Bahoz Baran: Ji tirsa Kurdiya akademîk Kurd newêrin biaxivin

Bahoz Baran, kolan bi kolan li Diyarbekirê daye dû peyvên bişaftî û di berhema xwe ya bi navê Ferhenga Bişaftinê da berhev kiriye. Baran, gelek caran ji wan kesên qaşo bi Kurdiya akademîk diaxivin ra dide gotinan û dibêje: “Ji tirsa wan kesan hinek kes newêrin bi Kurdî biaxivin.” Em bi Bahoz Baran ra di derbarê pirtûka wî ya dawî û xebatên wî da axivîn.

Ji kerema xwe hûn lînkê pitikînin: http://www.basnews.com/index.php/kr/interviews/384748

Heger bi hevokekê an bi du sê hevokan yanî pir bi kurtasî tu xwe bidî nasîn tu kî yî?

Ez, Bahoz Baran im. Karê nivîskarî û karê zimannasiyê dikim û xema Kurdî dixwim bi wê xemê jî dijîm.

Dema ku em vê berhemê dixwînin, em dibînin ku ev ne ji gotaran ne ji nivîsaran pêk tê û ne jî tiştekî çîroksaz e. Hinek jê çavdêriyên te hinek jê bihîstiyên te hinek bûyerên qewimî û hinek jî rastiya Tirkiye û Kurdistanê ye. Em dibînin ku ev wekî anekdotan jî hatine nivîsîn. We çima tarzeke wisa ceriband?

Roja ku hatime Amedê û heta niha ji ber ku xema Kurdî bi min ra bû îcar li ser meseleya ziman çi dihat serê min yan jî serê hevalên min yan jî min çi dibihîst û çi bala min dikişand min li cem xwe dinivîsî. Min digot ez qeyd bikim sibêroj ez 15-20 salan li vî bajarî bim binêrim, ez bizanim çi hatiye serê min, çi hatiye serê gelê min û çi tê serê me bi giştî. Bi wê xemê min bi dest bi nivîsê kir heta sala 2015an û niha jî tiştek li ser ziman bibînim dinivîsim. Her gotineke vê pirtûkê xwe digihîne gelek aliyan, mesela hinek jê bi şanoyê ra eleqadar in, ji ber ku ji jiyanê hatine dawerivandin teatral in, ji sînemayê ra vekirî ne. Yek jê jî çavdêrî ne eger mirov li ser bişaftinê xebateke dîtir kir ev pirtûk dibe çavkanî. Ev hîn dilopek e ji rewşa me ya bişaftinê. Mebesta min a hazirkirina vê pirtûkê, min xwest li ser meseleya ziman tiştên ku hatine serê me bidim ser hev, tesnîf bikim û diyar bikim. Çimkî em di meseleya ziman da bi xwe nizanin. Eger em li jîyana xwe seyr bikin em ê şaş bimînin.

Wekî te di berga paş da nivîsiye ev xebateke teatral e. Te ji ber çi ev şêwe bi kar anî? Gelo dibe ji ber ku têkiliya me bi zimanê me ra bûye wekî tiştekî teatral?

Di vê pirtûkê da, em dikarin li xwe temaşe bikin. Ev lehengên hanê, ev kesên ku di vê pirtûkê da ne, piraniya wan ji Amedê ne û hemû jî nimûneyên jiyana me ya derbxwarî ne. Tiştên xeyalî nîn in, tiştên rast in, jiyanî ne, ji ber wê min got teatral e.

Te di cihekî pirtûkê da gotiye: “Gelek pirtûkên edebiyata modern û pirtûkên dersan bi vî zimanê akademîk hatine lêkirin û nivîskarên wan jî nema dizanin çi dibêjin.” Qesta te li vir çi ye?

Çi edebiyata modern be çi perwerdeya Kurdî be, materyalên wan, yanî tiştên ku niha hene esil derbxwarî ne, sist in, xav in. Ji hêla ziman ve, ji hêla Kurdiya gewr û rewan ve qels in. Nehişiyek, gêjiyek li mêydanê heye. Gelek tiştên ku îro li ser navê edebiyata modern û perwerdehiyê tên çêkirin pişta xwe nadin kurdiya esil, pişta xwe nadin folklora Kurdan, pişta xwe nadin gotina Kurdan û nadin wê tecrûbeyê, xwe li wergera qop digirin, xwe li kurdiya virnî û xav digirin. Sibêroj ew cewhera zimanê Kurdî derkeve meydanê, hela em ê binihêrin ev pirtûkên hanê dê bi çi awayî bên xwendin, dê bên xwendin yan dê neyên xwendin. Zimanekî req, zimanekî ziwa, zimanekî rijî. Jiyan diguhere, helbet ziman jî diguhere ez nabêjim her tişt bi temamî folklorîk be. Divê haya te ji gotina te hebe, berî te çi hatiye gotin? Tiştekî nû lazim kir, di ser wê gotinê ra ava bike, neçe ji bêrîka xwe tiştan dernexe. Peyvên Kurdan bê war in, beyar in, li meydanê ne, gelek jê bê nasname ne, bê xwedî ne. Pêşî divê mirov vê mîrateyê bide ser hev. Mesela peyva “wardoz”ê, Cegerxwîn di helbesteke xwe da nivîsiye. Em pir lê geriyan peyveka koçeran e, koçer ji bo kesê ku diçe ji wan ra warekî nû dibîne, dibêjin “wardoz” e. Aliyê vê peyvê yê sosyolojîk, siyasî, psîkolojîk û felsefî heye lê ev peyv li wir maye kesî berê xwe nedayê. Bi hezaran peyvên me yên wisa hêja di qulik mulikan da mane, gerek mirov xwe bigihîne wan û wan pêyvan bişixulîne. Di pirtûkê da gotinek din hebû: “Kal û pîrên me nexwendin ew ji xwendinê man, lê ji gotina xwe neman, gotina wan temam e. Dizanin çi dibêjin, ê me jî me xwend gelek însan, ji diya xwe bavê xwe dûr ketîn xwendin çûn mekteban lê ji gotinê man.” Gelek Kurdên xwende, bi Kurdî baş nizanin. Mesela kurdiya ciwanan pir qels e û xwe bi tu awayî nagihîne ber hewşa kurdiya kal û pîran. Nivîskar kî ne wê çaxê, çi dinivîsin bi wê Kurdiyê? Potansiyela Kurdî, cewhera Kurdî hîn derneketiye mêydanê. Ev çi Kurdî ye ku nivîs pê tê lêkirin? Ev cewher, di nava folklorê da, li gund û waran bi kal û pîran ra ye, her ku mirov ber bi nêzî vê cewherê dibe, nivîsa roja me tahmsarkî dibe, nema tê xwendin. Bi hezaran peyvên me di nav dest û lingan da ne, ziman bi peyvan radibe ser pêyan.

Te di pirtûkê da gotiye: “Ji tirsa Kurdiya akademîk hinek Kurd newêrin bi Kurdî biaxivin.”  Ev tirs dê çawa rabe?

Tu wexta ku dibêjî, ‘Kurdiya akademîk’, kê ev peyva çêkiriye? Xelkê çêkiriye. Xelkê ji ber ku ji zimanê Kurdên bajarî, ji zimanê xav fam nekiriye gotiye qey evana bi zimanê akademîk diaxivin loma em ji wan fam nakin. Lê esil zimanê akademîk, ne ev ziman e. Zimanê akademîk, zimanê karên akademîk û zanistî ye, zimanê tibê, hiqûqê, kîmyayê ye. Xelkê zimanê ku jê fam nekiriye jê ra gotiye zimanê akademîk. Ez jî dibêjim ku ew kesên kurdiya akademîk dinivîsin, ne akademîk în. Ew bi xwe jî ne li meydana kurdiya rast in. Kurdiya akademîk, kurdiya esirandî ye, kurdiya tengijandî ye, lê eslê xwe kurd wexta ku diaxivin pir rehet in wexta ku dinivîsin ew rehetiya wan tune ye. Zimanê Kurdan, ji ber ku nebûye zimanê perwerdehiyê, ji ber ku sansur li serê tune ye, zimanekî serbest e, rehet e. Kurdî mîzahî ye, lê mîzaha wê di nivîsê da xuya nake. Kengî ew serbestî û rehetiya ziman tam derket meydanê dê ew tirs jî nemîne.

Hemin we got wardoz, ka em pirsekê jî ji wir bikin we di pirtûkê da gotiye ku: “Nivîskar in, pirtûkên wan ji ber hinek sedeman nayên çapkirin û ew jî radibin weşanxaneyekê ava dikin. Gelo weşanxaneya wardozê, ji ber vêya we vekir?

Du aliyê vê meseleyê hene, yek jê em bibêjin ku pirtûkên te ne baş in û însan pirtûkên te çap nakin tu jî radibî diçî weşanxaneyekê vedikî, ya din jî ji pirtûkên te fam nakin yan jî dibên ev çi ye te nivîsiye? Ev ji bo Ferhenga Bişaftinê jî ji min ra hat gotin. Edîtorekî got, ev çi ye te nivisiye? Min jî got, li mêydanê ye, min çi nivîsiye tu weşanger î gerek tu bizanî ev çi ye. Beriya vêya pirtûkeke hevalekî me hebû navê wê ‘Payîzxêr Li Salnameya Kurmancî Xebateke Folklorîk’ bû. Me da yek didu weşanxaneyan, nexwendin, jê fam nekirin. Gotin folklorîk e, vêya çi ye çawa ye? Ji ber wê min weha nivîsî li ser wan. Lê aliyekê din ê vê gotinê jî heye, mesela hinek jî hene pirtûkên wan ne baş in nayên çapkirin diçin ji xwe ra weşanxaneyekê ava dikin û wan pirtûkan çap dikin. Ez qala wê nakim. Kesin hene, dixwazin xebatên baş bikin lê nayên famkirin, ez qala wan dikim. Mebesta min ji wê gotinê ev bû. Bi ya min nivîskar gerek karên weşangeriyê jî nekin çimkî tu karê weşangeriyê bikî tu ji nivîsa xwe ji xwendina xwe kêm dikî, ev jî talûkeyeke mezin e. Lê carna mirov mecbûr dimîne ku weşanxaneyekê ava bike.

Te li cihekî jî gotiye ku: “Li Tirkiyeyê Almanolojî, Amerîkalojî, Fransalojî tune ye, Kurdolojî ji ku derket?” Lê mixabin di fermiyetê da “Kürt Dili ve Edebiyatı” ye. Bi ya min Kurdolojî li hemberê vê fermiyetê wekî bertekekê ye. Lê mebesta we çi ye?

Ew meseleya lojiyê ye li wê derê, wekî ku zimanê me tiştekî kevin be û mirov li serê bixebite. Li Artukliyê mamosteyekî hêja Shab Walî hebû li ser vê meseleyê em axivîn, wî jî digot tiştekî şaş e. Li vir, wexta ku lojî tê piştî wê peyvê wekî ku ew tişt êdî li ber qedandinê ye û li ser wê lêkolîn tên kirin. Ziman zindî ye. Beş, beşê edebiyatê be, tu yê wî navî lê bikî. Ev lojî xwe digihîne meseleya bindestiyê jî. Ji bo xwedê Kurdolojî çi tîne bîra te? Wekî ku hema makîneyek heye tê da her tiştê Kurdî heye. Gerek kategorî, polînkirin çêbibin. Ê me her tişt di nava hev da ye, carekê em çûbûn dikana qasetfiroşan. Got ev caz e, ev pop e, ev rack e, tev wisa beş bi beş nîşanî me da. Min got Kurdî, got, a tev wane li wir li ser hev in.

Bi ber bayê evînê dikevin û zimanê wan nayê bîra wan çima?

Ev çima wisa dibe? Mesela berê Kurdan, piranî ên ku di bajaran da ne, li televîzyonan e, fîlmê serdestên xwe temaşe dikin ew fîlm, ew deng, ew awaz, ew evîn tim bi tirkî ye. Ne Mem li meydanê heye ne Zîn. Modela hezkirinê ya wan fîlman her bi tirkî ye. Ev piştî demekê dikeve binhişên wan, wexta ku tu bixwazî li bajarekî hez bikî, evîndar bibî, model tirkî ye, jixwe tu bikî int û her gav bi Kurdî biaxivî qismetê te teng dibe. Wexta ku ber bi bayê evînê dikevin xort in, keç in, kel bi dilê wan dikeve bi kelecanî dibin êdî li wir ji ber ku bajar jî modern e li wir zimanê wan nayê bîra wan. Carekê min dît hevalek li tenişta min bû deng bi telefona wî ket, jina wî lê digeriya, evî hevala jî kurdekî kurd bû lê navê jina xwe bi tirkî kiribû “aşkim” û li telefonê qeyd kiribû. Ez şaş mam, min got wextê evana hez dikin, çima zimanê wan nayê bîra wan? Wê deqê mehdê min xeliya.

Pirsa dawî, em dibînin ku berhemên te yên cur bi cur hene. Rêziman, çîrok û herî dawî jî ev berhema ramanî û rexneyî. Li gorî berhemên te yên din ev berhem li ku bi cî û war dibe? Girîngî û taybetiya wê?

Ez wê li warê şahidiya xwe ya vê serdemê bi cî dikim. Min di pêşgotinê da gotibû, ez naxwazim ev ferheng mezin bibe. Ev ferheng, trajediya me ya ziman li ber çavan radixe. Gerek ferhengeke wisa tune bûya, ka dê ji bo çi tiştekî wisa hebe? Ev tiştên ku min qeyd kirine gelek jê nimûneyên rezaleta me ne. Ez vêya jî dibêjim, eger çîrokek li vir hebe em jî tê da bin, şahidê vê çîrokê bin em gerek qala wê bikin. Sibêroj bila hinek ji min ra nebêjin, tu jî li wir buyî, ka te çi kir, te çi got? Ev pirtûk, ji mecbûriyetê hat lêkirin. Li bakur gelekan xwe kerr kiriye. Wekî ku birîneka wan tune be. Pêlên bişaftinê, wekî vîrusekê, wekî jana mirîşkan ketiye nav me gişan, ji bo ku em vê êşê, vê janê ji xwe derxin, gerek em bixebitin, bi her awayî, gerek em tim bi birîna xwe ra biaxivin.

Karê min ê esil, çîroknûsî û zimannasî ye. Lê çend sal in min karê berhevkariyê lê zêde kiriye, a rast her sê kar jî hevdu dermale dikin, xurt dikin. Zimannasî mirov heta ciyekî dibe, zimanê mirov pihêt dike, folklor rê li ber mirov vedike, zimanê mirov zengîn û rewan dike. Çîroknûsî jî bêhna mirov derdixe. Ez çîrokan dinivîsîm, lê ez dibêjim gerek mirov ecele neke, gerek mirov pirtûkên xwe berî çapê bide xwendin, guh bide rexneyan. Li ser meseleya ecelekirinê, gotineke pêşiyan hebû, digot, “Zû anî bi gend û gu anî, dereng anî beranê heftreng anî.” Ji me ra beranên heftreng lazim in.

Ez dixwazim vêya jî bibêjim; helbet her kes serbest e, lê gotina ku di facebookan da, di twîtteran da li ser navê helbestê tê kirin, li ser navê edebiyatê tê kirin bi min gotineka erzan e. Kesên ku dewa nivîskariyê nakin dikarin heta êvarê binivîsin lê însanên ku dewa nivîskariyê dikin bila ji kerema xwe ra gotinê erzan nekin li wan deran.

Jiyan û berhemên Bahoz Baran

Bahoz Baran Di sala 1982yan da li navçeya Amedê, li Licê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa perwerdeyê xelas kiriye.

Berhemên wî:

  • Rêzimana Kurmancî (Bi Bilbil ra, Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008.)
  • A baş (B. Baran, Weşanên Belkiyê, Çîrok, )
  • Rêzimana Kurmancî (B. Baran, Weşanên Belkiyê, Ziman, )
  • Derb (B. Baran, Weşanên Avestayê, 2014)
  • Ferhenga Bişaftinê (B. Baran, Weşanên Wardozê)
  • Motik (B. Baran, Weşanên Wardozê, 2017)

Bas Gazetesi – Roza Sîerra – Dara Porxelek

Lînk: http://www.basnews.com/index.php/kr/interviews/384748

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply