Werger û zimanê inglîzî, dermanê me ne!

Wergera ji zimanên din bo kurdî dermanê me “Kurdan” e, dermanê rewşa me ya ku niha em tê re derbas dibin ku gelek miletên din ên ku çavên wan li avakirina birêveberî û dewletan bûn, di evê rewşê re derbas bûne “qonaxa avakirinê, qonaxa destpêkirinê”, gava wan a pêşîn “werger” bû. Mînak, bi giranîya pirtûkan zêr didan wergêran di serdema Ebasîyan de, li alîyê din ji bo Kurdên Rojava giring e ku zimanê inglîzî di nav dibistan û zanîngehan de bihêz bibe û xurt be.

Wê rojê min lêkolîna xortekî ji zanîngehên rojavayê Kurdistanê xwend, lêkolîna wî li ser “peyvsazîya kurdî” bû, lê mixabin beşê teorî tune bû û çavkanîyên wî gelekî qels bûn, heta di nav çavkanîyên wî de pirtûkên “Hînker” hebûn. Pirtûkên mîna “Hînker” çi ji “peyvsazî û peyvsazîya kurdî” re dibêjin!

Birêveberên zanîngehan li rojavayê Kurdistanê, giring e ku pirtûkan ji xwendekarên xwe re dabîn bikin, ji bo hemû beşên xwendinê, rewşa zimanê bîyanî di ber çavan re bê derbaskirin, mînak, xwendekarên zanîngehên Rojava zimanê wan ê erebî heye û baş e, anku peydakirin û hebûna pirtûkên erebî ji xwendekaran re pir giring e. Pirtûkxaneya erebî gelekî zengîn e, ji hemû zanistan pirtûkên wan hene û asta wergerê jî li cem wan gelekî xurt û bilind e, pirtûkên cûrbicûr ji hemû zanistan ji zimanên mîna inglîzî, almanî, frensî… bo erebî hatine wergerandin, pirtûkên zimannasîyê yên zimannasên cîhanî mîna “Ferdinand de Saussure” bo erebî hatine wergerandin. Giring e ku xwendekarên Kurd ên ku li ser zimên dixebitin, wan pirtûkan bixwînin û li ser wan lêkolînan bikin, bi kêmanî di nav çavkanîyên wan de bêne dîtin…

Daku rewşa lêkolînan, xwendin û asta zanistî li zanîngehên rojavayê Kurdistanê baş be û baş bibe, gerek e ku pirtûkên baş û bisûd li ber destên xwendekaran hebin, çavkanîyên baş li pirtûkxaneyan hebin, çareya evê yekê di destên zanîngehan û birêveberîyên wan de ye, rêyek ji wan rêyan kirrîna pirtûkan û wergera wan e…

 

Muhamed Keleş

Ji rûpela fêsbûka wî hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply