Jiyana Koçeran, Ramanên Koçber

Dema mirov koçber dibe, bi mirov re giyanê mirov jî koçber dibe. Bi giyanê mirov re ziman, raman, çand û hemû çîrokên jiyana mirov jî koçber dibin. A rast mirov bi hebûna xwe re çi mezin kiribe, koçber dike. Reng, deng, şirîn-tehl, piçûk-mezin û xweşî, nexweşiyên mirov jiyayî tev koçber dibin. Wekî ku te çi hebe tu di hundirê tûrikan de cih bikî û tu didî pişta xwe û bar dikî, ber bi koçberiyê ve diçî û her diçî…
Wekî jiyana koçerane koçberî, ji bo ku ez koçer im û bi çîrokên jiyana koçeran û koçberiya wan re mezin bûme, a rast bi têgeha koçber re her û her bûme heval û min ew bi xwe re mezin kiriye, îro jî ew koçberiya ku min bi xwe re mezin dikir, bûye rêberê jiyana min û ez koçber dijîm.  
Çawa ku zarokek bi çi awayî mezin bibe, dibe ew, niha jî koçeriya jiyana binemala min bi min re li penaberiyê bû koçberî.  
Li min pir balkêş tê çawa ew qas sal xwe bi min re vedişart û îro xwe li min dide naskirin, matmayî dimînim. Wekî çîrok xwe gelek caran li min dida naskirin, lê min nedizanî jiyaneke temen dirêj ji min re dibêje. Jîneke ku bibe mal û ramanên koçber. Koçerim-koçberim wekî ku ev her du têgeh bi min re bi reqisin a niha li pêşberî min rawestiyane û şeraba serkeftina xwe li hember binketina min li ser dilê xwe de dikin. De were û li hember du têgînan dest girêdayî bimîne.
MIROV WEKÎ XWE NEJÎ
Lê divê ez vê koçberiyê baş nasbikim û piçûk nebînin. Bo ku ew gihîşt armanca xwe û îro ramanên koçber bûne çavên jîna min. Êdî çi bikim û nekim ez ji warên zarokatiya xwe û qadên çîrokên xwe qut bûm. Wî demî ez ê çawa bi ramanên koçber re bijîm û ez û ew em ê di nav kîjan pîvanan de li hev bikin divê ez baş bifikirim. Ez ê çawa heyfa xwe ji koçberiyê hilînim û ez ê wê radestî ramanên xwe bikim, divê ez baş bifikirim. Bo ku dibe ev koçberî van, war û qadên xeribiyê li ber dilê min şîrîn bike û ramanên koçber di welatek xerîbistanî de li min bide qebûl kirin û ez li ber destê koçberiyê kedî bibim da ku ez xwe winda bikim ji çanda xwe qut bibim. Ma ne ji xwe armanca koçberiyê ew e ku mirov xwe wekî xwe nejî û ji xwe qut bibe. Heke li gorî dilê xerîbistanê bijîm ev ramanên koçberî wê her tiştî bîne serê min.  
TESLÎMBÛNA KOÇBERIYÊ
Ji xwe dibînim li van qadên nenas û cihên ku koçberiyê konê xwe lê vedane mirovên wekî min koçber radestî serkeftina koçberiyê bûne û êdî ji jiyana koçberiyê razî dijîn. Tiq-tiqa kenê koçberiyê ye, li wan dikene û wekî ku ji wan re bibêje; ‘hûn ê bibînin ez ê çi bînim serê we’ ji xwe razî li pêşberî wan radiweste. Ez vê jî bibêjim koçberî jêhatiye û heta niha kêm kesî xwe li hember qama wê girtiye û niha ez jî di nav mitaleyan de me bê ka ez ê çawe wekî xwe, bixwe bimînim li hember koçberiya xedar. Lê dîsa ez xwe xwedî hêz dibinim ku ez koçer im û bi çîrokên koçeran min koçberî nas kiriye. Dema min çîrokên koçer û koçberan dibihîstin min fêm dikir ku koçeran bi kîjan hêzê xwe li hember zehmetiyên koçberiyê digirtin û jiyana xwe di nav koçberiyê de wekî dilê xwe didan ava kirin. Niha jî di nav ramanên koçberiyê de çîrokên jiyana koçeran tên hawara min û hêzê didin min.  
ÇÎROKA JIYANA KOÇERAN
Her çîrokeke jiyana koçeran a di nav zor û zehmetiyan de îro dê li qadên koçberiyê bibin rêberek da ku kenê koçberiyê bi min neyê û ez nebim wekî wan kesên êdî xwe nenas dikin. Her çîrokek a serpêhatiya jiyanê dê bibe hêzek ji ramanên min re, her çîrokeke ku bi zimanê dayika min we ji min re bibe çandek li hember çanda koçberiya serdest. Her çîrokek wê bibe pirtûka jiyana di nav dorpêça koçberiyê de. Û ez her û her ji xwe re dibêjim her mirov bi çîroka xwe heye û welatê her kesî ji çîrokan pêk tê. Niha ez jî bi ramanên di nav koçberiyê de ji xwe re dibêjim çîrokên kurdî welatê min in û ezê bi çîrokên welatê xwe hebûna xwe biparêzim. 
 
Nîşe: Bila ev nivîs ji sala 2023’an re bibe diyarî û bibe xêrhatina sala 2024’an…   
Mîrza Ronî-Diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply