Bi Mîrza Metînî Re Li Ser Şanoyê Çend Gotin

Gotinek wiha hebû: “Huner karê Arîstokrat û elîta ye.” Bi rastî jî wexta meriv li dîrokê dinêre hunermendên ji nava gel derketî li gorî yên elît pir kêm in û bi piranî karê hunerê di destên dewlemendan de bû. Heta cihekî ez jî li ser wê fikrê bûm lê niha difikirim ku ew fikir di hundirê xwe de şaşîyan dihewîne. Ji bo berê ev fikir rast bû lê di sedsala îroyîn de bi saya kesên ji xwe bawer û hunermendên wêrek huner ji destên wan elîtan derket û berê xwe da nava gel û derdê gel. Yek ji wan hunermendê jêhatî ku bi xebatên xwe, bi terz û estetîka xwe Mîrza Metîn e. Me xwest em wî ji nêz ve nas bikin û wî bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Mîrza Metîn kî ye?
Ji salekê zêdetir e ez li Almanyayê dijîm û tevî şanoyeka Almana wek nivîskar dixebitim û her wiha min ofîsa Şermola Performans jî li vir ava kir. Li vir hema bêje her roj heman pirsê ji xwe dikim. “Ez kî me?” Ev pirs, dema tu ji welatê xwe dûr bî her tim di hişê te de ye. Bersiva vê jî pir caran ne hêsan e. Ez li Stembolê mezin bûm. Di 1983an de em ji gundekî Qersê derketine. Ez sê salî bûme wê çaxê. Di 1994an de dema min dest bi Navenda Çanda Mezopotamyayê kir û li wir min dest bi hînbûna çanda xwe û zimanê dayîka xwe ku dê û bavê min ez hîn nekiribûm kir, cara ewil min ji xwe pirsî, “ez kî me?”. Di 2003an de dema ez tevî hevalên xwe ji NÇM veqetîyam dîsa min heman pirsî ji xwe kir, “ez kî me?” Dema ez ji Şanoya Seyrî Mesel veqetiyam min tevî hevalên xwe Şermola Performans ava kir, heman pirs di hişê min de bû, “ez kî me?”. Her dema ku guhartinên civakî çêdibin an jî li welatekî rewşa kurdan diguhere an jî ez dest bi nivîsandina lîstikekê yan jî afirandina sehneyekê dikim heman pirs di ber guhê min re derbas dibe, “Tu kî yî?”. Û her carê ku ez hewl didim ku vê pirsê bibersivînim ji sê saliya xwe dest pê dikim. Yekemîn û yekane hevoka min ya kurmancî ku ji zaroktîya min maye, wek xewnek di hişê min de olan dide tînim bîra xwe. Deng wenda nabin. Ew deng di jîyana min de mîna eksenek e, mîna dara destarek e. Gava hesta wendabûnê bi min re çêdibe ez dara destarê xwe ango zaroktîya xwe tînim bîra xwe. Dibe ku ev behsa min mîna tişteke romantîk were famkirin, lê ji bo min ne tişteke romantîk e, tiştek heyatî ye.

Axirî, bi kurt û kurmancî û rûxarkî ez nîvkurdek, nivîskarek û şanogerekî ku bi rîya hunerê li xwe digerê me. Min perwerdehîya xwe ya lîstikvanîyê li NÇM temam kir. Bi qasî sê salan min li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê reqs û mûzîk xwend û dû re jî min li Zanîngeha Stembolê beşa Dramaturgî û Rexnegirîya Şanoyê kuta kir û ez li wir li ser şanonûsîyê hûr bûm. Wan perwerdehîyan, pirsên min hê zêde kirin ku ez nikaribim li xwe bibînim.

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply