Xêrnexwazên ku îflah nabin

Resim

 

Ev kitêba ku bi zimanê erebî ji bo nasandina zimanê farisî hatiye nivîsîn, mîna hinek dilnexwazên me û dijminên zimanê me ji bo kurdî wiha dibêje: “Piranîya peyvên kurdî ji farisî, erebî, tirkî û ermenkî hatine wergirtin.” Ê nizanibe, wê bawer bike. Derewên wan têjikan derdixin

 

 

ResimEz bi ermenkî nizanim, nikarim tiştekî li serê bêjim lê bi qasî ku peyvên biyanî di farisî û tirkî de hene, di kurdî de tune ne. Bi taybetî erebî pişt li tirkî û farisî şikandiye, ev sed salê wan e tevî ku dewlet in jî li ber xwe didin lê hê jî pişta xwe rast nekirine.

Kurdîya bêdewlet hîn li ser a xwe ye, tevî ku sed salê wan e ji bo kurdan asîmîle bikin, bi hêza xwe’y dewletê ya aşkere û veşartî bi ser kurdî ve diçin û dixwazin wê ji meydanê rakin, lê dikin-nakin encameke esehî bi destê xwe ve nayênin. Hingî ku kurdî gez dikin, bê diran mane.

– @Îshaq Baravî


 

Xêrnexwazên ku îflah nabin 2. Tesîrgirtîyên ji xêrnexwazan 3. Hikimpêşînên tengbîn Her du kategorîyên dawî qabilî dermankirin in. Ya rastî di van her sê sinifan de jî nezanîyeka ecêb heye. Dixwazim du misalan bidim. Misala pêşî zimanzanekê xeylî navdar e: Stanislaw Stachowski, slavnas û tirknas e. Profesor e. Di warê xwe de serkeftî ye jî. Bê ku kurdî bizane, bê ku li ferhengeka kurdî -hema yeka tenê jî- binêre ev ehkam dane. Di netîceyê de xwe rezîl kir. Bû qurbanê hikimpêşînîya xwe!

Misala diduyan dîplomatekê tirk e. Li gora beyana wî di nîvê salên 70yî de dewletê “dosyeya kurdî” li wî “tewdî kiriye”. Li ser kurdan pênc-şeş kitêb nivîsîne. Vêca tu li pêzanînên wî: Ew, tarîxa kurdperwerîyê (ku bi wî tiştekê xerab e!) bi xebata Garzonî re dide destpêkirin: Digot: “Ev mîsyoner hatiye Bakurê Îraqê [qesta wî Behdînan e]. Ji ber ku wî çaxî ew der bi ser ‘Diyarbakir’ê ve bûn û navê kevin ê Diyarbakirê Amed e wî gotiye ‘Amed”. Du cimle lê sê-çar şaşî: A. Behdînan (û Colemêrg jî) li ser eyaleta Mûsilê bû, ne li ser Diyarbekirê!

B. Cihê ku dibêje Amediye (عماديه ‘Imadiye) ye, ne Amed e [Ji ferhenga Lehce-i Osmanî: Musul’da İmadiye maa Davudiye ve Bervari Jiri ve Bervari Jori ve Reygan ve Yezve kazası merkezi bir şehirdir]. C. Amed, navê merkeza bajêr e. Navê eyaletê/mintiqeyê Diyarbekir e.

Resim

Lewma meselen Siwêrek, Diyarbekir e LÊ BELÊ ne Amed e û Siwêrek wek Amed jî nayê binavkirin. Hem bi vê dereceyê nezan in û hem mezinatîyê difiroşin. Divê kurd, bi her awayî xwe bi pêş ve bibin, di warê xwe de bibin otorîte û hedê van hednezanan bidine wan.

Zal Mazî nivîsand

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply