kurd re tune ye, ya rast. An jî pir kêm e. Demekê bi şanogerên Stenbol û Amed û Batmanê re tekilîyên me hebû lê ji ber hin sedemên sîyasî û çandî û rojane ew jî qut bû. Mixabin sedem ne hunerî bû. Meseleya partîzanî jî di navbera me de dibe asteng, mixabin. Helbet kêmasîyên me jî hebûn di vî warî de. Ji çend mehan pê ve hin xeyal û fikrên me gihîştin ji bo ku em tekilîya xwe bi wan şano û şanogeran re xurt bikin. Ku ev fikr û xeyalên me bigihêje astekê û kamil bibe em ê eşkere bikin.

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply