“Ji bo min meseleyeke qelbî bû…”

Fîlma bi Kurdiya Zazakî ya bi navê “Hewno Bêreng” (Xewna Bêreng)  di Festîwala Fîlman ya Stenbol û Enqereyê de hate nîşandan. Fîlm ji aliyê temaşevan û rexnegirên sînemayê ve hate ecibandin.

Fîlm di Festîvala Fîlman a Stenbolê de xelata “Mansiyon”ê girt û her wiha di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê de jî 6 xelat girt. Fîlma ku derhênerê wê Mihemed Elî Konar e, li festîvalê; xelatên baştirîn fîlm, baştirîn lîstikvanê mêr, baştirîn senaryo, baştirîn derhêneriya dîmenê, baştirîn muzîka xweser û baştirîn fîlmê ya SİYADê girtin.

Me roportajeke piçûk bi derhênerê fîlmê Mehmet Ali Konar re kir. De kerem bikin…

– Em dikarin di destpêkê de Mehmet Ali Konar  û sînemaya wî binasin?

“Ez ji Bîngolê me, emrê min 35 e. Dema min li Faqulteya Ragihandinê ya Marmarayê dixwend, min salekê dersen sînemayê girtin. Pişt re di somestra heyama 2005 û 2006an de min li Îtalyayê jî ders stendin.”

– Hewno Bêreng fîlma we ya yekem a metrajdirej bû û gelekî hat ecibandin. Beriya Hewno Bêreng çi hebû, em ê pistî vî fîlmî çi bibînin?

“Di sala 2010an de min kurtefîlmek kişand,(Baba) Çîroka nivîskar Roşan Lezgîn bû. Di çend fîlm û belgeselan de xebitîm.”

– Di filmê de Mîrza piştî mirina dayika xwe, naxwaze gelek hez ji yekî bike, çimkî windakirina hezkiriyên wî gelek tesîrê li ser wî dike. Lê Mîrza di rojên dawî yên Mîr Ehmed de, dibe hevalê wî û naxwaze ew ji mala wan biçe. Ev nîşana berdewamiya jiyanê ye li gorî we?

“Ya muhîm ew e ku ne tene tirsekê, gelek tirsên Mîrza hene. Meseleyeke kompleks heye di wir de.”

-We fîlm bi bûdceyeke kêm û di demeke kin de çêkir. Hûn dikarin hinekî behsa wê proseyê bikin?

“Rast e, tiştekî gelek birîsk bû. Ev rîsk siheta meriv, jiyana mirov a sosyal jî tevliev dike. Ji bo min meseleyeke qelbî meseleyeke hîssî bû. Loma divê min bikira. Dixwazim vê pirse derbas bikim.”

-Ez bawer im fîlma we ku yekem car li 37. Festîvala Fîlman a Stenbolê hat nişandan, dê li festîvalên fîlman ên navnetewî, wek Festîvala Filman a Navnetewî a Duhokê jî were nîşandan. We daxwaziya beşdarbûnê li tu festîvalên din kiriye û hûn dixwazin beşdarî kîjan festîvalan bibin?

“Belê di 37. Festîvala Fîlman a Stenbolê de, di pêşbaziya sereke de bû û xelata mansiyonê girt. Pêvajoya festîvalan hêj nû dest pê kir. Li festîvalên Ewropayê jî wê bê nişandan lê hêj tiştekî teqez tune ye. Helbet ez gelek dixwazim fîlma min li Duhokê jî bê nişandan.”

– Li gorî we sînemaya Kurdî di kîjan astê de ye? Rewşa bakur di vî warî de li gorî perçeyên din ên Kurdistanê çawa ye?

“Nizanim. Fîlma ku min çêkiriye bi min re eleqedar e, wek kum in got ev meseleyeke dilî ye ji bo min. Bi giştî nikarim tiştekî bejim. Jixwe li Bakurê Kurdistanê kêm fîlm hene.Ez dixwazim fîlmên min xwerû/saf fîlmên Kurdî bin.”

-Bila pirsa me ya dawî li ser ziman be, di fîlmê de me du dialektên kurdî dîtin lê helbet zêdetir Zazakî hebû û gelek kesan ji bo fîlmê gotin fîlmê yekem ê Zazakî ye. Tu dikarî çi ji me re bibêjî li ser vê?

“Belê dema mirov dinyayeke wilo fantastik diafirîne, ji gelek probleman (Wek lîstikvanên kuz iman dizanin, heyam û mekan) safî dibe. Di edebiyatê de ji vê re dibêjin “tarza xweziya zêde.” Li bajarê ku ez lê mezin bûm her du dîalektê Kurdî jî hebûn. Ger di jiyana rasteqîn de bibe, helbet di jiyana fantastik de jî dibe.

Mala we ava, ez ji e-kovara POPKURDê re serkeftinê dixwazim.”

BİLAL KORKUT
bilalkorkt@gmail.com
PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply