Yêrîvanê Yêrîvan

“Çûyîn”

Zivistan bû. 9ê Sibatê ji balafirgeha Stenbolê ji bo projeya Yekitiya Ewropayê (European Union – Erasmus) ez û 5 hevalên xwe em li balafirê siwar bûn û me berê xwe da Yêrîvana Ermenistanê. Piştî çûyina me ya Yêrîvanê teqez bû û demek nêzîk ma ji çûyînê re, hema bêje rojê sê danan ne xurînî, zikê têr dengê Ciwan Haco li ber guhê min bû:

“Peyv in, deng in, awaz in

Ceng in, leyz in, tinaz in

Yêrîvana min

Yêrîvanê Yêrîvan…”

Şev derengî em gihiştîn Yêrîvanê, ji balafirgehê em li taksiyeke kevn û kûlistir a Sowyetê siwar bûn û çûyîn hotela ku ji bo kesên tevlî projeye dibin. Proje ji bo heşt rojan bû, rojên me bi atolye û çalakiyên înteraktîf derbas dibûn. Şev jî li Yêrîvanê jiyanek din a me hebû, ez bawer dikim îsal jî wek her sal berf zêde bariyabû, sir û seqem bû. Avahîsaziya Ermenistanê di bin bandora Sowyetê de mabû, ji bîna û apartmanan û riyan eşkere dibû. Riyên Yêrîvanê gelek fireh bûn erebeyên kevn jî zêde bûn…

 “Ararat”

Jiyana şev a Yêrîvanê pir bi reng û coş bû. Şevên herî xweş bi taybetî li “Calumet Ethnic Bar”ê û “Hemingway”ê borîn. Bi pêşniyara hevalên Ermen em çûn Calumetê, komeke bi navê “Aratta Band”ê yê derketiya ser dikê û bi stran û muzîkên xwe dê millet bi kêf û coş bikiriyana. Bi rastî jî wisa bûn, li vî cihê entîqe me bi dengê vê komê nedizanî serma çi ye, her kesî li kêfa xwe dimeyzand, dans dikir. Şevên Yêrîvanê bi dengê Aratta Bandê diherikiya, jazzek ecêb çêdikirin…

Ji ber çiyayê Agiriyê, Ararat li wir gelekî dihat bikaranîn, ji bilî navê vê koma muzîkê navê cixareyek û eraqek Ermenan jî bi navê Araratê bû. Tişta bala min kişandî ne cixare bû, markaya cixarê bû. Markeyeke din a cixareyî jî “Axhtamara” bû, yanî navê girava Wanê.

 “Peyker û Bilboard”

Li Yêrîvanê hema bêje li hemû park, koşe û kolanan peyker hebûn. Hin peyker ên ronakbîran bûn, hin jî sembolên Ermenan bûn. Mirov bi dilrihetî dikare bêje Ermenistan qedr û qîmetê dide hunermend û nirxên xwe. Min di nivîsekê de xwendibû, Yêrîvan bi “bajarê peykeran” hatibû pênasekirin, eynî welê bû.

Li ber deriyê Operaya Yêrîvanê (Yerevan Opera House) -avahiyeke gelek mezin bû- peykerê Alexander Spendiaryan hebû, ev kes bestekarê (kompuzîtor) herî navdar ê Ermenan e. A. Spendiaryan heman demê de damezrênerê muzîka senfoniya neteweyî ya Ermenîstanê ye, wekî bavê muzîka klasik ya Ermenan jî têt naskirin.

Ji bilî gelek peykerên ronakbîr û nirxên Ermenan li ser bilboardên caddeyan jî wêneyên nivîskar, muzîkjen, şair, artîst, peykersaz û derhêneran hebûn. Hem Ermenkî hem jî Latînî nav û sen’eta wan kesan hatibû nivîsin. Di bilboardên li ser cadde û kolanên min dîtî de ev navên he hebûn: William Saroyan, Aram Khachaturian, Sergei Parajanov, Ara Sargisyan, Yervand Kochar, Charles Aznavour, Silva Kaputikyan, Alexandar Tamanyan…

Bi rastî jî ecêb bû lewre her tim li bilboardên Stenbolê û bajarên heya niha min dîtî tiştên beredayî û reklam hebûn an jî bangewaziya partî û saziyan hebûn. Lê li Yêrîvanê 40-50 metre carekê te hunermendek an jî nirxekî Ermenan nas dikir, kêfa min ji vê sîstemê re gelekî hat.

“Sembol”

Yek ji sembola Ermenan a navdar “hinar” bû, bi Ermenkî “nor.” Semboleke komkûjiyê ye, dibêjin em wek libên hinarê belav bûn û divê em wek libên hinarê dîsa werin ba hev. Dema mirov hinarê diqelişîne an jî libên hinarê belav dibin avek sor jê dirijî mîna xwîna tê rijandin…

Sembola bîranîna komkujiya Ermenan jî li ser girekê bilind ê Yêrîvanê bû. Dirêjiya bîranînê 44 metre bû û bi wateya “vejîn”ê hatiye avakirin. Li teniştê jî girovereke ku ji 12 stûnan hatibû avakirin hebû, ev 12 stûn sembola donzdeh wilayetên rojavayê Ermenistanê yanî Bakurê Kurdistanê bû. Di nava vê giroverê de jî “agirê heta hetayê netimiri” (eternal flame) dişewitî. Êşa komkujiyê hê di dilê Ermenan de teze ye û dilê wan jî wek vî agirî her tim dişewite.

https://www.youtube.com/watch?v=Kax_WGRLsts

https://www.youtube.com/watch?v=8PFjxnBq9VQ

Tofan Sûnbûl
PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply