Xelîlê Xeyalî: “Di mirovan de mora qederê ziman e”

Xelîl Xeyalî kî ye?

Xelîl Xeyalî ji Eşîra Modan e. Xeyalî ji navçeya Motkî û ji bajarê Bilîsê ye. Ji malbatek qedirşînas e. Di barê dayikbûna wî de tarîxek teqez tuneye. Lê bi texmînî di navbera 1848- 1950yan de jiyaye. Xelîl Xeyalî di tesîra Seîdê Kurdî de gelek maye. Ji ber wê ye bi taqetekî taybet li ser perwerdehiya xwe sekiniye.

Perwedehiya xwe ya ewilîn li Amedê girtiye. Piştre çûye li Stenbolê zanîngeh xwendiye. Di dema Osmaniyan de di qedemeyên cûr be cûr de kar kiriye. Di dawiyê de li Halkaliyê li Mekteba bilinda Zîreetê hesabgirî kiriye. Ji salên 1900an vir ve ji ciwanên Kurd ê mîna Qedrî Cemîl Paşa(Zinar Silopî), Ekrem Cemîl Paşa, Celadet û Kamiran Bedirxan re ji bo perwedehiya wan, çi ji destê wî hatibe kiriye. Xelîl Xeyalî zimanê Firansizî û Erebî gelek baş zanibûye.

 

Têkiliya Xelîl Xeyalî û Ziya Gokalp Xelîl Xeyalî

Dema ku di salên 1900î de li Stenbolê bi ciwanên Kurdan re di barê netewperwerî, hemiyetperwerî û meseleyên netewî de danûstandinan dikin, bi tewafûqî vî çaxê Ziya Efendî nas dike. Ew dem Ziya Efendî seba fikrên xwe yên azadîxwaz ji Mekteba Tibê tê avêtin. Jixwe piştê ku Ziya Efendî şîrheramî dike û xwe Tirk dipejirîne, ew çax navê xwe jî diguherîne û dixe

Ziya Gokalp. Xelîl Xeyalî û Ziya Gokalpbi hev û du re serf û nehwa Kurdî dinivîsin û piştre dest bi nivîsîna ferhengekê jî dikin, lêbelê ji ber ku Ziya Efendî ji Mektebê tê avêtin, mecbûr dimîne ku biçe Amedê. Dema ku diçe jî van berhemên ku hatinenivîsîn bi xwe re dibe. Piştê vî heya Meşrûtiyetê, têkiliya wan tê birîn. Lêbelê piştê Meşrûtiyetê ji bo civîna Cemiyeta İttihad û teraqqiyê li sernavê delegeyên Amedê Ziya Efendî beşdar dibe. Wê demê Xelîl Xeyalî li Stenbolê wî dibîne û jê xebatên ku nivîsîne dixwaze. Lê mixabin ew ji ber ku hez nake bide, dibêje min şewitandiye. Lê mêrê mêrxas Xelîl Xeyalî dizane ku hewcedariya gelê Kurd bi van berheman heye, ji bo wê ji nû ve dinivîse.

Seîdê Kurdî û Xelîl Xeyalî

Di wan salên Meşrûtiyetê û piştê wî rewşenbîrên Kurdan ên li Stenbolê, gelek xebatan dikin û hema mirov dikare bibêje piraniyê wan hev û du nas dikin. Ew dem Seîdê Kurdî û Xelîl Xeyalî jî bi hev û du re di Cem’îyeta Kürt Neşr-i Maarifê û çend rêxistinên din de xebatên xwe didomînin. Bi rastî ew çax Seîdê Kurdî samîmiyeta Xeyalî dîtiye, loma di barê wî de nivîsek zehf hêja di pirtûka xwe ya Dîwana Herbî Urfî de nivîsiye: Ziman mora qedera mirovan e. Heçî sûretê mirovahiyê ye, di reng û rûyê ziman de xweşikahiya xwe dide der. Ji ber ku zimanê maderzad sirûştî ye, bêyî ku lefz bên vexwendin tên bîra mirov. Ji ber ku danûsitandin tenê bi maneyê tê kirin, di nav dûriyanê de heyirî namîne û agahdariyên
dikevin wî zimanî mîna “neqşê ale’lhacer/ nexşên li ser kevir” mayende dimînin. Û her çî tiştên ku bi wî kirasê zimanê millî bixuyên henûn dibin. Va ye mînakeke welatparêziyê pêşkeşî we dikim ku; ew jî Mîrze Xelîl Xeyaliyê Motkiyî yê ku wekî di her beşê welatparêziyê de, di warê ziman de jî peşekiyê bi dest xistiye. Û alfabe, serf û nehwa ku esasên zimanê me ne, aniye wucûdê. Û heta ez dikarim bibêjim ku esra hemiyet, xîret, fedekarî û parastina zeîfan gihiştandiye hev û wucûda wî ya manewî çêkiriye.

Heqîqetên ji ber ku em li cewherekî wiha yê xîretê ku ji kana Kurdistanê ye rast hatine, hêvî heye ku dê gelek cewherên wekî wî pêşeroja me ronahî bikin. Va ye ev zat, nimûneyeke welatparêziyê ya ku hêjayî  mirov bide dûv nîşan daye û ji bo zimanê  me yê millî ku muhtacê kemilînê ye temelek avêtiye. Ez mirovên bixîret şîret dikim ku li dûv rêça wî herin û li ser temelê wî ava bikin.

Di derheqê Xelîl Xeyalî de çend gotinên Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî)

Bi rastî ez divê di barê mirovekî ku li Stenbolê ji xwendekarên Kurd re Mamostetî kiriye û bi xwe jî mirovekî xwedî haşmet û feraset û Kurdek gelek mezin de çend gotinan bêjim. Ev mirov Xelîl Xeyaliyê Motkî Beg e. Welatparêzekî rewşenbîr û hemiyetperwer bû. Me ciwanan, vî şexsê di sala 1909an de li Stenbolê nas kir. Ew çax temenê wî dev û dorê pêncî salî bû. Rojên înê li çayxana Diyarbekir Kirathanesiya li Divanyoluyê, me dicivand. Li serdîroka Kurdistanê û li ser dost û dijmintayiya kurdan gelek tiştan vedigot. Dawiya suhbetên wî yên dîrokî, netewî û edebî, ji xweşbûnê nediqediyan. Me bi eleqeyek, zewqek û kelecaniyekê bê dawî guhdar dikir û em gelek tiştan jî hîn dibûn. Ev şexsê han li Stenbolê qasê 20 salan mamostetî kiriye. Lê tu car jê nekerixiye. Dema ku ez di sala 1928an de ji girtîgeha Kastamonuyê de derketim, çend caran çûmedîtnaya wî. Hema hema qasê dusalan di nav cîh de bûye. Wextê ku ez di sala 1929an de ji Stenbolê veqetiyam, ev merivê mezin û qedirbilind zêdetir nexweş ketibû.

Di derheqê Xelîl Xeyalî de çend gotinên Mûsa Anter Mûsa Anter di pirtûka xwe yê “Hatıralarım”de wiha dibêje: “

Dema ku min Xelîl Xeyalî dît, ji ser hesabgiriya Fakûlteya Daristanê teqawîd bibû. Kalekî sûret-nûr bû. Tu çiqas bêjî çandyar û ew qas jî xwedî feraset bû Xelîl Xeyalî. Çavên wî ji Eşqa welêt diçilwilîn. Digot daxwaza min ew e ji Xwedê, di saxiya min de ez bibînim ku milletê Kurd ji van milletên stemkar xelas bûye. Bi keça xwe ya Nazmiye re dijiya. Nêzî çûyina xwe ya ebediyetê, xebatên xwe dane min. Di nav wan de belgeyên pir girîng hebûn. Wekî din xebatên Ziya Gökalp ên li ser zimanê Kurdî jî hebûn.” Li ser Xelîl Xeyalî çend gotinên paşîn Bi rastî piştê ev qas gotin mirov êdî nizane çi bibêje ji bo mêrxasê egît û gencîneyê delal re. Lewra ji rindiyê re gotin ne hewce ye. Tenê guhdarkirin e ji çend xeberên wî û temaşe kirin e li hember rastî û paqijiya wî. Di dawiyê de xwe xwarkirin e ji keda wî ya ji huzna tarî derketî. Heger ev qas kes di we de cewherek, kedek, xebatek, roniyek û esil û asasiyek nedîtiba bi qesem nedipejirandin evqas pesn ne hubra reş û ne jî kaxizê sipî. Lê me biborin û efû bikin, me qedrê we nizanibû. Lê Xwedê hezke tenê ji bo samîmiyeta we û yên wekî we be jî, natemire ev difna han li hember zilma reşe-tarî.

 

WETEN Û ÎTTÎFAQA KURMANCA*

Weten, tu çi qa ezîzî, tu çi qa letîfî!(20) Lalezarê te(21) ji xwîna şehîdan e. Sinbil û rihanê te ji rindiya çavê egîtan e. Wextekî her terefê te ava bû, her goşeê te mecmeê siwaran bû,(22) dar û berê te menzîlê xortan û lawan bû; deştê te bi cotyaran, zozanêd te bi konan, newalêd te bi kerîyê pezan, mêrgêd te bi refê hespan, guher û mexelêd te bi bêrîvanan xemilîbû; her aliyê te wekî cenneta derewî bû; ne di dilê me da girîyek, ne di terşê me da kêmasiyek hebû. Nagah(23) tofana zilm û îstîbdadê muselletê te bû, ewladê te kuşt, her terefê te xira kir, tê da eserê şahî û bextyarîyê nehîşt. Weten, tu îro ji destê zulmê wâran î, meskenê bûman û maran î. Ewladê te sefîl û perîşan e; jin û zarûyê wan tazî û birçî ye. Hukûmeta zalim me Kurmancan muselletê hev kir, dersê kuştin û talankirinê da.

Me jî ji bo xatirê wan zaliman, ji bo dilxwestê wan fîr’ewn û şedadan xan û manê xwe şewitand. Îro jin û zarûyê wan zaliman di koşkan da bi rahetî û bi dilxweşî umrê xwe dibûrînin; jinû zarûyê me ji tazîtîyê û ji birçîtîyê li ser erdê sar, li binê berf û baranê dinalin. Eger me’mûrêd zalim bi zulmê Fîr’ewnîya xwe, bi xirabkirina wetenî, bi perîşankirina ewladê wetenî qenaet bikiran, jibo me Kurmancan seadetek mezin mirovanîyek bilind bûya. Hal ew e ku ji aliyek urt û ocaxê diqelandin, jinê me jinebî, zarûyêd me sêwî dihîştin; ji alîyê dî me nezera alemê da eşqiya û bêqabîlîyet nîşan didan.

Ah, wan zalima ewil me Kurmancan ji xwendinê, paşê ji tîcaret û zîraetê merhûm(26 hîştin); paşê her çi xwestin der heqê me da îcra kirin û gotin, Xwedê û pêxember bîra xwe neanîn. Bi hîmmeta cem’îyeta İttihadê, bi muaweneteta ekserî, Qanûna Esasî derket, belayê zulmê ji ser me rabû. Meb’ûsa(27) muhterema civîya û Meclîsê Meb’ûsan û halê wetenî dê bêjin. Xwedê heman tewfîqa(28) wan bide, çavê xaînan kor bike. Kurmanc di nav qewmê Osmanî da unsurek mezin e, dîndar e, ciwanmêr e, jêhatî ye. Kîjan qîrîn bûye ku siwarê wan, egîdê wan di serheda weten da xuya nebûye, jibo hifza wetenî, jibo
şerefa miletî, jibo bilindîya dîyanetê xûna xwe nerêtîye, ji meydanê qîrînêrûyê xwe zivirandiye, hemîyeta xwe, xîreta xwe, dîndarîya xwe nîşan nedaye, jibo tarîxan navek qîmetdar nehîştîye? Feqet Hukûmeta müstebida mêranîya me, zekaweta me daîma înkar kir. Nef’a xwe di îxtîlafa me da dî. Me jî ji nezaniya xwe xebera wan kirin, xan û manê xwe xira kir, rûhê bab û bapîrê xwe mehzûn(30) kir, dilê zaliman şa kir. Ji vî halî îbret bitsînin, wekî Ereban, wekî Tirkan, wekî Arnavudan,(31) wekî Rom û Filan(32) bixebitin, cewherê xwe bidin naskirin. Qewmê necîbê(33) Arnavud çawan da’wayê xûna sed sale xwe terk kirin, destê hev girtin, qîmeta xwe, mêranîya xwe dane zanîn, em jî wekî wan da’wa xûnê, da’wa neyarîyê hilînin, birayê hev bibin, şerefa Kurmancîyê muhafeze bikin, bi mal û bi can bixebitin, wetenê xirabê xwe(34) ava bikin!

Gelî Kurmancan! Wetenê xwe hez bikin. Çunkî mehebeta wetenî ji îmanê ye.(35) Gelî biran! Dijminî û neyarîyê ji dilê xwe derxin, aşt bin, bi hukmê “înnemelmu’mînûne îxwetun”(36) emel bikin. Gelî hevalan! Mekteban vekin, ewladê xwe bidin xwendin, arê nezaniyê li ewladê xwe layiq mebînin.  Çunkî emrê “Utlubul’ilme mînelmhdî ilellehd”(37) li me ferz e. Ey ulemayê navdar, ey meşayixê(41) xwedan ‘îqtîdar, ey ruesayê sahibnufûz(42) ê Kurmancan! Hun qenc bizanin ku heyata qewmê me, selameta wetenê me di îttîfaq û xîreta we da ye. Adetê berê terk bikin, Kurmancan bi hev bixin, ji wan ra ji qencîyê û xirabîyê bêjin. Çunkî hun zana ne, ew nezan in. Delalet(43) bikin. Ew delaleta we jibo nef’a(44) wetenî, jibo tereqqîya miletî ye, jibo nefsa we nî ye. Roja heşrê bîra xwe bînin. Dinyayê fanî da navê xwe bi qencî baqî(45) bikin, hukmê “Ehsîn kema ehsenellahu îleyke”(46) ji aqilê xwe dermexin.

Eşîra Motkî Xelîl Xeyalî

(19) Ev nivîsar bi Kurdî hatîye nivîsîn; di kovara Jînê de parçe parçe hatîye çapkirin; li pey her parçeyek wergerana wê parçeyê ya Tirkî jî hatîye danîn.
(20) Letîf: Xweşik
(21) Lalezarê te: Gulistana te, baxçeyê te yê gulan
(22) Mecmeê siwaran bû: Civîngeha siwaran bu, cîyê civîna siwaran bû.
(23) Nagah: Ji nîşka ve.
(26) Peyvikên ji peyvika “xwendinê” heta vir, ji rûpela kovarê ketine. Me ev peyvik, li gora wergerana Tirkî nivîsîn.
(27) Meb’ûs: Gelwekîl, endamê parlementoyê, parlementer.
(28) Tewfîq: Lêkanîna kar û bar li gora daxwaza mirov.
(30) Mehzûn: Xemgîn
(31) Arnawud: Neteweyekî Ewrûpî ye. Di hin zimanan da jê re tê gotin “Albanî”.
(32) Mexsed ji “Filan” Ermenî ne. Ji ber ku dînê wan Filetî ye, Kurdan di şûna navê wan ê eslî da ji wan ra gotîye “File”.
(33) Necîb: Nejadpak, kesê ji eslekî pak.
(34) Wetenê xirabê xwe: Welatê xwe yê xirabe, welatê xwe yê wêran û kavil.
(35) Ev îşaret e bi alîyê hedîsek ve, ku Pêxember tê da gotîye “Evîna welêt ji îmanê ye”.
(36) Ev parçeyek ji ayeteka Qur’anê ye, mana wê weha ye: “Kesên bawerdar, ancax bira ne”.
(37) Ev hedîseka Pêxember e, mana wê weha ye: “Ji dergûşanê heta gorê li zanyarîyê
bigerin”.
(41) Meşayix: Piranîya “şêx” e.
(42) Ruesayê sahibnufûz: Serokên xwedîhêz, serokên ku hukmê wan dibûre.
(43) Delalet: Rêbirî, pêşrewî, pêşewayî.
(44) Nef’: Menfeet, fêde.
(45) Baqî: Timjîyan, nemir.
(46) Ev parçeyeka ayetek e, mana wê weha ye:
“Wek ku xwedê qencî li te kirîye, tu jî qencî
bike”.

Ev nivîs ji rojnameya Kürt Teavün ve Terakkiyê hatiye hildan. Bozaslan, E.

Wêne ji malpera www.saradistribution.com ê hat standin 

Çavkanîya Nivîsê: Kovara Pêngav – Kenanê Nado (destûr jê hat standin)

1- Silopî, Z.(1992), Doza Kurdistan, Pınar yay., Ankara
2- Kurdî, S. (2009), Dîwana Herbî Urfî, Zehra yay., İst.
3- Anter, M.(2007), Hatıralarım1-2, Avesta yay., İstanbul

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply