Şev Kûlîna Dil e

Hestên ku bi roj di xew re diçin bi şev şîyar dibin. Şev gelek caran mirovan ji vê dinyayê dûr dixin. Gîyan bi şev dikeve nav jîyanek nepen. Tenê şev dizane ew gîyan bi çi hestê tev digere.  Ew ku roj bi xem û keser, bi teşxela jîyanê ve mirovan gelek caran ji hestan dûr dîxe.

Mirov dengê dil, dengê gîyanê xwe ji bîr dike. Şev gîyanê mirovan bi xwe dihesînîne.

Dil bi roj ji xwe dûr dikeve bi şev li xwe vedigere. Dil bi şev li xwe mukir tê. Dengê dil bi şev olan dide.

Erê dengê dil! Ew dengê ku gelek caran bê deng lê dide lê, bi şev weke berxê çav li maka xwe dikeve dikale. Şev perda di nav bera hestan û dil de radike.

Şev destê xwe dirêjê dil dike û hestan didoşe. Peyva “ji te hezdikim” bi şev hezar caran di dil de tê ziman.

Şev mazuvanê evîndaran e. Dilê birindar bi stêrkan ve dideride.

Roj derîyê dil digre, şev mifteya dil e. Şev birînên dil vedikole û kulmek xwê pê wer dike.

Hestên nepen xwe bê dengîya şevê de didin der.

Bi şev hest helbestan dirêsîne. Hest û helbest di bêdengîya şevê de li hev diqelibin.

Şev sîrûda dil vedibêje û ala dil dadiçiqîne. Bêdengîya şevê rengê hestan diguherîne.

Şev hestan dilivîne.

Şev rih û kakilê dil e.

Şev kulîna dil e.

Şev dismala dil dihejîne.

Şev silavan dide hestan.

Dil mêvan e, şev mazuvan.

Şev agirê dil gûr dike.

Şev nûnerê hestan e.

05.08.2019
Rojbin Ozkan
rojbinserap@gmail.com
Mûş

 

 

 

 

Derbar Rojbîn Ozkan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply