Alî Gurdilî: “Hiş û aqilên ku ne serbest in, nikarin bi serbestî û bi rê û rêgehên aqilane, rexne bikin”

Lokman Polat – Pirs: 1- Birêz Alî Gurdilî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Bersîv: Ez di sala 1966an da, li bajarê Sêrtê, li qeza Misircê (Gurdilan) hatime dinyayê. Min mekteba destpêkî û a navînî, li Misircê û lîseyê jî, li bajarê Îzmîrê xwend. Piştra, min Zaningeha Egeye beşa civaknasîyê temam kir. Niha li bajarê Îzmîrê dijîm û du zarokên min hene. Hewl didim ku bikaribim li ser hinek mijarên philosophic û ilmî bixebitim.  

 

Lokman Polat – Pirs: 2- Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Bersîv: Ji ber ku ez kurd im, ez bi kurdî dinivîsînim û loma, min bi zarûzimanê kurdî dest bi xebatên xwe kiriye. Kitêba min a pêşîn, ‘Dengê Felsefeyê’ ye û li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Doz’ê ve di sala 2006an da, hatiye weşandin.    

 

Lokman Polat – Pirs: 3- Hinek nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Bersîv: Li gor dîtina min kesên ku bi zimanên biyanî berhemên xwe diafirînin, ew nivîskarên wan zimanan in. Ziman, ferq nake. Kurdên ku tu behsa wan dikî, helbet kurd in. Lê, ne nivîskarên kurdan û zarûzimanê kurdî ne. Nivîskarîya kurdî, bi zarûzimanê kurdî dibe. Helbet, rêza min ji kurdayetîya wan ra heye. 

 

Lokman Polat – Pirs: 4- Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Bersîv: Zargotina kurdî, heta roja îro wekî kanîya edebîyata kurdî kar kiriye û bûye sebebê, afirandina gelek berhemên hêja. Lê roja îro, zargotina kurdî nema têra me dike. Dem diguhere, mekan diguhere, halet û teknîkên mirovan, diguherin û mirov jî, diguherin. Di serdemekê lezgîn da, xwendevanên kurdî jî dixwazin zû bi zû, xwe bigihînin gelek zanînên pirtexlîd ên babetcihê; çi nivîskî çi ên ne nivîskî. Metnên nivîskî, girîng in û çanda rabirdûyê, vediguhezînin roja me a îro. Berhemên Plato roja îro jî, ji bo lêkolêr û felsefenasan çavkanîyên girîng in, ku Berî Mîladê hatine nivîstin. Beyî guman, metna nivîskî tunebûya, dibe ku ew zanînên giranbiha heta roja me dê nemana. Roja îro, qeyda dengî heye û bi saya teknîkên nûjen, îmkanên xwegihandina zanînê gelekî berfireh bûne.  

 

Lokman Polat – Pirs: 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Bersîv: Bersîva vê pirsa te, beyî guman ne hêsan e. Gelo, li gor kîjan krîteran em dikarin wan rûbirû bikin? Ji ber ku ez ne wêjekar im, bersiva vê pirsê zehmete bo min. Lê dikarim bibêjim ku di wan şaxan da, berhemên baş jî hene û ên xirab jî. Ez tenê, dikarim wekî xwendeyekî behsa wan şaxan bikim û nikarim wan rûbirû bikim. 

 

Lokman Polat – Pirs: 6- Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Bersîv: Rexne û rexnegirî, karekî hêsan nîne. Divê haya rexnegir jî bi qasî xwedîyê metnê an karê ku rexne lê dihê girtin, ji mijarê hebe û xwedan zanîn be. Rexne û rexnegirî, tenê nîşandana kêmasîyan nîne û carinan, divê meriv karibe rê û rêgehan jî bide ber xwedîyê metnê an pisporê wî karê ku hatiye kirin. Li gor dîtina min rexnegirîya bi zarûzimanê kurdî, li gor kêmasîyên rêzimanî û rastnivîsê digere û nikare xwe bigihîne qonaxekê hin bilindtir. Kêm kes hene ku bala xwe didin naveroka berheman, lê ew jî ji tirsa ku dê nirxê berhemê kêm bibe, gelek caran bêdeng dimînin.   

 

Lokman Polat – Pirs: 7- Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Bersîv: Xebatên min, bi giştî li ser felsefe û civakansîyê ne. Di van qadan da, mixabin hêj pêşketinekê berbiçav tune û kesên ku bala xwe didin xebatên min, zahf hindik in. Carinan li ser esl û estarê têgihên philosophic, rexne li min digrin. Lê ew jî, ji têgihiştineke çak zahf dûr in. Nimûne: Gelek caran dibêjin çima tu dibêjî philosophia û nabêjî felsefe û hwd. Lê em dizanin philosophia, têgihekê resen e û wekî felasîfe ketiye zimanê erebî û ji wir jî, wekî felsefe ketiye zimanê kurdî û tirkî.    

 

Lokman Polat – Pirs: 8- Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çi ye? 

Bersîv: Li gor dîtina min rexnegirîya kurdî, hina zahf lawaz e. Hê xwe ji tesîra partîçîtî û nêrînên herêmî, rizgar nekiriye. Loma, gelek caran rexnegir û kesên ku rexne li wan dihê girtin, pev diçin û dilê wan, ji hev dimîne. Ev jî nîşan dide ku em hê jî fêrî rexne û rexnegirîyê nebûne. Mixabin. 

 

Lokman Polat – Pirs: 9- Mijara berhemên te bi giranî li ser çi ne?

Bersîv: Berhemên min li ser felsefe û zanistên civakî ne. 

 

Lokman Polat – Pirs: 10- Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

Bersîv: Bîst sal in, ku ez kitêbên kurdî dikirim û dixwînim. Hinek ji wan kitêbên lêkolînê ne, hinek roman in, hinek çîrok in, hinek kurteçîrok û hinek jî şiîr in. Ji dema xwendekarîya xwe ve, min hinekî ji heqrêya xwe terxan dikir û kitêban dikirîya. Bi vê yekê, min dixwest ez piştgirîya weşana kurdî bikim û ev helwista min, niha jî berdewam e. Lê divê ez vê yekê jî bibêjim: nivîskarên kurd (ên kurdînivîs) ne mecbûr in ku tevahîya kitêbên bi kurdî bixwînin. Ne wextê wan, ne jî perê wan têra vê yekê dike. Herkes, li gor dilê xwe dixwîne.     

 

Lokman Polat – Pirs: 11- Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

Bersîv: Zahf ji peyva helbestê hez nakim. Lewra, gelek caran navê çend gotinên beravêtî, datînin helbest. Hevalekî min digo, em kurd giştik helbestvan in û em bi pirranî, bi helbestê dest bi nivîsa kurdî dikin. Dibêjim, gotina wî hevalê min hinekî rast e. Ji hinekan ra wiha tê, ku honandina helbestan karekî hêsan e, lê rastî ne wisa ye. Ez ji şîrên Arjen Arî, Berken Bereh, Rojen Barnas gelekî hez dikim û ji şiîrên kasîkên kurdî. Herkes, raman û maneyekê cuda dibîne di şiîrê da. Ji xwe a baş jî ew e ku meriv tê da hîs bike, neku têgibihêje naveroka xwiyakirî. Li ser kêmbûna rexnegirên helbestan jî, mixabin nikarin tiştekî bibêjim.      

 

Lokman Polat – Pirs: 12- Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çi ye?

Bersîv: Rexne, divê li metnê were kirin, neku li nivîskaran. Heke mebest pak û pakij be, meriv divê jê sûd werbigire. Na heke mebest îdeolojîk û sîyasî be, hingê meriv nikare navê rexneyê lê bike.  

 

Lokman Polat – Pirs: 13- Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? 

Bersîv: Divê meriv, maqûl û hişwer be û bi henûnî, tevbigere. Lê em bi giştî, bi hestyarî tevdigerin. Loma, carinan dilê rexnegir û nivîskaran, ji hev dimîne. 

 

Lokman Polat – Pirs: 14- Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Bersîv: Hiş û aqilên ku ne serbest in, nikarin bi serbestî û bi rê û rêgehên aqilane, rexne bikin. Rexne bikin jî, dê ne rexneyên objektîf bin. 

 

Lokman Polat – Pirs: 15- Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, perşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji bilî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jê hebe. Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

Bersîv: Herkes nikare bi aşkerayî, hestên xwe ên zayendî vebêje, yan wekî berhem wan bihone. Şerm û edeb jî, aliyên me ên mirovî ne. Civaka me jî, niha hê ji bin tesîra feodalîzmê û ehlaqê civakî a zordest, derneketiye. Ji bo nivîskaran, divê şerm tunebe. Lewra, meriv ji ber tiştên xeyalî, nikare kesî sûcdar bike. Wekî dîn, divê xwendevan binirxîne. 

 

Lokman Polat – Pirs : 16- Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhan roj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Bersîv: Min hinek ji wan berheman xwendine. Lê, niha nikarim derheqê wan berheman da, tiştekî bibêjim. 

 

Lokman Polat – Pirs: 17- Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Bersîv: Li ser vê pirsa te, ez qet nefikirîme û naxwazim, nanê pisporên wêjeyê bixwîm. Lê dikarim bibêjim ku her cure berhem, di bin tesîra hinek ekolan de dihê afirandin. Nimûneyên pêşîn ên baş, tesîrê li ên dû xwe jî dikin. Carinan nivîskar bi xwe jî hay jê tune bê ka di bin tesîra kîja ekolê da berhema xwe diafirîne.   

 

Lokman Polat – Pirs: 18- Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

Bersîv: Naveroka her berhemê, xweser e û li gor taybetîyên xwe, di nav loda hinek ekolan da dihê nirxandin. Ji xwendinên xwe, dikarim bibêjim ku berhemên real, surreal û ên modern hene. Lê ji bo berhemên postmodern, nikarim bibêjim ku hene. Yanî hebin jî, niha haya min ji wan tune. 

 

Lokman Polat – Pirs: 19- Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

Bersîv: Bi a min xeyal tunebe, nivîskar nikare biafirîne. Lê a rast, ez nizanim bê çuqasî xeyal heye, yan tune. 

 

Lokman Polat – Pirs: 20- Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çînê? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Bersîv: Rastî, bala min zêdetir li ser kitêbên philosophic û civakî ye û zahf jî, nikarim wextê xwe ji bo xwendina berhemên wêjeyî terxan bikim. Mijarên berhemên min jî, felsefe û jiyana feylesofa ye. Ferheng in û hinek jî, li ser arîşeyên civakî ne. 

Lokman Polat- Pirs: 21- Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

Bersîv: Ez dibêjim, mexseda wan ew e ku dibêjin wekî kevnoşîpîyekê (tradition) romana kurdî tune. Lê divê, romannivîsên kurdî bersiva vê pirsê bidin. 

 

Lokman Polat – Pirs: 22- Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Bersîv: Ez ji nivîskarên kurdan (kurdîziman) hez dikim û li gor îmkanên xwe, berhemên wan dixwînim. Niha, naxwazim çend navan li vir bidim. 

 

Lokman Polat – Pirs: 23- Te qet pirtûkên min xwendiye?

Bersîv: Nexêr. Min hê, nexwendiye. Lê romana te a dawî bala min kişand. Min ji weşanxaneya Na’ê pirsî. Bibe qismet, ez ê bixwînim. 

 

Lokman Polat – Pirs: 24- Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin? 

Bersîv: Li ser tarîxa felsefeyê dixebitim.  Karê min ê ferhenga felsefeyê jî her berdewam dike. Niha kovara Philosophiaê jî, dihê weşandin. İmrê min têrê bike, dibe ku ferhenga min a civaknasîyê rojekê were weşandin.   

Lokman Polat – Pirs: 25-  Gotina te ya dawî…

Bersîv: Bibexşe, ji bo ku min bi kurtî bersivên xwe daye. A rast, min nexwest ez nanê pisporên wêjeyê bixwîm û min, wekî xwendevanekî edebîyata kurdî bersivên xwe daye. 

 

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Bersîv: Mala te ava. Ez destxweşîyê li te dikim û serkeftina te dixwazim.  

 

25.09.2022 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply