Tag Archives: POPKURD

Gulan, 2023

  • 11 Gulan

    Yêrîvanê Yêrîvan

    “Çûyîn” Zivistan bû. 9ê Sibatê ji balafirgeha Stenbolê ji bo projeya Yekitiya Ewropayê (European Union – Erasmus) ez û 5 hevalên xwe em li balafirê siwar bûn û me berê xwe da Yêrîvana Ermenistanê. Piştî çûyina me ya Yêrîvanê teqez bû û demek nêzîk ma ji çûyînê re, hema bêje rojê sê danan ne xurînî, zikê têr dengê Ciwan Haco …

  • 10 Gulan

    “Ji bo min meseleyeke qelbî bû…”

    Fîlma bi Kurdiya Zazakî ya bi navê “Hewno Bêreng” (Xewna Bêreng)  di Festîwala Fîlman ya Stenbol û Enqereyê de hate nîşandan. Fîlm ji aliyê temaşevan û rexnegirên sînemayê ve hate ecibandin. Fîlm di Festîvala Fîlman a Stenbolê de xelata “Mansiyon”ê girt û her wiha di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê de jî 6 xelat girt. Fîlma ku derhênerê wê …

  • 9 Gulan

    RIHLETGUZÎN: Serpêhatiyeke Polisiye li Îranê

    Phileas Fogg, beriya dest bi geşta cîhanê bike û bi hevalên xwe yên klubê re li ser vê yekê têkeve şertekî bêveger, mirina wî dê bihata bîra wî lê ev ger û geşt dê nehata! Her çiqas ji ber rik û inyadê ev bela li serê xwe gerandibe jî, fikra serboriyeke wisa ji bo sermestkirina wî bes bû. Jules Verne …

  • 8 Gulan

    Bi Mirady re Hevpeyvîn

    Mirady bi albûma ‘Xweli’yê derket pêşberî guhdarên xwe. Em dizanin ku ew kêm roportajan dike lê em neşikandin û teklîfa roportaja me qebûl kir. Em çûn cem Mirady û pê re li ser muzîka wî, têkiliya edebiyat û muzîkê û gelek tiştên din peyivîn. Birêz Kerem Sevinç jî di roportajê de amade bû. Mala wî ava. Heke cover baş bê …

  • 7 Gulan

    Me Ji 10 Kesan Pirsî Popkurd – 1

    Bi te kîjan Kurd dikare Xelata Edebiyatê ya Nobelê bigre? Bo çi? Nûhat Deştî Evdila Peşêwê ku di helbestên xwe de -wekî gelek helbestvanên Kurd- qala eşq, welêt, welatparêzî, pirsgirêka yekîtiya Kurdan, êşa xerîbî û xurbetê û hebûnê dike bi şêweya helbestên xwe di asta helbesta cîhanê de ye. Evdila Peşêw wek helbestvanekî gewre yê Kurdan hêjayî xelata Nobelê ye. …

  • 6 Gulan

    Habîtûsa Kurdan

    Em sê Kurd bûn. Li Stenbolê, sê namzetên doktorayê. Serê sibehekê me ji Starbucksê qehweyên xwe stendin û em ber bi jor ve bi inte intê hilkişiyan. Em di nava niqaşeke bêserî de bûn. Me di dirêjiya kolanê de dîrokê didewisand. Nîqaş bi Tirkî bû. Min qurtek ji espressoya xwe hilda û got “divê Kurd bibin dewlet.” Yê din got …

  • 5 Gulan

    Bi Vê Qûşê Naçî Mûşê

    “heke hing zor bin em hingo ra zortir in” Peyvên “Kurd” û “Lojî” di van salên dawî de exleb bi hev re tên emilandin. Ev navê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ye ku li sê zanîngêhên (Mûş, Bîngol, Mêrdîn) Tirkiyê vebû û jê re bi gelemperî gotin Kurdolojî. Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ew beş e ku personelek zanîngeha Mûşê …

  • 4 Gulan

    PORTRE: Mamosteyeke Kurd li Oxfordê, OZLEM BELÇİM GALİP

    Mamosteyeke Kurd li Oxfordê Kesên ku bi lêkolînên edebiyat û romana Kurdî eleqadar dibin teqez navê wê bihîstine. Lewre ew li Zanîngeha Oxfordê yekem kes bû ku dersên zimanê Kurdî da destpêkirin. Herwiha bi Abidin Parilti re kitêba bi navê “Kürt Romanı Okuma Kılavuzu” (Rêbera Xwendina Romana Kurdî) amade kir. Wê demê di rojname û kovarên Tirkî de li ser …

  • 3 Gulan

    Pasajek PopKurd 1

    “Di wê demê de pişta pîrejinê lê bû. Penceya bêzariyê dilê wê guvaşt. Awireke sivik lê da û got: -Las berî çend salan mir. Hê jî girnijînê rûyê Las bernedabû. -Lê ez sax im û vegeriyame. Bi rêçika xwîna xwe de vegeriyam. Pîrejin ji vê gotinê neveciniqî. “Tu vegeriyayî?” Bi çav ev pirsiyar rûbirûyî wî kir. Las bi wateya “tu …

  • 2 Gulan

    PoPirs: Berfîn Zenderlioğlu

    Ji beşa Rexnegiriya Tiyatroyê û Dramatûrjiyê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye. Di kovara edebiyatê ya “Jiyana Rewşen” de xebitî. Ev kovar di bin banê NÇMyê de di navbera salên 1999-2003yan de derket. Demekê dersên deng, şan,tembûr û gîtarê girtin. Di navbera salên 2004 û 2008an de li Şanoya Seyri Meselê lîstikvanî, perwerdekarî û organîzatorî kir. Di 2008an de tevî Mîrza …