Tag Archives: Kenan Subaşı

Sermawêz, 2023

  • 12 Sermawêz

    Teyrê Sîmir û Rengvedanên Wê di Folklora Kurdî da

    Yek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.

Sermawêz, 2022

Hezîran, 2021

  • 22 Hezîran

    Xelîlê Xeyalî: “Di mirovan de mora qederê ziman e”

    Xelîl Xeyalî kî ye? Xelîl Xeyalî ji Eşîra Modan e. Xeyalî ji navçeya Motkî û ji bajarê Bilîsê ye. Ji malbatek qedirşînas e. Di barê dayikbûna wî de tarîxek teqez tuneye. Lê bi texmînî di navbera 1848- 1950yan de jiyaye. Xelîl Xeyalî di tesîra Seîdê Kurdî de gelek maye. Ji ber wê ye bi taqetekî taybet li ser perwerdehiya xwe …

Îlon, 2018

  • 28 Îlon

    Girr û Gallî Mindallanî Kurd

    GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD

    GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD Dîrokçeya Çapemenî û Medyaya Kurdî ya Zarokan Amadekar: Kenan Subaşı Ji bo ku zarokek bibe mirovekî serkeftî û xwedî wijdan û xwedî exlaqeke paqij, divê bixwîne û bizanibe ku dê çi bixwîne. Ji bo ku bizanibe dê çi bixwîne, divê bibe xwedî estetîkek û bikaribe muhakeme bike û bifikire. Ji bo ku bibe xwedî estetîkek …

Sibat, 2018

  • 23 Sibat

    Naveroka Pirtûka “Gotarên Zimannasîyê”

    Ji weşanxaneya nûbiharê bi edîtoriya akademîsyenên bi navê Kenan Subaşı û Resul Geyik pirtûkek bi navê “GOTARÊN ZIMANNASIYÊ” hate weşandin. Di vê xebatê de di çarçoveya dersên zimannasiyê ya bernameya doktorayê de pêşkêşî, nîqaş û nirxandinên komeke xwendekarên doktoraya zimanê Kurdî cih digrin. Her Xwendekaerkî, li gor xwendin û çavkaniyên li ber destê xwe, di vî warî de mijarên cûrbicûr …