Bajarê qedîm: Kirmaşan

Kirmaşan mezintirîn bajarê Rojhilata Kurdistanê ye ku hejmara nifûsa wê nêzîkî 1milyon kesî ye û
herwiha girîngtirîn bajêrê herêma navîn a rojavayê Îranê tê nasîn, Kirmaşan ji aliyê dîrokî û çandî pirr binavûdeng e û damezrandina vî bajarî vedigere sedsala 4an a zayînî. Ji wê serdemê heya êrîşaereban ya li ser Îranê paytexta duyem a hikûmeta Sasaniyan bû.

Di serdema Selçûqiyan a di sedsala 11an a zayînî Kirmaşan wekî bajarê herî girîng di Kurdistanê de hat hilbijartin.Di sedsalên navîn Kirmaşan ango Qermîsên yek ji çar navçeyên navdar yê Iraqa ecem bû ku ji herêmên Iraqa ecem re Wîlayetên Çiyayî digotin. Sedema vê navlêkirinê jî ew bû ku li gel Iraqa erebî were naskirin û tevlîhevbûn dernekeve. Wîlayeta Çiyayî an Iraqa ecem ketibû li şûna Medya Kevn yanî niştîmanê bavkalên kurdan.

Piştî derbasbûna 11 sedsalan ji êrîşa ereban li ser Îranê di serdema Qacaran dîsan şikilê bajartiyê bi xwe girt û pêş ket.

Kirmaşan bi sedama cihgiriya wê li ser du rêyên Rojhilat-Rojava her wiha ketina li ser rêya Bakurê rojavayê Îranê ber bi Başûrê rojavayê vî welatî û nêzîkbûn a bi Kerbela û Bexdayê re girîngiyek taybet daye vî bajarî.

Bajarê Kirmaşanê ji bakur bi çiyayê Feroxşa, aliyê bakurê rojava bi çiyayê Taqbostan û ji başûr ve jî bi Çiya Spîyê ve girêdayî ye.

Bajarê Kirmaşanê xwedî keşûhewayeke hênik a çiyayî ye.

Di sedsala 4an a zayînî bajarê Kirmaşanê wê demê gundekî şên û xweş bûye ji ber hindê şahên sasanî ji bo gerûseyranê dihatin Kirmaşanê.

Di dema sasaniyan de bax û bostanên mezin di vê deverê de hatin çandin û heya demek dirêj cihê kêf û xweşiya şahên sasaniyan bû.

Kirmaşan nevenda cotkarî û çandiniyê ya Îranê ye û piraniya dahata abûrî ya vî bajarî ji riya çandiniyê ye.

Jêdera navê Kirmaşanê

Kirmaşan gelek caran navê wê hatiye guhertin yanî bi hatina desthilatek nû navê wê jî li gorî wê desthilatdarî yê dihate guhertin.

Di serdema Kasiyan de navê wê Êlibî bûye.

Dema Împaratoriya Hexamenişî de çendîn navê Kirmaşanê hebû

Wekî Kamban, Kermîsên,Kermîşên,Kirmînşan û hwd…

Piştî îslamê ereban navê Kirmaşanê guhertin û navê Qermîsên ji bo wê danîn.

Di dewrên piştre jî Kirmaşan weke Kirmaşanan jî bilêv dikirin.

Navê Kirmaşanê piştî serkeftina şoreşa Îranê bi rêberiya Xumeynî careke din hate guhertin û bû Qehremanşehr û lê piştî demekê ser derbasbûna vî navî naveke nû girt û bû Baxteran

Lêbelê ev guhertinên pey hev rastî nerazîbûnan hat û di encam de bi awayekî fermî navê bajêr bû Kirmaşan.

Hîn dîroknas jî dibêjin peyva Kirmaşan ji peyva Kurmancan hatiye wergirtin.

Kirmancan an kurmancan an jî Kurê Mancikan navê hozeke ango eşîrekê bûye ku berî hatina Medan li wir mane. Manc navê hozeke zerdeştî bûye.

Kirmaşan di nava çiyayên Zagrosê de cih girtiye û bi sedema rewşa av û hewayî ya wê ya taybet û her wiha çiyayî bûna deverê tijî wargeh û şikeftên siruştî ne ku di serdema kevir tim bala mirovan kişandiye ser xwe.

Di Kirmaşanê de gelek tiştên dîrokî û kevnar hatine peydakirin ku hin asar dîroka wan heya 200 hezer salî jî tê texmînkirin.

Bajarê Kirmaşanê ji aliyê dîrokî û çandî û hunerî û siyasî ve yek ji girîngtirîn bajarên Rojhilata Kurdistanê û Îranê ye .

Ev bajar gelek nivîskar û zana û bijîşk, dîrokzan, hunermend, derhêner hwd pêşkêşî civakê kirine ku ji ber hejmara zêde ya wan ji gotina navê wan em derbas dibin.

Xelkê Kirmaşanê bi zaravayên Kurdiya Başûrî (Kelhorî), Kurdiya Soranî(zaravayê Cafî),Lekî û Hewramî diaxivin.

Cihên dîrokî û siruştî yên bajêr

Taqa Bostan an Eywana Bostan cihê her navdar yê bajêr e û em dikarin bêjin nîşana Kirmaşanê ye.

Park daristaniya Taqbostan û Şikefta Perav ku di cîhanê de jî yek ji şikeftên navder e cihên xweş yên bajêr in.

Di bajarê Kirmaşanê de bi dehan mizgeft û muzexane jî hene ku her sal bi hezaran kes ji hundir û derveyî welat serdana Kirmaşanê dikin.

Taqa Bostan hinek kevirnivîs û wêne ne ku dîroka wan vedigere serdema Împaratoriya Sasanî

Ku tê de wêneyên şahên Sasanî wekî Ezdeşêrê Duyem û Şapûrê Duyem hatine ferişandin.

Taqa Bostan seyrangeheke binavûdeng e ku hejmarek zêde geştiyar seredana wê dikin.

Bajarê Kirmaşanê xwedî petrol e û yek ji wan herêmên girîng ê berhemanîna petrolê ye.

Pîşeyên destan, ferhenga xwarinê a bajêr

Xalîçe, pêlava kilaş,cacim, amûrên muzîkê wekî def, tembûr,tar,dîwan, çerm û hwd…

Xwarinên Kirmaşanê

Terxîne,Xurîşa Darikê Bademê, Kebab Parsû,Girara Sêva,Girara Ebbas Elî, Şorbeya Kirmaşanî, Şorbeya Baxî, Bêşî,Nanê Biçrik ê Kirmaşanî,Nanê Şekirê 

Basnews –  Yaqûb Kurmanc

Görüntünün olası içeriği: 1 kişi

 

Derbar Çand Name

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply