Rewşa Zimanê Kurdî

Ziman bi giştî, ji bo tevgereke neteweperwer, roleke mezin di danasîna nasnameyeke cuda de dilîze. Li gel ku kurd xwedan zimanekî cuda ne ku gelek zarava û dîrokeke wêjeyî yên wê hene jî lê îro ji aliyekî ve kendek mezin di navbera retorîka siyasî û têkiliya wê bi rewşa metirsdar ya zimanê kurdî heye û ji aliyê dî ve jî piraniya kurdîaxivan zimanê xwe îhaml dikin. Bi taybetî di zarava kurmancî de– ku 60-65 % ji kurdan (an dêbavên wan) baş pê dizanin–ku di rewşeke gelekî xerab de ye: kurmancî li Tirkiye, îraqê, îran, Sûriyeyê, Soviyeta berê û Lubnanê tê axivîn. Ji xwe li her sêyên dawî ew zarava tenê likar e.

Li Îraqê, ku 4,500,000 kurd hene çi soran çi kurmanc ku kêm-zêde wek hev hatiye dabeşkirin. Ji ber ku di serdema Brîtanyayê de( di destpêka sedsala 20an) soranî zimanê perwerdehiyê yê hemû kurdên Îraqa îro bû, gelek kurdên îraqî xwe li prestîja soranî digirin. Belkî ev bikare rave bike jî bê çima Partiya demokratîk ya kurdî(PDK) bi rêkûpêk daxuyaniyên xwe bi soranî û erebî dike lê ticarî bi kurmanciya xwe ya xwemalî nake û gava ku karmendên PDK derdikevin ser radyoyan jî bi soranî diaxivin(li gel bilêvkirineke kurmancî!). Ev bijartina ku zaravayekê di ser a din re digire ne tiştekî pendkirî ye lê ew dê mijara nivîseke dî be.

Li îraq û Îranê elifbêya erebî di nivîsê de tê bikaranîn lê li Tirkiye û Sûriyeyê, eifbêya Latînî tê bikaranîn. Ev bikaranîna du elibêyên cuda(sisê li gel elibêya krîlî ya ku li Soviyeta berê dihat bikaranîn) bûye sedema perçebûnê di nav kurdan de; ji ber wê kurdên kurmancîaxiv li Îraqê bi pirranî hayên wan ji wêjeya zimanê xwe ya bi latînî ku li Ewrupayê an dereke dî hatiye weşandin tune. Têgihên rojnamevaniyê yên ku di nav hejmareke biçûk a nivîskar û xwendevanên kurdî (yên ku bi elifbêya latînî bi kar tînin) bi cih dibin, ew bi xwe ne li dibistanên kurdî yên Kurdistana Îraqê nayên perwerdekirin(elifbêya erebî bi kar tînin). Hatina televzyona kurdî dikare bibe

Ha ji we re rêyeke dî jî ji bo dîtina rewşa zimannasiyê: Eger em Kurdistanê bidin ber welatên rojhilata navîn ku Kurdistan jî welatekê wê ye, têkiliyeke mezin di navbera elifbêya ku zimanê fermî pê tê nivîsîn û ya ku kurdî jî pê tê nivîsîn heye. Loma li Tirkiyeyê him kurdî û him jî tirkî bi tîpên (her wiha zazakî jî) bi tîpên latînî tên nivîsîn. Li îran him farisî û him jî kurdî(soranî û Kurmancî) bi tîpên erebî tên nivîsîn. Yek dê wisa bifikire ku welatên ku erebî zimanê serdest e dê dîsa wisa be. Ev yek ji bo Kurdistana Îraqê jî wisa ye ku him Kurmancî(behdînî) û him jî Soranî bi tîpên erebî tê weşandin û nivîsîn.

Lê dîsa jî, du milyon kurmancîaxivên kurd yên Sûriyeyê dê awarteya vê rêbazê bin: Weşanên wan bi latînî ne, bi awayekî guncav bi welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê re, li dijberî rastiya ku Sûriye wek Îraqê welatekî erebî ye û erebî zimanê fermî ye.

Gelo em dê vê cudahyê çawa binirxînin? Gelo ew tişt çi ye yê ku dihêle kurdên Sûriyeyê ewqasî bi xurtî ji welatiyên xwe yên li Îraqa cîran cuda bin? Eger em li adetên kêmaniyên(mînorîteyên) zimanî li seranserê cîhanê binerin, Kurdên Sûriyeyê dê kêmaniya rast bin: Wan elifbêyeke cuda ji ya ereban bi kar aniye, wek beşekî ji cudahiya nasnameya wan. Herwiha ew bi awayekî çalak û ber bi çav bi zimanê xwe yê cuda diaxivin jî û wî nîşan didin û belav dikin wek ku xebateke ji bo nasnameya wan. Wisa diyar dibe ku bi kurdayetiya xwe serbilind dibin, diyaredeyek e ku bi awayekî seyr li serxetê naxuyê.(Mînak: Tirkiye)

Kurd li Sûriye, Îran û Îraqê bi tevahî karekî hêja dikin ku zimanê xwe digihînin nifşê li dû xwe lê Kurdên Turiyeyê bi  berovajiyeke xurt û diyar, ku tirkî di ser kurdî re digirin û ev bi xwe jî tehdîdeke mezin e li ser kurdî li bakurê Kurdistanê.

Kurdên Tirkiyeyê bi gelekî ji yên dî pirtir in. Li gel ku amarên gelheyê yên cihê baweriyê tune ne jî lê dîsa di salên heyştê û nodî de ji 12 heta 20 milyon kurd li Tirkiyeyê hebûn; 6,5 heta 8an li îranê; 4,5 heta 5 milyonan li îraqê û li dora du milyonan li Sûriyeyê. Lew teqez e ku hejmara îroj bi gelekî ji van hejmaran zêdetir e. Li gel ku kurd bi gelemperî wek “hinkanî” tên nîşandan, lê hejmara di navbera 12 û 20 milyonan de (20% ji gelheya Tirkiyeyê) bi gelekî cuda ye ji hejmara 2 milyonan

Têgiha “hindikahî/mînorîte” bi zorê dikare li ser komeke nijadî wek ya Kurdên Tirkiyeyê were sepandin. 12 heta 20 milyon  hejmara gelheya welatekî ji rêjeyê ye. 20 milyon ji hejmara gelheya Bulgaristan û Portulgalê zêdeitr e. Ev jî cudahiyeke berbiçav e di navbera Kurdên Tirkiye û yên Sûriyeyê de ye ku bêtir mirov dikare ji wan re bibêje “mînorîtî”

Wek min li jorê jî diyar kiriye kurdên Tirkiyeyê–çi li Tirkyeyê çi komeleyên revendeyên mezin ên Ewrupayê– tercîh dikin ku bi tirkî biaxivin. Ev jî tê wê wateyê ku kurdî nagihê nifşê dî. Li Tirkiyeyê, behaneya  ku dewleta Tirk nahêle ku bi kurdî biaxivin, bixwînin yan jî binivîsîn, heta radeyekê rast e, yan jî rast bû. Lê belê gava yek ji wan koçberî Ewrupayê dibe, di şûna ku wê fersendê ji xwe re bi kar bînin ku li Tirkiyeyê bi destên wan nediket, piraniya wan zêdetir bi tirkî diaxive û xwe piçekî jî nawestînin ku bi kurdî bixwînin an jî binivîsin ya jî hema fêrî zarok û neviyên xwe bikin. Bi piranî jî behaneya wan jî ev e ku çêtir e ku hînî zimanên xwecihî bibin (Frensî, Almanî, Ingilîzî hwd)

Belkî ji ber ku kurdên Bakur û Tirkiyeyê gelekî zêde ne lew wê berpirsyariya takekesî li ser xwe nabînin ku Kurdî bidin nifşên li dû xwe ji ber ku dilniya ne ku hinekî dî dê bikin. Ev jî wê çîroka gelêrî tîne bîra min:

Di birêveberiya festîvala gundekî de, walî ji difikire kaniyekê çêke ku şerab jê were. Lew ji 40 mezin, pêşî û zengînên gundî re dibêje ku şerabê bînin. Her yek ji wan ji xwe re dibêje “ madem ku 39 mezinên gundî şerabê didin, dê hayê kesî jê çênebe ku min di şûna wê de av daye.” Welhasil ji ber ku her 40 wisa fikirîbû, gava ku kanî vekirin tenê av jê hat.

Ev rewş– baweriya ku yekî din dê bike– dikare zimanê hindikayiyê bikuje. Kurdî- bi taybetî zaravaya kurmanciya bakurî- zimanekî di bin xeterê de ye û man û nemana wê heta rasteke bilind girêdayî kurdan bi xwe ye eger wê bigihînin nifşê li dû xwe. Gotina min ji kurdan re; Zimanê ku ji aliyê zarokan ve neyê axiftin bê siberoj e. Ew kurdê dibêje ku her bi awayekî ziman dê sax bimîne ji ber ku têra xwe gelek in, wek mezinên wî gundî di wê çîroka gelêrî de ne. Ya rast, piştî valakirina gundan li bakurê Kurdistanê(behsa başûrê Kurdistanê nakim) gelek kurd koçberî bajarên tirkîaxiv yên Tirkiyeyê bûn ku li wan deran fişara pişavtinê gelekî zêdetir bû. Di çend salan de, çend milyon kurmancîaxiv dikarin bibin milyonek û dûre jî bibin çend hezar û dûre çend sed û dûre? Eger bi wî awayî dewam bikin û bi zarokên xwe re zêdetir bi zimanê sereke yê “biprestîj” biaxivin, anku tirkî an jî zimanekî Ewrupayî, dê qedera kurdî wek ya gelek zimanên Hindiyên xwecih yên Amerîkayê be. Wek mînak, axiverê dawî yê Clackamas Chinooyê di orta sedsala bîstan de mir, piştî ku Melville Jacobs çîrokên gelêrî jê hîn bû ji bo pirtûka xwe Naverok û Şêweya wêjeya devkî (Content and Style of an Oral Literature).

Ez ji van kurdan dipirsim; Gelo bi rastî jî dixwazî ku av di şûna şerabê de ji wê kaniyê were? Bi rastî jî tu dixwazî tirkî şûna kurdî bigire? Gelek kes bêhêz xwe hîs dikin li himberî mirina bêçare ya zimanê xwe. Lê belê, bikaranîna zimanî gelekî giring e: her kesê beşdarî parastina zimanê li ber mirinê dibe, dê bifêde be. Gava axiveran berpirsyariya xwe  û hêza xwe di parastina zimanê xwe ji mirinê nizanibin  û fêrî nifşê dî nejin, ew ziman dê bimire.

Li dawetekê li Agiriyê, di sala 1987an de, min bala xwe dayê ku mezinên wê bi hev re bi kurdî diaxivin lê gava dixwazin bangî yekî ciwan bikin an pê re biaxivin bi tirkî diaxivin. Ev rewş dikare wisa bê ravekirin, Kurdî raborî ye lê tirkî siberoj e.

Koçberiya ji xaka xwe jî dikare bibe tehdîdek li ser zimanê neteweyî.Gelo nifşê ciwan dê çawa bikare zimanê neteweyî sax bihêle di derdoreke ku Ingilîzî, Frensî, Îbrî, Tirkî û Erebî serdest in? Eger bavên kurd destjhilata xwe di malê ji bilî kurdî ti zimanê dî dê neyê axiftin, ev jî dikare vê rewşa berovajî bike. Dizanim ku çend malbatên Swêdî ev tişt kiriye û encamin gelekî xweş daye. Hemû zarokên wan bi awayekî serkeftî him bi kurdî û him bi swêdî jî diaxivin û gelekan ji wan jî ingilîzî li dibistanê xwendine.

Ka em behsa mînakekê ji zimanê hindikahiyeke komeke nijadî dî bikin. Yîdîşî ku zimanê dêrîn yê cihûyên Ashkenazikî yên Ewrupa rojhilatî ye. Di encamê Holokostê de Yîdîşî li ber ku ji nexşeya Soviyetê, Polonya û Romanyayê wenda bibe. Li DY hema hema hemû cihûyên Aşkenazî yên ez bi wan re axivîme heman çîrok ji min re got: “ Gava ku dê û bavê min nedixwest ku ez ji wan fêm bikim bê çi dibêjin bi Yîdîşî diaxivîn.” Nifşeke sax nekarî hînî Yîdîşî bibe ji ber vê adetê.

Faktorên vê rewşê çi bûn? Berovajî rewşa kurdan ti polîtîkayek tune bû ku zimanê Yîdîşî li DYyî qedexe bike. Komeleya Cihû difikirî ku ji bo bibe beşek ji çandeya giştî û ya pirraniyê divê bê pişaftin û ew jî di rêya fêrnekirina zimanê xwe bo nifşê dî. Bavê min piştî ku mezin bûbû, poşman bûbû ku bersivapîrika xwe bi ingilîzî dida gava ku bi yîdîşî diaxivî.Gelek kêm mirov derbarê encamên vê kiryara xwe de fikirîn. Îro  tenê Cihûyê Hasîdîk yên ûltra-otrtodoks bi yîdîşî diaxivin. Spas ji wan re, ku hîn jî bi xêra wan zarok hene ku hûn nû bi çapîka dikevin û axiftina wan a pêşî bi yîdîşî ye lê dîsa jî şanoya yîdîşî û wêjeya wan a zengîn tenê di rêya wergeran de tên şopandin.

Wek min niha jî got, prestîja ku xelkê bawer dikin ku zimanên serdesttir de heye, sedem e ku dibe talûke li ser zimanên hindikahiyan.  Pêdiviya parastina ziman û çandeya yekî bi awayekî nayê veqetandin bi hesta serbilindiya wî kesî bi ziman û çandeya wî ve girêdayî ye. Guman jê tune ku prestîja ingilîzî zêdetir e û wisa zarokên xwe ji şermezariya Yîdişiyê jî xelas dikin ta ku serkeftina nifşê paşê teqez bikin. Ev jî vê nîşan dide bê çawa nerîna cîranên xwe yên li Erupa Rojhilatî ya antî-Semîtîk bi xwe jî qebûl kiriye.

Belkî ev rave dike bê çima Kurd himli Ewrupayê him jî li Tirkiyeyê zarokên xwe ji kurdî zêdetir fêrî tirkî dikin. Berovajî kurdên Binxetê, kurdên bakurê Kurdistanê ji ber kurdbûna xwe fedî dikin û fedî dikin bi kurdî biaxivin jî. Wisa diyar dibe ku kurdên bakur û Tirkiyeyê ew neyêniya ku pergala perwerdehiya Tirkî di kurdan de çandiye qebûl kiriye û ew jî bêtir dixwazin zimanê biprestîj bi kar bînin anku tirkî yan jî fresnî, almanî an jî ingilîzî. Gelo pêdivyên aborî zora berdewamkirina çandeyê  dibe? Di dîrokê de gava ku zimanek dibe barekî giran li ser pişta axiverên xwe, êdî zarokên xwe fêrî wî zimanî nakin û hêdî hêdî ew ziman dimire. Gelo zimanê kurdî ji bo axiverên xwe cihê serbilindiyê ye an jî barekî giran e ku dixwazin xwe jê xelas bikin?

Salên 1980ê, Gava ez li zanîngeha Californiayê, Berkeley xwendekarekî destûrdar bûm, derdora deh an yanzdeh lokanteyêyn Îtalî li derdora San Franciscoyê hebûn ku xwediyên wan kurd bûn. Gava min ji wan kurdan dipirsî, wek ku her tim min dikir, çima hûn lokanteyên kurdî venakin an jî xwarinên kurdî raber nakin, bi giştî bersiveke rast nedidîtin ku bidin. Sala 2000î de gava ez li Parîsê bûm, ez tûşî çend lokanteyan hatim ku xwediyên wan kurd bûn. Herwiha û dîsa jî, bi qasî tê bîra min, yekê yan duduyan ji wan gotina “kurdî” di şûna ya “tirkî” de bi kar tanîn. Bi piranî jî ew lokante, çi San Francisco çi li Parîsê, yên kurdên bakurê Kurdistanê bûn, herwiha min diyardeyeke dî dît ku baweriya wan gelekî kêm bû bi rehenda aborî ya neteweya wan. 

Berovajî vê rewşê, ji ber kurtedemekêlokanteyeke kurdî li Falls Church, Virginiayê(derdora Washngtonê) hebû. Xwediyê wê kurdekî başûrî bû û  serbilindiya wî mîrata wî ya kurdî di her tiştê wî de diyar bû, çi muzîk, xwarinü dekor an jî dîtin.

Ez ê di dawiyê de nivîsa xwe bi çend zimanên li ber mirinê ne bi dawî bikim ku dibe em mirina wan bibînin.

ermeniya rojavayî: zimanê fermî yê Ermenistanê ermeniya rojhilatî ye û ermeniya rojavayî li ti derê ne fermî ye.

Aramiya nû(Siryaniya nûjen): Derdora çar an pênc ziman^ne aramî yên nûjen hene, ku ew jî bi awayê jimartinê ve girêdayî ne. Dudo ji wan ji aliyê filehên Kurdistanê ve tên axiftin û cihûyên Kurdistanê jî zaraveyeke aramiya nûjen diaxivin ku ji aliyê hin filehan jî tê fêmkirin. Kurdên cihû niha li Îsraîlê dijîn û nifşê ciwan bi Îbrî diaxivin: Gava bav û kalên wan bimirin, Aramiya nû ya CihÛyî dê wenda bibe. Piraniya Asûrî û Keldaniyan cih û warên xwe hiştine û rewşa zimanê wan li diasporayê ji ya cîranên wan yên cihû ne çêtir e.

Spaniya Cihûyî/Ladîno: Zimanê cihûyên Împeratoriya Osmanî ye, mîna, Tirkiye, Yûnan, Bulgaristan û Yogusavia berê. Piştî qirkirina cihûyên Salonikayê, mezintirîn komeleya axiverên Ladînoyê  wenda bûn. Zimanê perwerdehê di nav cihûyên Sefardî frensî bû ku ew jî zimaneke xwedan prestîjeke bilind e. Di salên heyşteyê de, min bihîst ku Cihûyekî Sefardî ji Stembolê lava dike ku Ladînoyî di cih de wenda bibe.

Zimanên Hindiyên Amerîkayê.

Navajo — 148,530 axiver( serjimêra 1990). 7,616 tenê bi yek zimanî dizanin. hejmara etnîsîteyî: 219,198 (1990 ofîsa serjimêra ya DY).

Hopi — 5,264 (serjimêra 1990). 40 tenê bi yek zimanî dizanin.

Chippewa — 5,000. Serjimêra etnîsîteyî : 103,826 in DY(1990 ofîsa serjimêra ya DY).

Lakota — 6,000 li DYî  Serjimêra etnîsîteyî: 20,000.

Cherokee — 15,000 to 22,500. 130 tenê bi yek zimanî dizanin. Gelhe tev  14,000 axiver li  Oklahomayê û 1,000 li  Carolina.. Bikaranîna zimanî li hin komeleyên Oklahomayê hîn çalak e lê piraniya ciwanan ingilîzî tecîh dikin.

Ev ziman giş hîn sax in lê di xeterê de ne. Berovajî vê rewşê sala di 1996an de ji 300 kesî 12 kes bi Çînûkî diaxivîn ku piranî bi ingilîzî diaxivîn. Li gorî Wîkîpediayê,  Zaravayên Wasko û Wişarm yên Çinûkê tenê di axiverên wan mane. Clalamas ku zaravayeje Cinûkê ye, êdî wenda bûye.

Min dixwest ku ez bikarim di dawiya nivîsê de tiştekî binivîsim ku hêviyê bide lê ez ê xwendevanên xwe haş nekim û hesteke ji aramî û ewlehiyê nedim wan. Eger axiverên van zimanên bêhempa bi awayekî lezgîn xwe neguherînin, tenê dem jê re divê ku zimanên wan wenda bibin. Hêvîdar im ku kurd bikarin bipeytînin ku ez şaş im û ya rast ez ê gelekî kêfxweş jî bibim. 

Dîsa jî di nerîna min de ku çi kesê xwenda di nav kurdan de divê bikare bi hemû elifbêyên kurdî pê tê nivîsîn bixwîne.

Werger: Dilyar Amûdî

Çavkanî: http://dilyaramudi.blogspot.com.tr/

Têbînî: Min serrast nekir ji ber ji min nehat, biborînin

Derbar Çand Name

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply