Logoyeke nû ya Weşanxaneya Roşnayê ji aliyê İbrahim Halil Baran ve hate çêkirin. Logoya berê, di sala 2011 de, bi awayekî amatorî ji aliyê koma Roşnayê ve hatibû çêkirin.
Weşanxaneya Roşnayê di sala 2012an de li Diyarbekirê hate avakirin û bi giranî pirtûkên bi zazakiya kurdî diweşênê.
Berpisê Weşanxaneya Roşnayê, Roşan Lezgîn mizgînîya logoya nû ji ser hesabê xwe yê tora civakî parvekir û derbarê logoya nû de wiha axivî: “Ev logoya nuh gelek li ruhê min dikeve; bi min gelek xweş hat, dilê min pê geş bû. Ez dibêjim destê kek îbrahîmî sax be, mala wî hezaran car ava be, tu car tengî û tehlî nebîne. Ez ji dil û can sipasîyên xwe pêşkêş dikim.”
Logo ji pezkovîyeke nîşana serbilindiyê û roja xêr û bereketê ya li pişt pezkovîyê hiltê pêk tê. Ev logoya nû bi zelalbûn û xêzên modern balê dikşîne ser xwe.
Lezgîn di dewamiya parvekirina xwe ya li ser tora civakî te ji bo tiştên di logoyê de derbasdibin wiha axivî:
Ji bo Pezkovîyê got: “Di nav me kurdan de pezkovî heywaneka pîroz e. Sembola paqijî, bêgunehî û masumîyetê ne. Bitaybetî di efsaneyên me kurdên zaza de gelek derbas dibe. Li hemî herêmên me, merivên qenc yên wekî Xizir şivantîya pezkovîyan kirine. Lewre ev poezkovî di bawerîya me de bimbarek in, nêçîrkirina wan gunehekî mezin e; eger yek zerarê bide wan, dibêjin xêrê ji xwe nabîne…”
Ji bo rojê re jî wilo got: “Roj jî pîroz e; ronahî ye; ji çavkanîyên sereke yên jiyanê ye. Lewre di navenda alaya me de jî heye. Di logoya Roşnayê de li pişt serê pezkovîya ku ber bi asîman bilind bûye wek sînîyeka zêrîn dibiriqe.”
Em wek koma Çandnameyê logoya nû ya weşanxaneyê pîroz dikin. Li ser xêrê be. Hevî dikin bi vê logoya nû hê gelek weşana bikin.
Mizgîniyek: bi logoya nû çend pirtûkên zazakî ji niha de şandin çapxaneyê jî.
Ji bo bi Weşanxaneyê Roşnayê re bikevin nav tekîlîyê: rlezgin@hotmail.com Telefon: +90 412 223 0369
Nûçe: Ridwan Xelîl