Xebateke Bîbliyografîk Ji Bona Romanên Kurmancî

Kurte

Romana Kurdî ya yekem Şivanê Kurmanca di 1935an de çap bûye û îro romana Kurdî ketiye heyştê û pênc saliya xwe. Lê ji ber sedemên cuda, xebatên li ser roman û romannûsiya Kurdî kêm û qels in. Kesên ku bixwazin li ser romana kurdî bixebitin, îhtimalek mezin dê di temînkirina romanan de pirsgirêkan bijîn. Lewre ne saziyeke ku bi rêkûpêk berhemên Kurdî arşîv dike heye ne jî bîbliyografyayên ku van berheman dihewînin. Ji bona qismekî vê kêmasiyê ji holê rakin, me xebateke bîbliyografîk ji bona romanên kurmancî çêkir.

Bêjeyên sereke: Kurmancî, roman, weşanxane, nivîskar.

 

Destpêk

Arşîvkirin, nîşaneya hişmendiyekê ye. Lewre arşîv, hafiza ye. Yên ku qîmeta hafizayê dizanin, em dikarin bibêjin, qîmeta rabirdûya xwe jî dizanin. Lewre hafiza, ango bîr, dîroka mirovan, dîroka miletan dihewîne. Qasî belgeyên fermî, berhemên fîktîf, zanyarî, çapemeniyê jî bîra mirovan û mirovahiyê îhtiva dikin. Ew jî divê bên parastin. Li welatên pêşketî, em dikarin bibêjin girîngiya arşîvan baş tê zanîn. Ji ber vê jî bi sedan, bi hezaran muzeyên şexsî û fermî, herî kêm qasî wan jî pirtûkxane û belgexaneyên fermî hene. Lê ji ber sedemên cuda, heta îro saziyeke ku em bikaribin herin û hemû berhemên kurdî yên çap bûne, bibînin û li ser bixebitin tune. Lewre sedemên polîtîk û sedemên bêkêriyê derdikevin pêşiya me. Di nava kurdên bakur û yên metropolên Tirkiyê de problema tirsa ji dewletê heye. Mirov, ji ber ku bi metnên, berhemên kurdî neyên girtin yan xwe sedî sed ji berhemên kurdî îzole dikin yan jî dixwînin lê kom nakin. Ji xwe dûr dixin. Saziyên wekî komele, partî, sendîka û hwd. jî di lêgerînan de, di serdegirtinan de ji ber berhemên kurdî hatine hişyarkirin, darizandin, girtin.

Bi pir hêsanî ne tenê pirtûk, hemû amûrên wan hatine desteserkirin û ji wan hatine standin û windakirin. Ev jî wana dike nava tirsekê. Xêncî sedemên polîtîk û polîsiye, sedemekî dinê jî aborî ye. Lewre ji bo hemû berhemên kurdî bên şopandin, pere lazim e ku cîhek bê vekirin û ji weşanên kurdî herî kêm çend numûne bên stendîn û arşîvkirin. Ji ber van sedeman, yan jî yên wekî van sedeman, li Tirkiyê saziyek ku berhemên kurdî bi rêk û pêk kom dike yan jî bike, qasî ku dizanim, tune. Dîsa li Başûr jî, ji ber sedemên cuda, saziyeke ku berhemên li hemû beşên Kurdistanê yan jî hemû weşanên kurdî bişopîne û vana di pirtûkxaneyekê, di arşîvekê de bîne cem hev û bide xizmeta xwendevan û lêkolîneran tune. Helbet ev problemek mezin e. Divê saziyên bi hişmendiyeke zanyarî û profesyonel tevdigerin bên avakirin û li ser çand, ziman û dîroka kurdan xebatên hatine çêkirin berhev bikin û wekî “navenda lêkolînên kurdolojiyê” xizmetê bidin xwendevan û lêkolîneran[1].

Her çiqas di aliyê rojname, kovar, biroşur, pirtûk û hwd. her metnên çapkirî/belavkirî berhevkirin girîng be jî, ji bo van karan xebatên bîbliyografik jî girîng in. Ji ber vê, ez dixwazim di nava vê giloka problem û kêmasiyên mezin de li ser beşekê bisekinim. Armanca me ji bo romannûsiya Kurdî (Kurmancî) amadekirina bîbliyografyayekê ye. Bi vî avayî, lêkolîner û zanyarên ku dixwazin li ser romanên kurmancî bixebitin, dê di destê wan de lîsteyeke van berheman hebe. Bi vî avayî em hêvî dikin ku xebatên di vî aliyî de hêsantir bimeşin. Beriya ku encama xebata xwe parve kin, em dixwazin li ser çavkaniyên xwe hinek agahiyan parve kin û hinek xeletiyan sererast bikin.

Rexneyek Li Ser Çavkaniyên Lîsteyên Romanên Kurmancî

Bi gelemperî ji bo edebiyata kurdî, bi taybet jî ji bo romana kurdî, qasî ez dizanim, bîbliyografyayek bi rêk û pêk tune. Lê çend xebatên di mahiyeta ceribandinê de hene. Lê hem di ser (piraniya) van xebatan re qasî deh sal dem derbas bûye, hem jî hinek xeletiyên van hene.

Lîsteya yekem ya ku em dê li ser bisekinin, nivîsa panoramîk ya Nacî Kutlay e. Kutlay sala 1998an de di kovara Warê de nivîseke bi sernavê “Romana Kurdî” belav dike (hejmar: 56: r. 125-134). Kutlay, di vê nivîsê de bi agahiyên kurt, romanên kurdî dinirxîne, behsa romanan û romannûsan û dabeşkirina romanan li ser welatê kurdan dike. Wekî Kurdên Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyê û yên Sovyetan. Romannûsên ku ew behsa wan dike, Erebê Şemo, Seîde Îbo, Egîdê Xudo; Eliyê Evdirrehman; Azad Bavê Şehîn, Bavê Nazê, Xemgîn Temo;

Rehîmê Qazî; Îbrahîm Ehmed, Huseyîn Arîf, Mihemed Mukrî; Mehmed Uzun, Şahînê Soreklî, Mehmûd Baksî, Hesenê Metê, Medenî Ferho, Nacî Kutlay (Nûrî Şemdîn) in.

Berhemên ku Nacî Kutlay behs dike, di lîsteyên din de jî hene. “Murtule Beg” ya Eliyê Evdilrehman ku em îro jî nizanin gelo ev roman çap bûye yan nebûye. Di pirtûka Eskerê Boyik de jî, di behsa Eliyê Evdilrehman Mamêdov (1920-1994) de navê vê pirtûkê derbas nabe (Boyik, 2012: 269-280). Lê di Antolojiya Edebiyata Kurdî ya Mehmed Uzun amade kiriye de, Tîmurê Xelîl, behsa hevpeyvîna xwe bi Eliyê Evdilrehman dike û vê hevoka wî neql dike: “[E]z niha dîsa li ser romana ‘Murtule Beg’ê dixebitim, çawa tê zanîn ew xweşmêrê navçeya Muksê bû” (Xelîl, 1995: 386). Di çapa romana Şer Li Çiya-Şêx Zayîr ya Weşanên Pêriyê de, di berga dawiyê de behsa berhema Eliyê Evdilrehman ya bi navê Hesreta Min hatiye kirin û di nava kevanê de jî cureya wê wekî roman hatiye nivîsîn, lê di hevpeyvîna ku Tîmurê Xelîl neql dike de Eliyê Evdilrehman ji bo vê pirtûkê jî dibêje, “Berî çend mehan berevoka min ku têda gelek helbest cih girtiye bi navê ‘Hesreta Min” der çû. Di wê de gelek helbest hene ku min avîtiye li ser kurd û Kurdistanê” (Xelîl, 1995: 387). Bi vî avayî, em dibînin ku weşanxaneyên me pir bi hêsanî xeletiyên derbarê cureya berheman de dikin.

Lîsteya duyem ya Îbrahîm Seydo Aydogan ya bi sernavê “75 Sal û 200 Romanên Kurdî (Kurmancî)” ye. Îbrahîm Seydo Aydogan, di xebata xwe de agahiyên romanên kurmancî yên di navbera 1935 û 2010an de hatiye çapkirin dide. Lê beriya ku lîsteya xwe bide jî hûrgiliyên wan romanan yên îstatîstîkî parve dike û şîroveyên xwe yên derbarê romannûs, cîhê ku romanên kurmancî lê derçûne, jimara romanên romannûsan, mijarên romanan û kalîteya wan de dinivîse. Ji lîsteya Îbrahîm Seydo Aydogan rasterast naxûyê ku gelo wî ev berhem hemû dîtine, bi dest xistine yan na. Lewre di lîsteyê de hinek berhem bi kunyeyeke tam ve cîh digirin lê hinek xwedîyê agahî kêm û qels in. Mînak: Dema behsa romanên Medenî Ferho dike, ji bo romana Marê Di Tûr De agahiyên weşanxane, sala çapê û hejmara rûpelan dide, lê cîhê çapê (bajêr, welat) nade. Ji bo romanên heman nivîskarî yên bi navê Xewnên Pînekirî û Çîroka Me jî tenê navê weşanxaneyê, sala çapê daye, agahiyên din tunin û ji bo Berxwedan Jiyan e jî tenê sala çapê (1994) hatiye dayîn. Ji bo romana Mêvan (Betal Betê) ya bi navê Bêbextî jî agahiyên kunyeyê yên wekî weşanxane, cîhê çapê, sala çapê, hejmara rûpelan nedaye. Xêncî vê, ji sernavê lîsteyê jî diyar e ku dê lîste ji romanên kurmancî pêk bê. Li hember vê agahiyê, romana İlhami Sertkaya ya bi navê Kılama Şilane[2] jî di vê lîsteyê de cîh digire û ev xeletiyek e. Lewre ev roman, kirmanckî/dimilkî ye. Navê romana Enwer Karahan bi xeletî wekî “Şapînoza” hatiye nivîsîn, bi eslê xwe Şapînoz e. Navê nivîskarê pirtûka Evîna Bêtuxûb jî wekî Seydayê Exlatî nivîsiye, lê li ser berga pirtûkê navê nivîskar wekî Mele Seîdê Exlatî dinivîse; di rûpela ewil ya pirtûkê de jî navê nivîskar bi vî avayî cîh digire û binê vî navî, di nava kevanê de (Seydayê Xelatî) hatiye nivîsîn.

Xalekî din jî di cureya pirtûkan de derdikeve ber me. Pirtûka Omer Dewran ya bi navê Û Çiya Jî Dinalin û pirtûka Amed Çeko Jiyan ya bi navê Varjabed, di çapên wan de cureya wan wekî “kurteçîrok” cîh digire, Aydogan wekî roman di lîsteyê de cîh daye van pirtûkan jî. Bijîşko û Helîm Yûsiv jî cureya Û Çiya Jî Dinalin wekî roman dane. Ji ber îfadeya li ser bergên van pirtûkan, me di lîsteya xwe de cîh neda van du pirtûkan.

Lîsteyekê din ku em dê behs bikin, li ser malpereke înternetê hatiye belavkirin. Em dê jêre bibêjin “lîsteya bijîşko”. Di vê lîsteyê de jî 233 romanên kurdî cîh digirin. Ev lîste jî ji aliyê hejmara romanan ve ji lîsteya me kurtir e. Di lîsteyê de ji 1935an heta 2014an xêncî romanên kurmancî, yên kirmanckî (İlhami Sertkaya: Kılama Şilane, Sasine û Gulîzare; Hesen Dilawer Dersim: Deyndar; Jêhatî Zengelan: Zifqêra Berî; Munzur Çem: Gula Çemê Pêre; Denîz Gunduz: Kalaşnîkof, Soro) cîh digirin. Di heman demê de ev romanên ku ji soranî wergerandine kurmancî jî di lîsteyê de ne: Şerzad Hesen: Jinek Xinanî, Xewna Pîrepindan;

Bextiyar Elî: Êvara Perwaneyê, Qesra Balindeyên Xemgîn; Eta Nehaî: Balindeyên Li Ber Bê; Ferhat Pîrbal: Santiago de Compestela.  Romana Sırrı Ayhan ya bi navê Dansa Berber (2014) jî di vê lîsteyê de ye; lê ji ber ku ji tirkî werger e, bi ya me divê di nava vê lîsteyê de cîh negire. Lîsteyê de pirtûk li gor sala çapê rêz kirine. Agahiyên wekî weşanxane, cîhê çapê û hejmara rûpelên pirtûkan jî nehatine dayîn. Romanên ku ji çend bergan pêk tên jî wekî bi sere xwe romanên cuda ne, hatine dayîn. Di lîsteya Îbrahîm Seydo Aydogan de jî hinek romanên pir-berg bi vî avayî cîh digirin. Em dikarin ji berhemên Mezher Bozan, Av Zelal Bûyê mînak bidin. Lewre ev roman ji şeş cildan pêk tê û di lîsteya Bijîşko de heta cilda V. (ya Aydogan de heta cilda IV.) heye. Her yek wekî romanekî xwerû di lîsteyê de cîh digire. Ev berhem di lîsteya me de bi şeş cildên xwe û wekî romanekî cîh digire. Romanên ku ji çend cildan pêk tê û bi heman navî hatine çapkirin, wekî yek berhemekî me cîh daye û agahiyên hemû cildan jî nivîsiye. Soryaz ya Diyar Bohtî û Hêvî Herdem Heye (2 berg) ya Hesen Huseyîn Deniz jî du cild in û her yek bi hejmarekî cuda cîh digirin. Di lîsteya Bijîşko de agahiyek bi vî avayî heye:

“Siyamend Serbilind, Ebdullah Şêxo, 2013” Lê qasî me tesbît kir, pirtûkeke bi vî navî ya Siyamend Serbilind tune. Xalekî din jî di vê lîsteyê de nivîskarekî bi navê wî Reşat e, heye. Hem di lîsteya Îbrahîm Seydo Aydogan hem di ya Bijîşko de, hem jî di pirtûka Helîm Yûsiv de sê romanên wî dixuyên. Lê paşnavê wî di lîsteya Aydogan de “Aktaş”, di ya Bijîşko de “Akgün”, di pirtûka Helîm Yûsiv (2011: 39) de jî wekî “Akgül” hatiye nivîsîn. Lê her çiqas me xwe negîhandibe û pirtûk bi dest nexistibin jî me xwe gîhand nivîskar û ji bo agahiyên em jê sûd bigirin, di malpera wîkîpediaya kurdî maddeya Rêşad Sorgul ji aliyê nivîskar ve bi me re hat parvekirin. Di vê malperê de her sê berhemên di vira de behsa wan derbas dibe, hene. Lê ji vana ev agahî hene: “Veger (Tîrmeh 2001 – Weşanên Rewşen li Elmanyayê)- ceribandin” û “Evdalkovî (Sibat 2004 – Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê)- bîranîn” . Ji ber vê jî di lîsteya xwe de em cîh nadin van berheman.

Pirtûka Bêwar Diyadînî ya Ferhenga Bêwar (2014) jî roman nîn e, ferheng e. Di vê lîsteyê de tenê me ev temîn nekir: Rizaliyê Reşîd, Biharê Bihar Nedît (Boyik, 2012: 372-376).

Lê ev berhem di pirtûka Helîm Yûsiv (2011: 43) de bi vê kunyeyê cîh digire: Rizaliyê Reşîd, Biharê Bihar Nedît, Weşanên Han, Berlin-2008.

Lîsteyek din jî bi sernavê “Lîsteya Romanên Bi Kurdî” di malpera pirtukweje.wordpress.com hatiye parvekirin. Lê eva lîsteyek bi rêk û pêk nîn e. Berhem di dawiyê de hatine dubarekirin. Liste bi navê nivîskaran û berhemên wan ve hatiye rêzkirin. Ku em berhemên dubare hatine nivîsîn derxin, 67 roman tê de dimînin û ew hemû jî di lîsteyên din yên me behs kirin de hene. Lîsteyek jî li ser malpera wîkîpediyayê heye. Li wir jî em 113 romanan dibînin, lê ev roman jî di lîsteya Îbrahîm Seydo Aydogan û lîsteya Bijîşko de hebûn. Cudatiya van her du lîsteyan, cîh didin romaneke bi navê Murtule Beg ya Eliyê Evdirehman. Aydogan cîh nade vê romanê lê di beşa analîzê de dibêje em nizanin gelo çap bûya yan nebûye.[3] Lê van her sêyan jî tene nav dane, em îro nizanin gelo ev roman qediya yan neqediya, çap bû yan nebû. Parıltı-Galip jî diyar dikin ku agahiyên çapê bi dest nexistine. Ji ber vê em jî cîh nadin vê.

Di malpera amidakurd.netê de bi sernavê “75 sal û 197 romanên kurdî kurmancî” lîsteyek heye. Lê ev lîste jî xwe dispêre lîsteya Îbrahîm Seydo Aydogan.

Lîsteya dawî ku em dê li ser bisekinin, ji aliye Cemîl Oguz ve di malpera diyarname.comê de hatiye parvekirin. Oguz ji sala 2005an vir ve, di dawiya wê salê de lîsteyek berhemên wê salê yên bi kurdî hatine çapkirin belav dike û dinirxîne. Me jî ji van lîsteyan sûd girt. Me ji van lîsteyan xwe negîhand lîsteya 2012an. Xêncî vê, di lîstêyên di navbera 2005 û 2019an qasî ku me tespît kir, 298 romanên kurmancî yên telîf hene. Xêncî vana, çendek romanên ku cara duyem, sêyem di salên cuda de hatine çapkirin û lîsteyên Cemîl Oguz de cîh digirin jî, me çapên din nekirin nava vê hejmarê. Di van lîsteyan de hinek xeletî jî hebûn. Wekî mînak em dikarin van xala nişan bidin: Di lîsteya 2019an de pirtûka Resul Baltacı ya bi navê Rodeng ku cureya wê çîrok e, lê di kategoriya romanan de cîh dane di vê lîsteyê de. Dîsa romana Newaf Mîro ya bi navê Lehengê Tazî (W. Lîs), berê di nava Weşanên Pêriyê de bi navê Lehengê Tazî Keleşê Reş (2009) derçûbû. Di lîsteya 2018an de pirtûka Kobanê ya Alî Oruç bi tirkî ye û Qurbaniyên Gunehkariyê ya Heysem Hisên jî ji erebî hatiye wergerandin, lê herdu jî bi xeletî, wekî romanên kurmancî hatine nîşandan. Di lîsteya 2016an de berhema Ganî Turk ya bi navê Sermest e Dema Evînî (W. Ava) kitêba helbestê ye, lê wekî roman hatiye kategorîzekirin. Di lîsteya 2010an de Û Çiya Jî Dinalin ya Omer Dewran (W. Lîs) û Varjabed ya Amed Çeko Jijan (W. Lîs) di vê lîsteyê de wekî roman hatine diyarkirin; lê di bergên herdu pirtûkan de jî cûreya berheman wekî “kurteçîrok” hatine pênasekirin. Di lîsteya 2007an de Ez û Delal ya Sidqî Hirorî wekî helbest hatiye kategorîkirin, lê roman e. Di lîsteya 2014an de Dansa Berber ya Sirri Ayhan (W. Na) wergera ji tirkî ye, lê nehatiye diyarkirin, wekî telîf ya bi kurmancî hatiye dayîn. Ferhenga Bêwar ya Bêwar Dîyadînî wekî roman di lîsteyê de cîh digire, lê ferheng e.

Xêncî van lîsteyan, çend xebatên din jî hene ku rasterast mijara wan romana kurdî ye. Lê em dê di vana de li ser romanên kurmancî bisekinin. Ji van berheman ya yekem berhema bi navê Kürt Romanı-Okuma Kılavuzu (2010) (Romana Kurda-Rehberek ya Xwendinê) ya ku ji aliyê Abidin Parıltı û Özlem Galip ve bi tirkî hatiye amadekirin. Di pirtûkê de ji Erebê Şemo heta Lokman Ayebe, behsa bîst romannûsên kurd tê kirin û romanên wan ji aliyê mijar û uslûbê ve tên nirxandin. Ev navên ku li vê derê tên nirxandin, piraniya wan di lîsteya me de hene. Di dawiya vê pirtûkê de jî bi sernavê “Bugüne Kadar Yayınlanmış Kürtçe Romanlar” (Romanên Kurdî Yên Heta Îro Hatine Weşandin) cîh dane lîsteya romanên kurdî yên bi sê zarevayan (Soranî-kurmancî-zazakî) ji 242 romanan pêk tê. Ji vana nêzîkî sed heb soranî û dimilkî ne. Me cîh neda van berhemên ku em rind nizanin ka gelo soranî ne yan kurmancî ne.

Di lîsteyê de hinek agahiyên wekî rûpel, cîhê çapê û weşanxane kêm in yan jî nehatina dayîn. Mînak, pirtûka Xurşîd Mîrzengî ya bi navê Bircên Evînê ku di lîsteyê de cîh digire; lê agahiyên weşanxane, cîh û sala çapê û hejmara rûpelên pirtûkê tune. Çiyayên Bi Xwînê Avdayî (Komele, İsveç, 1989) ya Bavê Nazê wekî romana Brîndar hatiye nîşandin. Romana Eskerê Boyik ya bi navê “Xezebî” hatiye nivîsîn, di çapa me bi dest xist de Xezeb e.

Kunyeya tam ya vê nivîsê bi vî avayî ye: Nacî Kutlay, “Romana Kurdî”, Kovara Lêkolîn û Lêgerînê War, H. 5-6, Havîn –Payîz 1998, Stenbol, r. 125-134.

Pirtûka Helîm Yûsiv ya bi navê Romana Kurdî (2011) jî berhemek din e ku ji bo bîbliyografyaya romana kurdî agahiyên fireh tê de hene. Di vê xebatê de hem li ser romannûsan û mijarên hinek romanan, hem jî nirxandina romannûsiya kurdî hatiye kirin. Romanên kurmancî û dimilkî di vê xebatê cîh digirin. Berhemên çapkirî bi serdem û erdnigariyê ve girêdayî hatine dabeşkirin. Di binê sernavê “Romanên Kurdên Sovyetan” navê 18 romanan tê dayîn. Di welatên din de, di navbera salên 1990-2000an de 59, di navbera 2000-2010an de 80, ji bo kurmacî yên behdînanî 36 û ji bo kurdên rojhilat jî romanek hatiye dayîn. Bi vî avayî navê 194 romanên kurmancî dide. Romanên ku di vê lîsteyê de cîh digirin, bi taybet yên li Avrûpa, Tirkiye û Sovyetan hatine çapkirin, kem-zêde di lîsteyên din de jî cîh digirin û me jî piraniya wan temîn kirin. Lê romanên di bin kategoriya romanên bi Bedinanî hatine nivîsîn de, me piraniya wan nekarî em temîn bikin. Pirtûka navboriya ya Omer Dewran di vê lîsteyê de jî wekî roman derbas dibe. Romana Kılama Şilane ya İlhami Sertkaya ku bi dimilkî ye jî di nava lîsteya romanên kurmancî de hatiye dayîn (Y’usiv, 2011: 42).

Sê berhemên di derheqê romana kurdî de ji aliyê Lokman Polat ve hatiye nivîsin. Lokman Polat her çiqas rasterast lîsteyek belav nekiribe jî di sê pirtûkên xwe de behsa çend romanên kurdî kiriye. Di van berhemên bi navê Bîst Romanên Kurdî (2004), Pênci Romanên Kurdî(2014) û Çil Romanên Kurdî (2019) de sed û deh romanen Kurdî dinirxîne. Bi vî avayî ew jî jimarekî diyar dike. Lê di vir de jî hinek berhemên ku di kategoriya çîrokan de çap bûne, wekî roman li vir cîh digirin. Mînak, Xadim a Selahattin Bulut, di çapê de wekî “çîroka dirêj” hatiye pênasekirin, lê li vir di kategoriya romanê de cîh dayê.  Di Bîst Romanên Kurdî de cîh dide berhema Berjîn Hakî ya bi navê Awaza Bilûrê, lê berhem Tirkî werger e. Lewre di nivîsê de diyar dibe ku berhem berê bi Tirkî hatiye nivîsîn. Berhemên ku wî di van sê pirtûkan de cîh daye wan jî bi lîsteyên din re hevpar bûn. Ji ber vê em naxwazin xwe dubare bikin, em hewce nabînin navê van romanan jî bidin.

Bi Kurtasî Çend Agahiyên Îstatîstîkî Derheqê Romanên Kurmancî De

Di edebiyata kurdî de roman, cureyeke nû, ciwan e. Wekî tê zanîn, di dîroka kurdan de romana yekem di sala 1935an de hatiye nivîsîn û bi îsal ve romannûsiya kurdî gihîşt heyşte û pênc saliya xwe. Di nava van heyştê û pênc salan de rewşa romana kurmancî çi ye? Romana kurmancî xwe gîhandiye kîjan astê, di nava edebiyata kurdî ya nûjen de cîhê roman û romannûsiya kurmancî di kîjan astê de ye, heta niha çend romanên kurmancî çap bûne? Romannûsiya kurmancî di kîjan salan de pêş ketiye, çi wext paş de çûye, herî zêde kîjan weşanxaneyê romanên kurmancî çap kirine, weşanxaneyên ku kurdî pirtûka çap dikin li kîjan bajêran in; kîjan romannûsan çiqas roman nivîsîne; di nava romannûsan de ku em li zayenda romannûsan binihêrin, em di aliyê romannûsên mêr û jin de tabloyeke çawa dibînin? Em dixwazin li ser van pirsan hinekî bisekinin û qasî ku agahiyên me bi dest xistine, van pirsan bibersivînin.

Di lîsteya me de bi giştî 533 romanên kurmancî hene. Ji vana piranî ji aliyê mêran ve hatine nivîsîn. Jinên ku bi kurmancî roman nivîsîne û hejmara romanên wan bi vî avayî ne:

Aynûr Aras, Eqîde Tok, Gulîstan Çoban, Suzan Samancı, Linda Elî, Xezal Îkeyê, Zarîfe Demîr romanek; Yildiz Çakar du roman; Gulgeş Deryaspî, Çidem Baran, Mizgîn Ronak sê roman gîhandine xwendevanên xwe. Ji nava li gor malpera www.niviskar.org di nava Kurdên Rojava (Kurdistana Sûriyeyê) de jî Hind Ebdelo, Vejîna Kurd, Mîdya Berekat, Zozan Mihemed, Nêrgiz Ismaîl, bi romanekî cîhê xwe di dîroka romanûsiya kurmancî de digirên. 23 romanên kurmancî ji aliyê romannûsên jin ve hatine nivîsîn. Yanî di nava 533 romanan de hejmara berhemên mêran nêzîkî bîst û sê qatî berhemên jinan e. Ev jî nîşan dide ku di nava civaka kurdên kurmanc de jîn hê jî ji îmkanên romannûsiyê dûr in, dûr tên hîştin.

Di nava romannûsên mêr de yên ku bi kurmancî dinivîsin de yên ku herî zêde roman nivîsine, bi deh romanan Medenî Ferho û Lokman Polat in. Fêrgîn Melîk Aykoç 9; Ronî War, Abdusamet Yiğit û Cîhan Roj 8 heb; Mehmed Uzun, Yakup Meşe, Omer Dilsoz, Newaf Mîro, Mezher Bozan jî bi heft heban; Jan Dost, Menaf Osman, Hesenê Îbrahîm, Helîm Yûsiv, Erebê Şemo, Zeynel Abidîn (Han) 6 heb; Bavê Nazê, Arîn Zîn, Ciwanmerd Kulek, Fawaz Husên, Atilla Barışer, Abbas Abbas, Merwan Berekat, Zeynel Abîdîn, Yaqop Tilermenî, Tehsîn Navişkî, Silêman Demir, Hesenê Metê, Kovan Sindî, Laleş Qaso, Firat Cewerî, Silêman Feqiyanî jî bi 5 heb; Şener Ozmen, Dîlawer Zeraq, Xurşîd Mîrzengî, Serkan Brûsk, Mîr Qasimlo, Kamran Simo Hedilî, Eskerê Boyik, Veysi Ulgen, jî bi 4 romanên xwe, di romannûsiya kurmancî de xwedî cîhekî ne.

Bi gelemperî ku em li van nivîskaran dinihêrin, em dibînin ku piraniya wan ji salên 1990an bî vir de kurdî dinivîsin û beşekê wan jî bi helbestê yan jî bi çîrokê dest bi nivîsê kirine û berhemên xwe yên ewil ji wan qadan de dane, paşê derbasî romanê bûne. Ev jî firsenda vê şîroveyê dide me ku roman, di edebiyata kurdî de xwedî cazîbeyekê ye û nivîskarên ku di qadên din, cureyên din xwe dikemilînin yan jî dipijin, derbasî qada romanê dibin. Xêncî vê, hinek romannûsên (wekî Jan Dost) ji rojavayê Kurdisanê hem bi Kurdî hem jî bi Erebî; ji bakûrê Kurdistanê (wekî Suzan Samancı, Zeynel Abidîn û Îlhamî Sîdar) hinek hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî berheman dane/didin.

Li gor berhemên me xwe gîhandinê weşanxaneyên herî zêde romanên kurmancî çapkirina Lîs (61 heb), J-J (52 heb), Avesta (35 heb), Do (30 heb), Aram (22 heb) û Pêrî (19 heb) in. Xêncî vana qasî tê zanîn weşanxaneyên wekî Sîtav (18 heb), Ar (15 heb), Ava (16 heb), Peywend (13 heb), Doz (12 heb), Belkî (10 heb), Na (10 heb), Nûbihar (13 heb) roman çap kirine û weşanxaneyên wekî Apec, Dara, Name, Aryen, Tevn, Elma, Sî û  hwd jî roman çap kirine.  Li ser van xebatan jî em dikarin bibêjin weşanxaneyên ku herî zêde romanên kurmancî çap kirine, li bajarên Wan û Amedê ne. Li Başûr jî Duhok û Hewlêr derdikevin pêş. Dîsa em dikarin bibêjin ku îmkan bên dayîn, navenda çapemenî û weşangeriya kurdan berê xwe dide bajarên kurdan. Bi taybet jî Amed, di nava rewşa îro de ji weşanxaneyên wekî J-J, Lîs, Belkî, Dara, Name, Apec û Aramê re navendiyê dike. Sîtav jî li Wanê weşangeriya xwe didomîne. Lê navenda wan li Amedê be jî, ev weşanxane pirtûkên xwe li rojhilatê Tirkiyê, bi taybet jî li Stenbol û Enqerê çap dikin. Lewre matbaayên wan yên serbixwe tunin.

Ji aliyê salan ve ku em li hêjmara romanan binihêrin, em dê bibînin ku ji 2000an vir ve bi taybet di nava Kurdên Tirkiyê de (hem li Bakûr hem jî li metropên Tirkiyê – bi taybet Stenbol, Enqere û Îzmîrê) rewşenbîrên kurd gelek roman nivîsîne. Îbrahîm Seydo Aydogan, heta 2010an hejmara romanên kurmancî nêzîkî dusedî dide (xêncî romanên pir-cild ku em wekî pirtûkekî qebûl bikin, nêzîkî 190 roman). Lê qasî deh sal şûnda lîsteya ku me amade kiriye de hejmara romanên kurmancî bûye 533. Ango di heyştê û pêncsaliya romana kurmancî de 75 sal li alîkî, ev deh salên dawî (Qesta me ji 2010an heta Çîriya paşîn ya 2020an e. Lewre romanên heta wê demê gihîştine ber destê me, me daxilî lîsteya xwe kirine.) li alîkî. Li hember vê pêşketinê jî, rewşa kurdî ya di jiyana rojane de, li gor lêkolînan roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe û ev jî wekî paradoksekê derdikeve pêşiya me, lê ev mijara xebatekî din e.

Encam

Ji ber ku di qada xebatên kurdolojiyê de wekî kêmasiyekê dixûya, me xebateke bîbliyografîk pêk anî. Em bi vê xebatê di îddîaya ku me xebatekî bêqusûr çêkiriye de nîn in. Lê heta ji me hat û îmkanên me têrê kirin, me bi armanca lîsteyeke baş pêk bînin, lêkolînên xwe kirin. Ji bona vê jî, heta ji me hat û me xwe gîhandê, me lîsteya xwe de pirtûkên ku çap bûne kirîn, temîn kirin. Bi vî avayî agahiyên xwe me piştrast kirin, hinek agahiyên kêm, qels yan jî xelet yên di xebatên din de ku li ber çavên me ketin jî me sererast kirin. Bi vî avayî me bi giştî lîsteyeke ku ji 533 romanên Kurmancî pêk tê bi dest xist. Di vê lîsteyê de 441 romanên kurmancî ku aîdî 207 romannûsên cuda ne, me têmin kirin û niha di destê me de ne; 92 roman jî, di lîste û xebatên din de hebûn, lê bi destê me neketin.

Di qada akademiyê de hê jî di destê me de ji bo dîroka romana Kurmancî berhemeke bi rêkûpêk tune, em hêvî dikin ku ev xebat ji bo xebateke bi vî avayî jî bibe alîkar.

Amadekariyên ji bo vê xebatê de me carekî din jî dît ku li Kurdistana bakûr û li metropolên Tirkiyê hebûna Kurdan û nîşaneyên Kurdî xeternak tên dîtin. Lewre hetanî piraniya pirtûkfiroşên Bakûr jî, xêncî çend berhemên populer, berhemên Kurdî nafiroşin yan jî di vîtrînan de cîh nadin wana. Xwe gîhandina pirtûkên nû-çapkirî de jî mirov zehmetiyan dikişîne. Ev rewş ewqas xirab e ku weşanxaneyên navendên wan li bajarên wekî Wan, Amed û Batmanê ne, pirtûkên ku çap dikin, di nava van bajêran de jî temînkirina pirtûkên wan de zehmetî hene. Ev tenê pirsgirêkên van weşanxaneyan nîn e, di gelekên din de jî heman problem hene. Ji ber vê, divê weşangerên Kurd jî li xwe vegerin û kêmasiyên xwe bi çavên profesyonelî rexne bikin û sererast bikin.

Divê sazî û tevgerên kurdewar ji bo lêkolînên kurdolojiyê girîngiyê bidin pirtûkxaneyên kurdî û berhemên derheqê Kurdan de bi rêkûpêk bi dest xin û arşîv bikin.

Dema em li romannûsên Kurdî dinihêrin, em dibînin ku îro hê jî gelek nivîskarên ku bi Kurdî (Kurmancî) dinivîsin yan di girtîgehan de ne, yan demekî di girtîgehê de mane yan jî mişextî ne û sedem jî polîtik in. Ji ber vê em dikarin bibêjin di romana Kurmancî de şaxeke polîtîk ya bi hêz hê jî xwedî roleke girîng e û mijar û temayên berheman jî li gor vê polîtîzebûnê tê xemilandin. Lê bi taybet di deh salên dawî de (ji 2008an vir ve) berhemên ku giraniyê didin ser derûniya lehengan, pirsgirêkên kesayetê jî zêde dibin û lê ev jî bi rewşa polîtîk ve girêdayî ye. Xêncî vê, di van salên dawî de hêjmara romanên dîrokî, fantastîk, mîtolojîk jî zêde dibin. Ev jî xalekî ji bo analîz û şîrovên kûr mihtacê xebatên nû ye.

Me di vê xebatê de cîh da hêjmara romanên Kurmancî, lê ji bo hemû diyalektên Kurdî xebatên bi vî avayî divê bên kirin ku dewlemendiya edebiyata Kurdî bêhtir bê dîtin.

Mehmet Emin PURÇAK- Kurdîname jimar 2020/3

Çavkanî:

Pirtûk

-Polat, Lokman (2004). Bîst Romanên Kurdî. Stockholm: Helwest.

-Polat, Lokman (2019). Çil Romanên Kurdî (Danasîn/Nirxandin/Şîrovekirin).  Wan: Sîtav.

-Polat, Lokman (2014). Pêncî Romanên Kurdî. Stenbol: Ar.

-Yûsiv, Helîm (2011). Romana Kurdî. Amed: Ronahî.

-Parıltı, Abidin û Galip, Özlem (2010). Kürt Romanı Okuma Kılavuzu. İstanbul: Sel.

-Kutlay, Nacî (1998). “Romana Kurdî”, Stenbol: War Kovara Lêkolîn û Lêgerînê, H. 5-6, Havîn –Payîz 1998, , r. 125-134.

-Boyik, Eskerê (2012). Çanda Kurdên Sovêtê. Amed: Deng.

-Ahmedzade, Haşim (2004). Ulus ve Roman. (Wergêr: Azad Zana Gündoğan). İstanbul: Pêrî.

-Ahmedzade, Haşim (2011). Romana Kurdî û Nasname. (Wergêr: Fahriye Adsay) Stenbol: Avesta.

-Ferho, Medenî (2011). Rewşa Romana Kurdî. İstanbul: Do.

-Xelîl, Tîmurê (1995). “Eliyê Evdilrehman”. Antolojiya Edebiyata Kurdî Cilt 1. (Amadekar: Mehmed Uzun). İstanbul: Tümzamanlar. r.386.

-Ayhan, Sirri (2014). Dansa Berber. (Wergera ji tîrkî: Yaqop Tilermenî). İzmir: Na.

Çavkaniyên Înternetê

-Ji bo berhemên Reşad Sorgul:  https://ku.wikipedia.org/wiki/R%C3%AA%C5%9Fad_Sorgul (Dîroka jêgirtinê: 20.02.20)

-Dîyadînî, Bêwar, Ferhenga Bêwarhttps://www.pirtukakurdi.com/ferhengabewar418trDîroka jêgirtinê: 29.01.20)

-Lîsteya wikipediayê ji bo romana Kurdî:

https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya_roman%C3%AAn_kurd%C3% AE  (28.01.20)

-Aydogan, Îbrahîm Seydo. “75 Sal û 200 Romanên Kurdî (Kurmancî):

http://www.kurdigeh.com/authors.aspx?an=43&aid=31 (Dîroka  jêgirtinê: 20.06.17)

Lîsteya Malpera

Amîdakurd:

http://www.amidakurd.net/nuce/75_sal_û_197_romanên_kurdî_kurmancî (20.01.20) Nûçeya Malpera çandanaeyê ji bo romana Mehmed Dehsiwar:

-Dehsiwar, Mehmed, Çepera Giran: https://candname.com/romanekenuyamehmeddehsiwarceperagiranseremerdanunemerdan/ (Dîroka Jêgirtinê: 15.02.20) 

-Roj, Cîhan, Mahrûm : https://www.pirtukakurdi.com/mahrum103339tr (Dîroka Jêgirtinê: 01.02.20)

-Yiğit, Abdusamet, Çîroka Keçelok 1,

https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87%C3%AEroka_ke%C3%A7elok_1_(pirt%C3%BBk) (Dîroka jêgirtinê: 28.01.20)

-Yiğit, Abdusamet, Çîroka Keçelok 2 :

https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87%C3%AErok%C3%A n_ke%C3%A7elok_2_(pirt%C3%BBk) (Dîroka jêgirtinê: 28.01.20)

-Yiğit, Abdusamet, Çîroka Keçelok 3:

https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87%C3%AErok%C3%An_ke%C3%A7elok_3_(pirt%C3%BBk) (Dîroka jêgirtinê: 28.01.20)

-Yiğit, Abdusamet, Destana Dewrêşê Evdê:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Destana_Dewr%C3%AA%C5%9F%C3%AA_Ewd%C3%AE (Dîroka jêgirtinê: 29.01.2020)

-Yiğit, Abdusamet, Destana Heme Destana Hemê Zerê:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Destana_Hem%C3%AA_Zer%C3%AA_(pirt%C3%BBk) (Dîroka jêgirtinê: 29.01.20)

-Yiğit, Abdusamet: Destana Kawayê Hesinger :

https://ku.wikipedia.org/wiki/Destana_Kaway%C3%AA_Hesinger_(pirt%C3% BBk) (Dîroka jêgirtinê: 28.01.20)

-Yiğit, Abdusamet, Elî Herîrî:

https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Al%C3%AE_Her%C3%AEr%C3%AE_(pirt%C3%BBk) (Dîroka jêgirtinê: 29.01.20)

Yiğit, Abdusamet, Feqiyê Teyran-1:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Feqiy%C3%AA_Teyran_(pirt%C3%BBk)

(Dîroka jêgirtinê: 28.01.20)

-Yiğit, Abdusamet, Feqiyê Teyran -2:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Feqiy%C3%AA_Teyran_2_(pirt%C3%BBk)

(Dîroka jêgirtinê: 28.01.20)

-Yiğit, Abdusamet, Feqiyê Teyran-3:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Feqiy%C3%AA_Teyran_3_(pirt%C3%BBk)

(Dîroka jêgirtinê: 28.01.20)

-Yiğit, Abdusamet, Feqiyê Teyra- 4:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Feqiy%C3%AA_Teyran_4_(pirt%C3%BBk)

(Dîroka Jêgirtinê: 28.01.20)

-Yiğit, Abdusamet, Feqiyê Teyran-5:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Feqiy%C3%AA_Teyran_5_(pirt%C3%BBk)

(Dîroka Jêgirtinê: 29.01.20)

-Yiğit, Abdusamet, Şahmaran: 

https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eahmaran_(pirt%C3%BBk,_2011)

(Dîroka jêgirtinê: 28.01.20) Yiğit, Abdusamet, Ya Ku Li Mirov Zor Dihat ku Bijî:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Ya_ku_li_mirov_zor_dihat_ku_bij%C3%AE_(pirt%C3%BBk) (Dîroka jêgirtinê: 29.01.20)

Lîsteya romanên Kurdên Rojava:

https://niviskar.org/rojavalisteyapirtukenkurdiyen2019anqamisloc9ccc.html (Dîroka jêgirtinê: 16.02.20)

-Berekat, Mîdya, Berxwedanistan: http://shermola.net/ku/berhem/pirtukenderketi/berxwedanistanmidiyaberekat/ (Dîroka jêgirtinê: 21.01.20).

http://shermola.net/ku/berhem/pirtukenderketi/efrinnamezozanmihemed/

(Dîroka jêgirtinê: 21.01.20)

-Yûsif, Luqman, Hêviyên Bi Rê Da:

https://www.yekitiyanks.com/2018/12/luqmanyusifromanaheviyenbirede.html (21.01.20)

-Kurd, Vejîna, Hawarîne Efrînî: https://www.yekitiyanks.com/2018/12/vejinakurdromanahawarineefrini.html (Dîroka jêgirtinê: 18.11.2020)

-Rustem, Pîr, Zarotiya neynikekê û tiştin din:

https://www.emrro.com/pdf/zarotiya.doc  (Dîroka jêgirtinê: 19.01.20)

Reşîd, Tosinê. Evîna Te Ez Parstim: https://rojevakurd.com/tosineresidevinateezparastim/ (Dîroka jêgirtinê: 06.10.19)

-Miftefî, Omîtê, Hêvî û Tekoşîn: https://zanistvan.wordpress.com/2018/07/07/heviutekosin/ (Dîroka Jêgirtinê:15.02.20)

-Hessaf, D. Isma’îl, Derdê Gel:

https://doc0c94docs.googleusercontent.com/docs/securesc/ha0ro937gcuc7l7deffksulhg5h7mbp1/pd7en6j6eqb0h9e3jqqhpdu8e52nefk3/1579442400000/09972567841 075610586/*/0B4fCdsgQUeAySWdIOHJoenV5Tnc?e=download (Dîroka daxistinê: 19.01.20)

-Berekat, Merwan, Nameyên Jineke Kurd:

https://www.yekitiyanks.com/2019/02/efrindestaneubirinromanmerwan.html (Dîroka jêgirtinê: 16.02.20)

-Birîndar, Soro:

http://www.arsivakurd.org/images/arsiva_kurd/pirtuk/pirtuken_kurdi/birindar/soro.pdf  (Dîroka daxistinê: 11.12.2019)

-Birîndar, Keça Kurd Xanê:

 http://www.arsivakurd.org/index.php/legerin/87pirtuk/4182kecakurdxane (Dîroka daxistinê: 11.12.2019)

Listeya pirtûkên li Rojava hatine çapkirin: https://niviskar.org/rojavalisteyapirtukenkurdiyen2019anqamisloc9ccc.html (19.01.20)

Lîsteya romanên 67 roman bi Kurmancî: https://pirtukweje.wordpress.com/2017/07/01/listeyaromanenbikurdi/ (Dîroka jêgirtinê: 12.01.18)

 Lîsteya berhemên Kurdî yên 2005an ya malpera     diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=301 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020)

 Lîsteya    berhemên    Kurdî     yên    2006an    ya     malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=302 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020)

Lîsteya    berhemên    Kurdî     yên    2007an    ya     malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=178 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020)

Lîsteya    berhemên    Kurdî     yên    2008an    ya    malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=1675 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020) Lîsteya berhemên Kurdî yên 2009an ya malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=3015 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020) Lîsteya berhemên Kurdî yên 2010an ya malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=4197 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020) Lîsteya berhemên Kurdî yên 2011an ya malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=5500 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020) Lîsteya berhemên Kurdî yên 2013an ya malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=7971 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020)

Lîsteya    berhemên    Kurdî     yên    2014an    ya    malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=12073(Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020) Lîsteya berhemên Kurdî yên 2015an ya malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=19083 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020) Lîsteya berhemên Kurdî yên 2016an ya malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=25215(Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020) Lîsteya berhemên Kurdî yên 2017an ya malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=27467(Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020) Lîsteya berhemên Kurdî yên 2018an ya malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=33986(Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020) Lîsteya berhemên Kurdî yên 2019an ya malpera diyarname.comê:

https://diyarname.com/news.php?Idx=39384 (Dîroka jêgirtinê: 22.09.2020)

Lîsteya     Bijîşko:       http://bijisko.blogspot.com/2015/03/listeyaromanenkurdi19352014_26.html (Dîroka jêgirtinê12.10.19)

Berekat, Merwan, Awirên Royê: https://doc04a8docs.googleusercontent.com/docs/securesc/ha0ro937gcuc7l7deffksulhg5h7mbp1/sgq7ht7tu91 m4me7sv2dfplui4lnu730/1579420800000/07983084505411770094/*/1b8Ywn02IZCx11u9FUW5dp0smZ76zHKtz?e=download (Dîroka jêgirtinê: 19.01.2020)

-Berekat, Merwan, Pakrewanekî Kurd: https://niviskar.org/rojavalisteyapirtukenkurdiyen2019anqamisloc9ccc.html  (Dîroka jêgirtinê: 16.02.20). Di vê malperê de jî navê romanê wekî Romana Pakrewanekî Kurd cîh digire: https://www.yekitiyanks.com/2019/02/efrindestaneubirinromanmerwan.html (Dîroka jêgirtinê: 16.02.20)

-Berekat, Merwan, Penage: https://www.yekitiyanks.com/2019/02/efrindestaneubirinromanmerwan.html (Dîroka jêgirtinê: 16.02.20)

-Berekat, Merwan, Efrîn Destane û Birîn: https://www.yekitiyanks.com/2019/02/efrindestaneubirinromanmerwan.html (Dîroka jêgirtinê: 16.02.20)

-Ismaîl, Nêrgiz, Çirik https://niviskar.org/rojavalisteyapirtukenkurdiyen2019anqamisloc9ccc.html (Dîroka jêgirtinê: 16.02.20)

-Mihemed, Zozan, Efrînname: http://shermola.net/ku/berhem/pirtukenderketi/efrinnamezozanmihemed/ (Dîroka jêgirtinê: 21.01.20). Di lîsteya vê malperê de jî ev agahî hene: https://niviskar.org/rojavalisteyapirtukenkurdiyen2019anqamisloc9ccc.html (Dîroka jêgirtinê: 16.02.20)

Kovara Kurdinameyê ya Navnetewî International Journal of Kurdiname 03 Jimar: 3 Mijdar 2020 Issue: 3November 2020

Nerexî, Hezar, Xeyalên koçber: https://niviskar.org/rojavalisteyapirtukenkurdiyen2019anqamisloc9ccc.html (Dîroka jêgirtinê: 16.02.20)

[1] Haşîm Ahmedzade jî di xebata xwe de li ser vê rewşê disekine û dibêje, ne tenê saziyên ji ber zext û zora desthilatdarên çar parçeyê Kurdistanê, heman demê saziyên li dîasporayê jî di rewşeke xirab de ne û di ziyareta xwe ya ji bo Enstîtuya Parîsê û Pirtûkxaneya Kurdan ya Stockholmê ji aliyê kêmbûna çavkaniyan de çawan hêviya wî şkênastine vedibêje (Ahmedzade, 2004, 153).

[2] Di çapa pirtûkê de alfabeya Celadet Alî Bedirxan bi kar neaniye. Me jî wekî orîjînala wê cîh dayê.

[3] Îbrahîm Seydo Aydogan ji bo vê agahiyê vê çavkaniyê dide: Naci Kutlay, Kovar War, hejmar: 8. Lê hejmara kovarê xelet e. Lewre ev nivîs di hejmara 5-6. de cîh digire û behsa vê romanê jî di rûpela 129an de derbas dibe.

Derbar ziman

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply